Dr. Phil.Ebdilmecît ÞêxoKê got Zekiyê Maratê mir ?
Niþtimanperwer û têkoþerên gelê xwe namrin !
Gelparêz di dilê gelê xwe de herdem zindî ne !
Siyasetmedar Zekî Hac Ehmed bi navê Zekî Maratê li seranserê Rojavayê Kurdistanê hatiye naskirin.
Lê gelo ew bi çi hatiye naskirin ??
Zekî Hac Ehmed li gundekî mezin, li ser sîngê pesarekî, di hembêza dayikek gekek bi darên zêtunê û henaran hatiye xemlandin ji dayik bûye.
Erê! Zekî ,bavê Endêra hîn
di temenek biçûk de bû, çav û guhên wî baþ li ser derdora xwe
vekirîbûn,ewî pir caran ji kesên ji xwe mezintir dipirsî; gelo çima em
þagirtên Kurd li Efrînê bi zimanekî biyanî dixwînin,çima zimanê me, ne
ziman e !!??
Çima em navê gel û welatê xwe di waneyên erdnîgariyê û dîrokê de nabînin ?
Çima em bi sibehan li dibistanê srûdek Kurdî naxwînin?
Ev pirs û vepisînên giring û balkêþ; Zekeriyê biçûk ji xwe û ji hevalên xwe dikirin!
Lê
nemir Zekeriya bersiva van pirsên jorîn li nik dostekî xwe ji wî
mezintir vedît,ew jî welatparêzekî þehreza bû û endamê (Partî Dêmokratî
Kurdistan bû ),navê wî Kemal Ebdî û ji gundê Keferdelê (çiyayê Kurmênc)
bû.
Pakrewan Zekeriya çavên xwe hîn baþtir vebûn,hestên netewayetî
li nik wî pirtir germ bûn,di nav hogir û hevalên xwe de mîna welatparêz
û serkêþekî çalakvan dihate naskirin.
Siyasetmedar Zekeriya piþtî
damezrandina (El-partî )bi hinek salan li gor pêþniyara berêz Kemal
Ebdî dibe endamê (Partî dêmokrata Kurdistan- El-partî).
Ewî bi
evîndariyek mezin û bi baweriyek astbilind xebata xwe di nav heval û
gelê xwe de berdewam dikir û ramanên netewperestî di nav hogir û
hemwelatiyên xwe de li bajarê Efrînê belav dikir.
Di sala 1965 an
de P.D.K dibe du beþ;ango du partî.1-Partî Dêmokrata Kurd li Sûriyê bi
seroketiyê nemir Ebdilhemîd Derwîþ.2-Partîya çepa Kurd li Sûriyê bi
seroketiyê Selah Bedir Al- Dîn.Nemir Zekeriya Maratê dibe layangirê (P D
K), em bervê mijara xwe ya bingehîn neguhêrin,em li ser dîroka rêxistin
û partiyên Kurdî ranawestin. Bavê Endêra di kongira sala 1972 an de li
navçeya Bamernî(gundê Dawidiyê) cara pêþîn mîna hin hevalên xwe ji
Çiyayê Kurmênc 1-Horîk bavê Ehmed2-Mihemed Emîn Gulîn3- ji aliyê kongirê
de wek endamên komîta navbendî hatin hilbijartin û berêz Dehamê Mîro jî
mîna berê dimîne sekretêrê El-Partî.
Di sala 1973 an de El-partî
tev hin partiyên din ji tevgera Kurdî li Sûriyê di hilbijartina
(Encûmena Gel) de dibe hevpar û herwisa jî (partiya dêmokrata Kurd)
daxûyaniyekê li dijî (Kembera Erebî) li Sûriyê ji bo nirîna gîþtî
diweþîne,piþtî van bûyerên siyasî; dewleta Sûriyê ya kevneperest û
þovînî yekser gelek ji endamên komîta navbendî wek 1- Bervedêr Nezîr
Mistefa,2-Bervedêr Mistefa Îbrahîm,3- Mamoste Muhemed Emîn Gulîn4-
Rêzdar Dehamê Mîro û hin din dixin zîndanê,lê rêzdar Zekeriyê Maratê û
rêzdar Horîk bavê Ehmed ji malên xwe direvin û di nav gelê Efrînê û
Çiyayê Kurmênc de xwe vediþêrin, ew bi wêrekî û bê tirs jî rêvebiriya
partiya xwe di nav gelê xwe de berdewam dikirin,çavên wan ji
destlatdariya kevneperst û keyseperest ne diþikîn û ew hemî bi hev
re bi vîneke xurt û bi wireyên bilind têkoþîna xwe li dijî rêcîma ne
mirovane û nijadperest hîn xurtir dikirin,ew bê westandin di nav gelê
xwe de û bi nehênî helwestên neyênî yên rêcîma hovane li dijî gelê
Kurd di nav civaka Kurdî de dicerisandin.
Nemir Zekiyê
Maratê(Zekeriyê Kurdistanê)herdem ji aliyê dezgehên parastinê yên rêcîma
Sûriyê de binçav bû,ewî pir caran bi mehan ji mala xwe,ji hevser û ji
sê keç û du lawên xwe bi neçarî dûrdiket.
Lê ev hemû alozî û
dijwarî ne dibûn rêbend li pêþ rêveçûna têkoþîna siyasî û pêdariya
wî,ewî ji ava kaniya rêbaz û ramanên nemir serokê gelê Kurdistanê Mile
Mistefa Berzanî vedixwar.
Zekiyê Kurdistanî piþtî rûxandina þoreþê
di sala 1975 an de dîsan tev hin hevalên xwe serdanê li Kurdistanê dikin
û bi rêvebirên PDK li Îraqê re mîna nemir Kek Îdrîs Û kek Mesud
Berzanî re hevdîtinên rêxistinî û siyasî dikin.
Bavê Andêra ji sala
1973 an de û tanî roja koçbarkirinê endamê komîta navbendî bû,lê eger em
werin li ser rola wî di warê civakî de jî bi xwendevanên vê
kurtegotarê bidin zanîn,divê em jibîrnekin ku ew di çareserkirina
gelek pirsgirêkên civakî de li pir gundên Çiyayê Kurmênc jî beþdar û
hevpar bû.
Lê mixabin ew di nêzîkî deh salên dawiyê de ji dest nexweþiya demdirêj
nikanîbû
mîna berê di civaka xwe de çalakavan bûya,ew di roja 4.12.2023 an de
li gundê Maratê diçe dilovaniya Xwedê û ew di bin siya ala Kurdistanê de
û bi beþdarbûna bi sedan û sedan ji cemawerê Kurd û bi rêbertiya hin
rêxistinên Kurdî û nemaze P.D.K hate gornekirin,lê welatparêzên Çiyayê
Kurmênc jî herdem digotin û hîn dibêjin:
Zekiyê Maratê nemir e !
Bavê Endêra herdem di dilan de zindî ye.
Çiyayê Kurmênc
10. 12.2023