BAYÊ VEJÎNÊ
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ÏíÓãÈÑ 2023
Mijar: Nûçe




Xizan Þîlan

hespê min yê çeleng
ber bi çirûskên hêviya pêþerojê ve
dibeze
li reþtariya siya þevên xewle
þewqa çira dilê xeþîm
dibiriqe
erdên bejî û zîwa
bi gulgenimên zeviya þîn
zîl dan



ji parzûna salên tehl û tirþ
þîrê jiyaneke þêrîn
dipale
pêlên wîzewîza
bayê vejînê
di perdeya guhên min de
pistepist in
li meydana þahî û dîlanan
agýrê meþaleya newrozê
gur û þên bû
bêhna sosin
û beybûnên azadiyê
ji erdnîgariya axa qedîm
difûre
ax ax welatê bav û kalan
dergûþa Welatê rojê
min
li ser sînga te ya gewr
konê mizgîniya serxwebûnê
vegirt
bejna keç û bûkên serbixêlî
bi rengê fîstanê kesk, sor û zer
xemiland
toza firtûneyên heyaman
li serê zalimên xwînmij
daweþand
xirabî li aþê qencî û dilpakiyê
hêrand
bi tasa spî
ji þureþura kaniya îsyankar
ava berxwedanê
vexwar
li hesretkêþî û bêrîkirina te
mîna mecnûnê sergêj
derbeder geriyam
min
destana helbesvanên nemir
Melleyê Cîzirî
Feqiyê Teyran
Ehmedê Xanî
û eþqa Mem û Zînê
li ser textê þaristaniya te
neqiþand
ez ê
bi sonda tolhildana þervanên mêrxas
bûka xwe ya delal
ji nav deste dêlegurên har
bigrim
bifitilînim
birevînim
rizgar û azad bikim

2023-04-14
Stockholm






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6024