Bangewazek ji bo sivikkirina bargiraniya sersaxiyê di civaka revenda Kurdî de li Ewropa
Dîrok: ÇáÃËäíä 04 ÏíÓãÈÑ 2023
Mijar: Nûçe



Roja Yekþemê rêkeftî 03.12.2023, li bajarê Dortmund, li ser vexwendina Komîteya amadekar, ya ko ji çend kesên serbixwe pêkhatibû, bi sedan kes wek nûnnerên corbicor ji pêkhateyên revenda Kurd li Ewropa, ji kesayetiyên civakî û rewþenbîrî, komele û rêxistinên civaka sivîl, herweha hêzên siyasî, li hev civiyan; mijara civînê guftûgoya rê û resmên behî û sersaxiyên revenda Kurd li Ewropa, û piþtî gengeþeyeke fireh û dirêj, tevaya amadadebûyan yek deng bûn li ser ko bangewazekê arasey revenda Kurd li Ewropa  bikin, ko bargiraniya sersaxiyan sivik biki, li gorî van xalan:


1- Em dixwazin ko ji bo kesên bêtir ji 100 km an, yan jî bêtir ji demjimêrekê dûr bin, tenê bi medya civakî sersaxî û behînameyên xwe pêþkêþ bikin, li þûna hatina salona sersaxiyê .
2- Baþtir e ko dem û demjimêrên sersaxiyê bêne xuyakirin, çi li gorî dema havînê, çi li gorî dema zivistanê . (Ji saet 13.00’an heta 19.00’an dê þîn bên pêþwazîkirin).
3-Hilanîna dana xwarinê li cihê sersaxiyê, ji ber ko gelek pare lê tê xerckirin, û ji bo gelek malbatan dibe sedema giranî û zehmetiyan, li þûna wê, em dibînin ko  giring e wan pareyan ji xelkên me ên li welat re biþînin, wê çêtir zehmetî û giraniya jiyanê li ser wan sivik bike, di van merc û rojên dijwar û zehmet re dijîn .
Em gelekî hêvîdar û daxwazkar in ko hemû malbat û kesên revenda Kurd li Ewropa beþdar û alîkar bin da em hemû bi hev re karibin vê projeyê cîbicî bikin, û bibin serî, ji ber ko bêguman ew di berjewendiya revenda me de ne, û barê her kesî sivik dikin.
Em bihêvîne ko xelkên me di daxwaza me de têbigihên, û bi xurtî piþtgiriya vê gava giring bikin .
Dortmund, 03.12.2023
Komîteya amadekar













Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6022