Bişkojên bi roniyê mest...!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 02 ÏíÓãÈÑ 2023
Mijar: Nûçe




Mizgîn Hesko

Valahiyeke berfereh
Û asîmên...
Gelawêj ber bi sînga xwe ve biribû...
Dil...
Sirûda navê te
Bi hêminî dilorand...!


Heyiv...
Ji westanê zîz...!
Di reşahiya mayinde de
Bi tenê...
Stêreke hişiyar
Ber bi gerdûna evînê
Çavên wê
Heyîn diteyisîn...!


Valahî...
Û di gupkên kulîlkan de
Li ser destên tariyê
Perwane...
Di xew ve çûyî bûn...!


Bi tenê...
Pirîskên roniyê
Dilkên di bişkojên hêviyê de vemirandî
Lavij vêdixistin...!


Bêdengî...
Û xuşxuşa deryayê
Pêlên teredîn
Xwe çemdikirin
Çîmên latên beravê
Xalxalên di piyê zemînê de...!

Bi heft dilan
Dil ji dilî re
Û bi heft sirûdan
Sirûd ji sirûdê re
Pêl bi pêl...
Ji bedena axê
Nexşeya navê te...!
Rê...?
Û bi dirêjahiya şevê
Rêyek...
Û valahiyeke bê pîvan
Gelawêjê...
Dabû raçengî dilê min...!
Dilê...
Ku her bihar
Bişirîn û keskînî
Jê derçûyî bûn...!

Şev...!
Û di wê valahiya sosret de
Stêrka şivanan
 Diteyisî ...
Keriyek ronahî
Bênderên di kefa destên gerdûnê de
 Diçêrand ...!
Tiliyên min vêdiketin...!
Dilê gula ku di hilma wê de
Welatek evîn hiltê
Vêdiket...!
Şev bû
Û îşev...
Ev stêrên li jêr
Di bexçeyê dilê min de
Diçirisin...!
Dil...
Ey dil...?!!!
Ey...
Beyta mestan e
Ji xameya razber...!
Xumê ristan
Û dara meyber...!


Erê...Şev bû...!
Û îşev...
Ev stêrên li jêr
Bi ristezara dilî re
Yariyan dikin...!
Û bişkojên hêviyê
Gul didin...!
Şev bû...
Û îşev...
Li ser xiftanê asîmên
Bişirîna çavên firişteyan
Firişteyên...
Ku bi tîrvedanên xwe
Birûsknameyên lezgîn
Li Xwedawendên xecxecokan
Xwedawendên...
Ji heyranbêjiya werzan
Parve dikin...!

Erê...
Bi destên omîdewer
Nexşeya heyînê
Tête nîgarkirin...!


Îşev...
Û şevan bi têlên dilî re
Sinfoniya evînê
Sinfoniyeke pir deng
Ku bi ritma yekdengî
Me vedigewîne
Şahiya bêdengiya tabloyê
Û kêlîkên mendehoşiyê...!
Hêvî...
Ji guldankên destpêkê
Qefdên sirûdan...!

Ha li van werzan
Û şevan...
Kewên gozel
Nîgaşa sinbilan dixwînin..!
Û spêdeyan hîrehîra hêviyê
Çîçekên di nav biskên periyê
Û pêkên ber bi zeviyê
Fincanên bi xameyê mişt!
Ji nikilên tilûrên berbangê
Hilma qehweya min!


Valahiyeke bê sînor
Bi tenê...
Di derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng...!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez helawistî dimînim!

Û Dil...
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest..!
Çi raz e...?
Çi huner û fîlbaz e...?
Spêdeyan...
Dilkê dilî ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê
Ber bi xwe ve dibe..?

Çi raz...
Çi ristsaz û rewannaz e..?
Hiş wêran dike
Û dergehên rewanbêjiyê
Bi kilîtên ji kulîlkên roniyê
Vedike...?
Û giyan..
Ber bi heyîna xewnan ve
Û xewnên heyînê ve dibe..?

Û min digot:
Beyaban e...
Li her çar rexan beyaban e
Sirt...
Dijwar...
Û bêhedan e...
Û li aranê
Bi tenê çend darên behitî..
Ha li vir..
Di keskîniya darîn de
Dilê şengebiyan lêdixe...!
Û dilê min lêdixe...!
Dilê min...
Û li ser rê û rêwanên heyî
Serê sirûdê
Bi hilma zimanê rojê...?
Û tiliyên di bêrîkirina welatî de bişkoj derçûyî...
Bi baskên agirîn vedikim.!
Cotek sîmir...
Ji nav xewliya vemirî
Hişiyar dikim..
Bi zîn û rikabên ji aşopa zîvîn
Hespê bejî yê vegotinê
Kedî dikim
Û bayê sersem...
Hînî hêminiya awazên şevînî dikim...!

Di baweşikandina berbangê de
Qulincên ber zayinê
Tabloya dildariyê
Rist...
Ji nîgaş dibin...!

Kûzên dilî
Bi meyeke kevnar e
                    Û herî tîr...
                     Dagirtî
   
Erê hezî...
Bi ser ve diçe..!



* Gulana 2023.
* Ji berhema /Bişkojên bi roniyê mest. Tîrmeha 2023.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6021