ALBÛMA JIYANÊ
Dîrok: ÇáÃÍÏ 19 äæÝãÈÑ 2023
Mijar: Nûçe




Xizan Șîlan

ez
îro xemkêþ im, dilbiêþ im
girtiyê þevistanên keserkêþ im
her gavê kelem û striyên xopan
tên pêþwaziya min
her êvar
xem dibe pariyê þîva min
nizanim ez ê çawa kêf û þadiyê
li albûma jiyanê
birêsim


hevîrê dayika min bi êþê hatiye
stirihandin
li her sîtavka golên zelal
kul û kederên eniya demên bêbext
dibînim
her sibehê devê birîneke kûr
bi henasa cangoriyan
dikewînim
zexelên fesad
roniya çira êvarên esmer
vedimirînin
kefterên hov
li gulîstana min lotikan
diavêjin
stûna konê bextewariyê
hilweþiya
keþtiya hesretê
berê pisûla xwe
winda kir
bilbilê dara rûmetê
bi feryad û fîxanên xwe
xeniqî
çolistanek
di hinavên min de
diqewire
ez
rengê keskesora Qamiþlo me
sonda tolhildana Kobanê me
qêrîna þewata zarokên Efrînê me
berxwedana þervanên Rojava me
dengvedana kendalên
azadiyê me
ji asoya ramanên min
çirûskên agir dipijiqin
kulîlkên bostanê min
di dengê bilûra Êzîdxanê de
dipiþkivin
ez ê
valahiya jiyana xwe
bi ronahiya tîrêjên berbangê
dagirim
di her livbaziyê de
ji nû ve vejînim
tozê ji ser wîjdanên kor
daweþînim
di paþila çiyayên asê de
bi gavên þoreþgerî
li ser axa dayika þaristaniyê
hêrsa pêlên robarên coþ
biherikînim
û ez ê
miriyên goristanan
bi peþkên barana evînê
bi tilîliyan rakim
govenda serkeftinê

2019-11-07
Stockholm








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6015