(Mîrname) ya Ehmedê Xanî û hûnandina Jan Dost
Dîrok: ÇáÃÍÏ 19 äæÝãÈÑ 2023
Mijar: gotar



Zara Salih 

Romannivîsê kurd Jan Dost di vê romana xwe de ya bi navê (Mîrname), bi þarezayî û tevneke ku di wî asoyê iþqa Xanî de roman hûnandiye.  jiyan, raman, felesefe û iþqa þairê mezin Ehmedê Xanî ku ji beriya 300 salî ve ye, bi teknîk û þêweyek ristesazî hatiye nivîsandin. 
Bêguman, Jan Dost, li ser bingeheke dîrokî, ku bi jiyan û berhemên helbestvanê kurd yê navdar ve girêdayî ye, bi wê xeyala xwe ya romansaziyê, yê xwendevan derbasî civaka Xanî û wê serdema wan heyaman dike, û tayibet dîrok û civaka kurdan û êþ û pirsgirêkên ku heta roja îro jî berdewam in.


Tevlû ku romannivîs, bêguman, kedeke bêhempe ji aliyê xwe ve kiriye, lê wî vê carê bi teknîkek hesan pirtûk li ber yên xwendevan raxistiye û ev jî tê wateya hostayiyeke romansazî mezin. Bi rêya ku Jan Dost her leheng û karakterên romanê ji hev cuda kirine, û her kes ji wan çîroka xwe bi Xanî re dibêje. li vir yê xwendevan dikare her beþekî bi tena wê bixwîne û þaþ nabe. tiþta herî balkêþ jî ku wî gelek kesayetî derbasî romanê kirine û pê bêtir zengîn bûye mîna ( Teymûrê fasiq,  Þengê, yê rûgirtî, Mele Ferîd,  Buharî, Mîr, Selaheddînê sehhaf, Þemoyê qewwal, Hekîmê fille Zuhrab û gelekên din).Dever û cih jî her nexþeya welatekî parçebûyî ne mîna Kurdistan diyar dikin, nemaze ku bûyerên sereke li Bazîdê ne, lê ew gelek gund û bajarên Kurdî din jî tîne ziman mîna Cizîra Butan, þûnwarê Mem û Zîn ku Xanî destana evîna wan nivîsî bû. 
Ew serdema giring di dîroka kurdan de ku dibin bandor û bindestiya Turk û Farisan de bûn ( Rom û Ecem), û hiþiyariya Ehmedê Xanî di vê derbarê de û doza wî ku yekem bang bû ji rihê netewayetî ya gelê Kurd re û yekîtiya wan.
Bi xeyala aþiqekî û zimanekî Kurdî þêrîn, romannivîs karîbû tevna iþqa Xanî û Þengê( ku wê û Xanî ji hev hezdirin) di nava pirtûkê de bihûne û girêdana wê bi nivîsandina Xanî ji Mem û Zîn re jibilî hin faktorên dî jî ku bandora wa li ser wî hebûn.

Ev bi xwe kurtenivîseke ji aliyê min ve weke kesekî xwendevan, ne mîna pispor û rexnevanên wêjeyî ku ew karin nirxê romanê bidnê û ji hev veçirin, tevlû ku mentelîte û zihniyeta kurdî hîn ya wê dema Xanî ye ku ji hev heznakin û berhemên kurdan naxwênin, û bêhtirên wan berhemên hev naxwênin nexasim kesên nivîskar û roþenbîr, lê eger berhemên biyaniyan be, helbet ne wilo ne, û xwe pelû dikin. Wêje û edebiyeta Kurdî ne kêmî ya derdora me ye tevlû hemû astengiyan û pêwîste ku em jî berhemên xwe yên kurdî bixwênin û binirxînin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6014