Dirbêsiya Bedew
Dîrok: ÇáÎãíÓ 05 ÃßÊæÈÑ 2023
Mijar: Nûçe




Eymen bekir

Dirbêsiya min a bedew
Min çendî vexwariye
Mast û þîrê te
Li ser sînga te kiriye xew
Dirbêsiyê dilovanê
Ji dûrbûna te ez mest bûm


jiyan li min bûye zindan
Ez westiyam ji kovanan
ji hêviyên xewnên vala
Perîþan bûm li vê jînê
Xort im çûma halê kala
Firmiskên min bûne kanî
Diherikin li newala.
Bo min bêje
Ma ta kengî?
Ez ê bigrîm li ser gorên
Bîranînên kevne-sala
Heta kengî dê binalim
Dûrî dostan û hevala
Dûrî ronya wan þemala
Hêlîna min!
Dergûþa min!
Ji dûriya te mirî me
Bi evîna te kuþtî me
Ez sêwî me
Li kolanên biyaniyê
Herdem û gav ez rêwî me
Ger li koçk û serayan bim
Ez bêwar im ez bêcî me
Cilên min çendî qeþeng bin
Ez bêpergal û tazî me
Xwarin çendî pir û xweþ be
Ji dûriya te birçî me.

Dilovanê!
Navgiranê!
Tu tenê êþa min zane
Kengî tê gazî min bike
Kengî tê min himbêz bike
Kengî tê min biramîse
Kengî tê min di goristana xwe de veþêre
Da vehêsim ji vê jîna sar û ziwa
Lê min nehêle di xewê de
Carcaran min hiþiyar bike
Da çavan têr bikim bi civanê
Kul û kovanan ji bîr bikim
Her gavê te hembêz bikim
Da dilê xwe bihêz bikim
Çendî kul û derd dijwar bin
Tev dê bar bikin ji jînê
Bi evîna navþêrînê.
Li ber tîna ramûsanê

2023/9/28








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5995