Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster beşdariyê di Festîvala Civakî û Kultûrî ya li Bajarê Münster dike
Dîrok: ÇáÃËäíä 02 ÃßÊæÈÑ 2023
Mijar: Nûçe



Raport: Dilbirîn Şingalî

Bi serperiştî û çavdêriya Rêveberiya Karûbarên Civakî û Kultûrî  li bajarê Münster ( Integrationsrat ) û ( KI - Kommunales Intergrationszentrum ) duh Şemî 30.09.2023  Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster beşdarî di Festîvala Salane ya ( Interkulturelle Woche ) de kir, têde tev Komele û Saziyên Cihanî li bajarê Münster Xwarinên xwe yên Folklorî û çend parçe Muzik û dîmenên balkêş hatin nimayişkirin û pêşkêşkirin. Girînge bînin ziman; ku ev roj di keş û hewayekî şayiste û şaristanî de derbas bû , em jî binavê Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li vî bajaî pir ji Dil sipasiyên xwe arastey tev wan Xêzanên Kurdistanî yên Dilsoz, Neteweperist û Nîştîmanperwer û resen dikin ji bo hestê wan yê Netewî û piştevaniya wan bi umêda em dîsan li hev bicivin û kar û Xebata xwe bikin ji bo xizmeta Gelê xwe.


Bijî Kurd û Kuurdistan

Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster
01.10.2023








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5989