Ez û roja referandumê
Dîrok: ÇáÃËäíä 25 ÓÈÊãÈÑ 2023
Mijar: Nûçe



Konê Reş

  Di roja referandumê de (25.9.2017), bi şahiyeke mezin min birek ji dost û hevalên xwe vexwendî mala xwe kirin. Digel wan mamoste Mihemed Îsmaîl, ku niha sekretêrê P.D.K- Sûriyê ye û me şahî û pîrozkirina referandumê, di hewşa mala min de, pêk anî. Di wê şahî û pîrozkirinê de min ev gotin got:
(Ev referandum, berdewamiya referanduma sala 1919a ye. Ew sala ku dewletên hevpeyman, di paş Cenga Cîhanî de xwestin ku di rêka referandumekê re daxwazên gelê kurd li Bakurê Kurdistanê nas bikin; eger dixwazin bibin dewlet an na? Ji bo vê yekê şandek bi serokatiya Mîr Celadet Bedirxan, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Dr. Kamîran Bedirxan, Hacî Tewfîq (Pîre Merd), digel Mêcer Newêl yê Înglîzî, ji stenbolê şandin Bakurî Kurdistan. Li Melatyayê jî Mîr Xelêl Ramî Bedirxan, waliyê Melatyayê tevî wan bû.


 Lê sed mixabin, Mustefa Kemal Paşa razî nebû û ew şanda wan ji hev bela kir.. Roja îro, di baweriya min de, ev referanduma ku serok Barzanî pê rabûye, berdewamiya referanduma sala 1919a ye..).
  Di dawiyê de min ev helbesta bi navê (Strana Referanduma Serxwebûnê) ji wan re xwend:
Bîst û pêncê vê Îlonê
Referanduma serxwebûnê
Erê erê ji bo hebûnê
Bijî bijî serxwebûnê.

Kurdno rabin bilezînin
Nasnameya xwe bibînin
Bi yek dengî bilîlînin
Bijî bijî serxwebûnê.

Bela canê gorbuhiştan
Şad û xweş be li buhiştan
Navbilind bin li Kurdistan
Bijî bijî serxwebûnê.

Şerefxan û Mîr Bedirxan
Nehrî, Pîran û Barzan
Her zindî bin li Kurdistan
Bijî bijê serxwebûnê.

Agrî, Dêrsim û Dokan
Amed, Mehabad û Botan
Ewin daykên niştiman
Bijî bijî serxwebûnê.

Serxwebûn şêrîn û xweş e
Bela here rengê reş e
Gelê Kurd bibe rûgeş e
Bijî bijî serxwebûnê..










Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5984