Þorên Li Qor
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ÓÈÊãÈÑ 2023
Mijar: Nûçe



Majêd a Mihemed

Li qadan þerê hev dikin
Hevdû weke hejîran bi birînan tîþ tîþî dikin
û di alavên ragihandinê de yên ku ew bi salan kuþtine, qirkitine didin aliyekî
û tenê gef û xebergotinan bi gelê me re dikin!


---
Sibê ta bi êvarî li ser mediyayê ji kiryarên Îranê gazinan dikin
û daxwaza rûxandina rijêmê dikin
Li qadê jî li gorî pilanên wan dilivin!
---
Daxwaza sizakirina tawankarekî gendel, diz, gunehkar û kujer dikin
Paþê jî bi hemû hêza xwe li kêlek wa jînewerê ku ji avrêjkê genîtir radiwestin
Tenê ji ber ku kujer dijîtiya miletekî din dike!
---
Welatiyê ku di kêþe û kêliyên nakokiyê de gemarê di ser hemû paqijiyê re digre
Ji berê de lodê sergînê di hundirê wî de hildayî ye
Lê di rojên hêmin de ebeyeke xweþik bi ser xwe de berdide!
---
Heyanî ku bi hemen ava rijêman têne misdan, hêviyên pêþketin û geþepêdanê bi domandina wan re, hema hema bi qasî mîza pitikan e, ne tîna xakeke biçûk pê tête þikandin, ne jî golek bo semaya çend masiyan pê tête çêkirin.
---
Derewa biratiya rojên xweþ û sayî ya ku tenê li ser vegotina þorên xemlandî û hevokên li qor ava bûye, di tengasî û xetmandina asîmanan de li ser rûyê zemînê çîblaq digere.
---
Bêhtirê dewletan bi darê zorê hatin ava kirin
Tên kurdê belengaz li bendê ye ku zagona zordariyê li cîhanê çanda dewletavabûnê bona xatirê wî biguhêre, û bi saya wî dewlet li ser bingeha mafê mirovahiyê bên damezrandin!








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5975