Di dîroka / 25 / 8 / 2023an de Rêxistina Helebê ya partiya me "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" civîna xwe ya rêxistinî li darxist.
Civînê bi xulekek bê deng li ser giyanê sekreterê partiya me mamoste Ebdilhemîd Derwîþ û hevalên damezrêner û hemû pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe kir.
Di destpêkê de heval Xalîde Silêman bixêrhatina hevalan kir û tekez kir li ser girîngiya li darxistina civîn û semînerên rêxistinî di vê dema hestiyar de ji dîroka gelê me û tevgera wî ya rêzanî.
Piþtre Mamoste Hiþmend Þêxo endamê komîta navendî ya partiya me di
axavtina xwe de rewþa rêzanî li herêmên kurdî û pêþhatên ku vê dawiyê di
meydana Sûrî de çêbûne ji hevalan re þirove kir û tekez kir li ser
helwesta partiyê di derbarê peydakirina çareseriyekê ji qeyrana Sûrî re
bi rêya diyalogek Sûrî - Sûrî ku hemû pirsgirêkên niþtimanî werin
çareserkirin û di destpêka wê de doza kurdî ji ber ku dozeke Niþtimanî
Sûrî ye.
Civînê balkiþand ser rewþa aborî ya dijawar a ku sûrî jiyan dikin û bandorên wê yên metirsîdar di pêþeroja welêt de.
Herwiha hevalan di civînê de bi dirêjahî çawaniya vegera gelê me li Herêma Efrînê gotûbêj kirin.
Di dawiyê de civînê tekez kir li ser girîngiya pêþxistina karê rêxistinî û ragihandinî di xebata partîzanî de.
26 / 8 / 2023Z - 2635K
Rêxistina Helebê ya
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê