Konê Reþ Di vî çerxê 21ê de, eyb û þermek mezin e ji United National, Unesco û dewletên cîhanî yên azad û mirovhez re ku welatek wek Kurdistanê ta niha bê nav û sînor di nexþeya gerdûnê de maye..!
Eger tolhilda ji Selahedînê Eyûbî be, çi gunehê me heye..? Va 836 sal derbas bûn.. Heyfa vî welatê ku agir lê hatiye dîtin, genim lê hatiye çandin, hesp lê hatine xwedikirin û þaristaniyên mezin li ser xaka wê hatine avakirin.. Ew þaristaniyên ku li ser peravê çemên Dicle, Firat û Xabûr hatine avakirin, ne kêmî þaristaniyên ku xelkên Hindê li ser çemê Sindê û xelkên Misrê li ser çemê Nîlê avakirine..
Sed mixabin ku roja îro, ev Kurdistana ku warê olên Xwedê; Êzêdî,
Cihû, Xiristiyan û Misilmana ye, navê wê di nexþeya gerdûnê de nayê
nivîsandin û ala wê di nav alên netwên dinyayê de li New Yorkê nayê xuya
kirin..!
Eger ji 200 salî ve hin þaþiyên welatiyên wê hebin jî, ew
jî ji encamê Osmaniyan û wan dewletên xwedî biryar bûn.. Xelkên wê ne
dewlet bûn.. bin dest bûn.. û kesên bindest ne azad in, ne serbest in,
ne xwedî biryar in.. di encam de nabin xwedî sûc..
Ji Unesco re; eva
ku em gazinan jê dikin..! Ev saziya Netewên Yekbûyî (United Nation), ya
ku karê wê parastina ziman, kelepur û pêmayê miletên dinyayê ye.. ka ji
bo parastina ziman kultura xelkên Kurdistanê çi kiriye? Ev zimanê ku ji
sed salî ve, ji morkirina peymana Lozanê ve toþî dizî û talana gelên
ciranên me dibe û çavên me dihatina hawara wê de qerimîn..!
De bes
e ji we re loo! Va 836 sal di ser Selahedînê Eyûbî re derbas bû, 100
sal di ser Lozanê re buhirîn, ma ne guneh û xisarek mezine ji dinyayê re
ku zimanê welatiyên (Kurdistanê), hin bi hin biçilmise û ber bi mirinê
ve here?
Bela hûn xweþ bawer bin, ta berf û baran li ser çiyayê
Hekarî, Ararat, Cûdî, Barzan û Pîrmegron bibare, kes nikare kirasê xwe
li xelkên Kurdistanê bike û kesmên wan biguherîne.. Ta ku çemê Dicle,
Firat, Xabûr û Zab biherikin û kurdperwerek hebe kes nikare zimanê
xelkên wê biguherîne.. Erê gazinên me ji we pir in!
Konê Reþ/ Qamiþlo 24.7.2023