Weþiyên hêviyê.
Dîrok: ÇáÎãíÓ 20 íæáíæ 2023
Mijar: Nûçe




Mizgîn Hesko

Du...
Sê û çarbar e...
Mah û salan
Pencereya di biniya parsiwê elindê
Ji baweþîna nêrgizên evînê re
Vekirî bihêle


Bila xifiþika nazenîn
Dema gihiþtina zeviyên rewan
Ji mista destên spêdeyê
Û ji weþiyên hêviyê
Sinbil, bi sinbil
Peyal û peyal
Sermest bibe...!

Ew tiliyên min î vemirî bûn
Li lalezarê ...
Vedigeriyan...!


Hezarbar e...
Bila tayên rîhanên omîdewar...
Di demsalên iþqê de
Pencere, bi pencere
Ber bi bejna sirûdê ve
Hilkiþin kenarên rojê...!

Þemþad e sirûda min
Di bejna welatî de
Li ser zarê evîndaran
Ji nuh....
Þax vedidî...?!

Bilind e gerdena ristê
Ji mêj ve..
Sazvanên þevê
Û þeydayên mihraba çavên te
Dilê gulê...
Ezber kirine...?!!!









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5955