Rabindarnath Tagore Helbestvanê Evîn û Suriştê 1861z-1941
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 18 íæáíæ 2023
Mijar: Nûçe



Birahîm Qasim

 Bo çi Şemala min vemirî?
Min Şalê xwe girtiyê
Çunkî min xwest ez wê ji bahozê biparêzim
Çima kulîlka min çilmisî?
Çunkî ez li ser bitirs bûm,
 loma min bi hêz himbêz kir
bo çi ava çemî zuha bû?
Çunkî min bendavek ava kir, da tenê mifayê jê wergirim
Çima têlên Tembûra min qetiyan?
Çunkî min xwest dengê wê xurtir bikim.


TAGORE stêreke li ezmanê cîhanê çirûsk dide, çiriskên wê ronahî û germahiyê dide, û siruştê dixemlîne, muralê hejar û bindestan bilin dike, berû jiyaneke bedew û xweş û şîrîn dibe.
Tagore ne tenê helbestvankî romansî bû ku ew baweriyê bi hestên mirovahiyê dike, herweha di nav şêwazê de hestên mirovî nas dike, li vir em derd û xemgînî, êş û evîna di nivîsandinê wî de pir dibînin, lê belê Tagore li ser kehniya riyalizmê weke ku aveke paqij û tezî têr jê divexwe û xwe tevlî pêşketin û avadaniyê, huner û zanistiyê û guherînên civakî dike, belê ew wêjevan û hozanvan, şanonivîs û wênebaz bû, ew fîlosofê avakirina jiyanek wekhevî seranserê cîhanê bû mȋna BÎDBA û GANDHI.
Ne tenê li Hindistanê evîn û xweşiya jiyanê dafirand yan dijî dagirkeran radiwesta, lê li hemû qada cîhanê helbestên wî dibûn nameyên evîndaran û siloganên bindestan.
 Rexnegîrê cîhanî ê Firansî ROMAN ROLAND weha dibêje: ``dema tu nêzîkî Tagore dibe ji te weye ku tu di Mêjgehekê de ye, birêz û nermî daxive, û dema tu kûr lê dinere di rûyê wî de tu xwe dibîne beramber mûzîqeyeke xemgîn…`` .
Tagore kete dîrokê de ji hemû deriyan ve, rahişte efsanên Hindiyan ew kirin nameyên raman û hişmendiya mirovahiyê, loma bû simbolek seranserê cîhanê.
 ANDRÊ GOOD nivîskarê fransî dibêje ez bawer nakim ku di wêjeya cîhanê de şêweyek xweş û pak wek a TAGORE ku min pê xweş e girî û hem şad bibim di yek demê de, tişta ku min dikişîne matmayê ew têrbûna helbestên wî ku çawa dikarî pêzanînên Birahmatê ya ku hewqa asteng û aloz, ronî û hêsan bike…
Bavê wî oldarekî zana bû, bandoreke mezin di jiyan û fêrbûna pêzanînênBengalî di hest û ramanên wî de peyda kirin, da ku wek mirovek serbixwe ligel taybetmendiyek wî di  jiyanê de hebe, loma ew şande welatê INGILÎZ, li wir cara yekem bû ku wêje û hunera beyanî naskir di rêya xwendina hin berhemên wêjevan û nivîskarên mezin, mîna William Shakespeare,John Milton ûWilliam Blake û hinên din yên ku paşmayên wan diyar in di rûpelên dîroka wêjeya cihanî de.
Li gor dîtin û têkiliyên wî yên cîhanî pêwistiya miletê xwe nas kir ji bo vî hawî Dibistanek li Shantinkaitanê avakir û paş re ew dibistan dibe Zangoya Hindê.
Ji bo ged û xebata wî ya berfereh bo sedm ku yekemîn mirov di Rojhilatê de xelata NOBEL di wêjeyê de werdigre.
TAGORE kul û kederên wî ji mêj ve ne, dema ew çardehsalî bû, pêwistî haye û perwerda dayika xwe bû, mixabin dayika wî çû ber dilovaniya Xuda, wesa ew ma weke mendalekî sêwî, kul û keder di hemû qonaxên jiyana wî de berdewam man û pê re jiyan.
Dayê ezê bi rondikên kulên xwe
Ristikên Durr û Mircanan
 Gerdena te bixemlînim
Erê fenera ku şevên tarî
Li pêş min ronî dikir
Îro vemirî
Va ezê kul û derdên xwe
Ji bo xwe hilînim.
Her weha TAGORE nedkarî bê hêvî jiyana xwe berdewam bike, cihek taybet ji xweşî û şadî di jiyana wî de peyda dibe weke malxwê bi hevjîn, keç û kuran.
Xweşî hat li ser canê min
Ji hemû aliyên cihanê ve
Ez diramûsim ta jiyan hişyar bibe
Eger Havînê zûka xwe gihand
Hest û bihna xwe bi ciwanî
Bide û berde di hindirê henaseyê de
Mûzika can ku bi ciwanî û bedewiyê diyar bike
Ew hevjîna min e
A ku şemalka min vêxist û ronî da
Derdorê mala min .
 Mixabin şîn û şadî bi êk re heval in, lê para mezin a wî ji şîniyê ye.
Di demeke kurt û di pey hev re navbera salên 1902-1918 an, rewşek xirab biser de tê ew jî mirina hevjîn, keç, kurek û bavê wî bû, van bûyeran hema ti nema bû jiyana wî tine bikin, lê wek bîrewerekî bi semax xweragir û bê rawestan, û weha dibêje :
  ``Ev bahoza ku bi ser mala min de hatî jin û zarokên min ên wek gul û kolîlkan revandî, li nik min bû qizinceke dilovanî da ez bi kêmasiyên xwe agehdar bim da berû pênasiyê ve biçim û binasim ku cîhan ti pê nayê dema tiştekî winda bike`
`.
Her weha wî dizanî ku ew weke guleke pelên wê yekeyek jê diweşin yan jî wek mirina berhemek gihayî xwarinê, ser wilê jî ma xweragir bi baweriya wî bi Xuda yê ku bavê wî wek paşma jê re hişt û taybetmendiyeke mirovahîyê jê re çê kir.



GANDHI gelek caran amaje bi straneke wî dikir û digot:
Ez im ew bixûra ku neyê şewitandin
Bihna miska wê dernayê
Ez im ev çira ku vênekeve
 Ronahiyê nade dinyayê
Wek me gotî TAGORE ne tenê Helbestvan bû, lê belê gelek çalakiyên wî ên cûrbecûr hebûn ji bilî wêje, huner, awaz û mûzîkê, wênekar û wênebaz bû xwedî berehemek zor ji tabloyên wêneyan ku hijmara wan bihtirî 3000 tablo bi şûn xwe de hişit.
Ji mirinê qet ne ditirsa û her demî ew amadebû piştî temenê wî gihişte 80ê salî weha got:
ez dizanim wê rojek bê nema vê xakê bibînim
hêdî hêdî jiyan xwe ji ser canê min bar dike
li hêviya perde li ser çavên min bê raxistin
wilo jî wê Stêr di şevan de biçirisin û bimînin hişyar
ta elend careke dî xwe berhev bike
her weha jiyan berdewam e wek pêlên derya
dirahêje xweşî û nexweşiyê.
Tagore xwe amade dikir ji dawî jiyana xwe re û ji mirinê re xwe dikir xalat, weha pesin dida:
Ezê çi diyarî mirna xwe bikim
Eger da ji derî
Bi min xweşe eger ez peyalek mişt
Ji jiyana xwe pêşwaz wê bikim
Keda hemû mîwên xwe
Berhemên rojên payîz û havînê
Û şevên xwe
Bikim diyar
Bê xelat nahêlim mirin destevale
Ji mala min biçe.
Ji berî mirna wî bi çend rojan nameyek nivîst tê de hêviyên xwe diyar kirin, pêwiste dîrok rêça xwe bighere û xwe nûjen bike da Elendeke nû ji rojhilatê diyar bibe û rojeke nû hilê.

Ez rêwî me
Va hat dema çûnê û destevala
Ez rêwî me û dil hêvî me
Balende difirin li ezmana
Ne ji bo herin valahiyê
Lê ji bo li xaka welatê xwe ya zêrîn vegerin
Erê roja Tagore çû ava lê ronahiya wê ma zindî di mêjo û dîroka mirovahiyê de.
Ey kelekvano
Keleka xwe bajo
Here û têkeve deryan
Durişmê aştiyê bilind bike
Li pêşiya te ye
Berûpê biçe………..

Jêder:
Mijarên wêjeyî
Birahîm Qasim









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5953