Hejmara Hejdemîn a Kovara Ŝermola Derket
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 18 íĉáíĉ 2023
Mijar: Nûçe



Hejmara Hejdemîn a kovara Ŝermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weŝandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Diyaloga çandan) e, Ji ber giringiya wê di pêŝxistina peywendiyên ŝaristanî û çandî û nêzîkbûna tê xwestin di navbera gelên herêmê de bi giŝtî û karkirina ji bo diyalog û kiryara hevbeŝ li ŝûna dûrxistin, cudabûn û dijminatiya di navbera wan de.
Ji pêŝekiya hejmarê: "Bi her awayî, nabe ku tu netewe yan jî komeke mirovî maf bide xwe ku destdirêjiyên dermirovahî li dijî netewe yan komeke din pêk bînin, Lê tiŝtê ku di vê çarçoveyê de tekez e, ew e ku nebûna têkiliyê di navbera netewe, gel û civakan de sedema sereke ya van hemû destdirêjiyan e. Em dikarin bibêjin ku nasîn û diyalog rê dide bawerkirina bi hev û mirov ji ramanên tundrew û hiŝk dûr dixîne, her wiha berjewendiyên hemû aliyan ku erk û mafên her aliyekî yan her neteweyekê misoger bike, diparêze.


Di encamê de, pêwîstiyeke tekez bi hevjiyan û danûstandina ŝaristanî di navbera civak û çandên cuda heye.
Siyaseta parçekirin û çandina nekokiyan di navbera gel û mezhebên herêma Rojhilata Navîn de ji aliyê hêzên cîhanî yên serdest û hin rejîmên desthilatdar ve li herêmê tê meŝandin û ev yek bandoriyeke mezin li demografî, erdnîgarî û hebûna gelên resen dike û metirsiyê li ser dîroka çandî û ŝaristanî ya herêmê pêk tîne. Di nava du serdeman de, ew siyaset bû sedema rêdana ŝerên mezhebî yên bi deh hezaran mirovên Lubnanî jiyana xwe ji dest dan û nakokiyên di navbera mezhebên Sunî û Ŝiî yên li Iraq, Yemen û Sûriyayê kûrtir kir. Her wiha arandineke xurt li dijî gelên Xiristiyan û Kurd ên li Tirkiyayê, Sûriyayê, Iraq û Îranê ku ew jî bû sedema pêkanîna komkujiyan û guhertina demografîk li wan welatan ku heta niha pirsa Kurd bêyî çareseriyeke mayînde li herêmê maye. Lewma bi gelek hewldan, lêkolîn û teorî hene ku dixwazin rûyê rastqîn yê dîroka hezar salên dawiyê li Rojhilata Navîn derxin holê.…".
Di hejmara Hejdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.
Hejmara Hejdemîn a kovara Ŝermola 236 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beŝa kurdî de ev berhem hene:

Pêŝekî:
- Diyaloga Çandan li Rojhilata Navîn.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Dosyaya Hejmarê:
- Nêrînên nivîskaran der barê Diyaloga Çandan de
Lêkolîn:
- Melayê Cizîrî û Têgeha DIL.. (Diyar Bohtî)
- Mijarên Ziman .. (Berzo Mehmûd)
Hevpeyvîna Hejmarê:
- Li Gel Nivîskar Ciwan Teter e (Aram Hesen)
Pirtûkên Derketî:
- Ehmed Zeredeŝt û (Çîrokên hêviyê).. (Reŝîd Abas)
- Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Huner:
Pesnê xwe nede .. (Fatma Ehmed)
Jiyana Dînan .. (Alan Ebdela
Çîrok:
- Mamoste Jîn.. (Hind Ebdelo)
Serbest:
- Di Gulistana weŝanên Kurdî li Sûriyê (Kovara PIRS û Rojnameya NEWROZ)..(Newafê Biŝar)
- Ragihandina Azad û Parastina Hevgirtina Civakî.. (Dilyar Cizîrî)
Nuçeyên kovarê:
- Nameyên zarokan bi weŝaneke taybet hatin çapkirin






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîŝan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5951