Zanyar li Kurdistana bakûr
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 04 íæáíæ 2023
Mijar: Nûçe



Rêber Hebûn

1-Pêşgeh

Em ceng dewsa vegerandina nasnameyê ji destekî êrîşker dibînin, hewil dide wê nasnamê têkbibe.

Biyardayîna rûbirûbûnê mîna çareyekî misoger e û vê yekê rewşa hovîtîbûna neteweyatiyê  ji aliyê bijardeyê fermandar ve sepandibû, mîna hewildanekê ji jinavbirina taybetmendiyên netewan û êrîşkirina li ser bermayê wê yên zanyarî û girêdana wan bi erdê xwe re,  naxwe parastina hebûnê ew mîna bersivekê ye ji banga xurista hevseng di me de,û bergiriya li hember rewşa gurbûna desthilatî li ser zanyaran sepa dike erka ezberkirina destketiyên xwe ji neman û windabûnê ve, û erka wan gelên saxlem ku bermayê mirovê hişmend bi rêya çanda rûbirûbûnê biparêzin, û bergiriyê li hember biveya helandinê di nav ricîmên totalîter de yên berdewam dixebitin ji bo çêkirina cengên navxweyî û afirandina awante û aloziyan di nav gelan de, û dehfandina wan ji pevçûnên vala bi encamê wê zêdetir  rewşên jihevxistina civakî û malbatî rûdabûn, berhinde girêdana bi kokan  ji bo di malzaroka çanda serdest de newin pişaftin ew bi xwe di rastiya xwe de nûnertiya pergalekî ji pergalên ezberkirina pêkanînên zanyarî dike,


û di sirûşta xwe de wateya şoreşekî zanyarî dide, rabûnekê hewil dide bi naverokên zikmakî pêş bikeve ji bo mirov û tiştê girêdayî bi hezkirina erd û ziman ji aliyê axaftina bi wê û şehnazaiya bi wê erdnîgariya yên gelek komên mirovî li ser heman cudabûn û pir bijardeyên wê dicivîne, bê ku hewildanek hebe  bên e tunekirin, bi rêya dehfandina wan ji pevçûnên bê sûd ve, tenê ew tişt bîngeha rewanî û naverokî lawaz dike, û peywendiyên hatinrêzê di nav wan de têkdibe, ji ber ku dema bizdan û fişar di nav gel de belav bibe em dibînên ku çareyên jiyanê bêhtir zehmet dibin û tirs hewayên henasê digre û herwiha kesayeta tirsnak dikev xefka desthilatdar yê zêde sert û sermezin dibe bi zêdebûna kesên bizdayî an yên bidûketî ji bo pêşkêşkirina alîgirtiya xwe yê ji yekalî ve, jibîr dikin girsbûna tewanan yê  ku ew desthilat pêkanî bû, herwiha ew tîjandina bêdeng berdewam dibe ta bibe navnîşana wê qonaxê, û civakên tirsê hêdî hêdî ji qonaxa lawazî û tirsê ta qonaxa şikênandina bizdan  û hêzê li hember terora dewletî tên e veguhêztin.

2- civak û terora dewletî

civakên tirsok nikarin xwe ji nezanîbûnê qut bikin û ev yeka wan berve xizanî û paşketinê dibe, û sertiya terora dewletî li ser cemaweran xelkê dûrî dema niha dixe û wan dihêle ku di tenahiyê de bin û  ji jiyan û cîhana sivîl û guhertinên girs yên rewşê bi lez diguhêrin dûrbikeve, û di rewşên zorengê de ti pêngaveke xuristî di jiyana civakan de pêknaye,berhinde desthilata netewî ya nijadperest bi lepê xwe yê hisinî movikên jiyanê digre, li gel wê em cîgehên herî sert dibînin mîna qurbanekî bi rêya bazirganî bi ol an windakirina hiş bi rêya wî, û ew cîgeh rastî paşguhkirina rajeyî û hînkerî tên û ji lepê dezgehên salixgerî derd dikşînin, yên takekesên wêna kirin sîxor dijî hevdû, berhinde hemû tişt têkdiçe bin siha gurkirina girtinheviyê, û felsefa najî bin siha komên yên rastî  gefxwarinê tên , hêz , ewlehî û jiyana  xwe têkdiçe  bi rêya  binçavkirina desthilatê ji wê re ji ber ku ew gel  dijî nasnameya xwe ne û mîna metirsiyekê ji xwe re dibîne.

Armanckirina guhertin û guherîna demukratîk bi rêya sepandina  hêzeke mîtafîzîqî  bi têgehên olî ve têkel dibe civak bi wê ve tê dorpêçkirin ,helbet raman û felsefe  ew ji takekesê wêrek ve nêziktir e û bi heman rewşê kesê bi saw û bizdanê ve dûrpêçkirî wê nikaribe felsefe û vaca guhertinê têbighe tenê dema tirsê tê puçkirin û qulên wê tên e girtin, berhinde ol li cem tirsok pêwîstiyeke, û desthilatdar dizane ku ol pêdivî ye ji bo kuntirolkirina cemaweran ta bibin destikekê ji bo pêkanîna armancên wanî dûr, û bi vê vacê yê bi rêya wê civaka Kurdistanî li Kurdistana bakûr hatibû hişbirkirin, naveroka ramana faşî binyad bû , ew ramanê yê hemî netewên ne Tirk dibîne Tirk bi rêya sepandina ziman li ser wêna û pêdîvîkirina wê bi vê yekê bi cudahiya awayên neçarkirinê.

Tundrewiya netewî  bend û baskên xwe yên giran li ser milê pêkhateyên ne tirk danîbû, û hîştibû  berve pişaftina giştî an qirkirinê bi heman rengên xwe biçe an wê hîştibû berve çiyê ve here, bi berxwedanî û bergiriyê di rû vê harbûna yê qet nehatibû naskirin, û ev dikeve di warê avakirina kokelê nefretê di nav civakan de di demeke dirêj de, ev kokel ricîmên sitemkar yên faşizm dehf dide xirênê û hingemeya mezin û dihêle bibe derxistkerên giştî ji şerên navxweyî û aloziyên aborî re , berhinde desthilat rolekê mezin dilîze bi têkbirina nirxên rewiştî di nav gelên xwe de, û ji tirsê hestbûna bi windabûn û koçberiyê derdikeve û ketina di nav sûdgirtîbûn, kedxwarî û malgirtinê de bêhtir û bêhtir, û tenê emê sawa pepûkiyê bibînin yê ku belav dibe li ser kesên yên dibin nêçîrên hêsan di destê çeteyê gendelî, firoşgeh û hilweşandinê de û ev yeka dibe nîşanên wêranbûna ricîma dewletî ya netewî yê ku hevdû dixun û bi demê ve tên e roxandin.

Wisa em dibînin ku başî di siyasteta nijadperest de nîne ji ber ku bi karên dirindî radibe di dermafê zaroktî  û mirovan  de bi giştî, berhinde em ceng dibînin ku pêktê bin bihaneyên baş peywendiya xwe bi kiryarê pêkhatî li ser erdê nîne , li gel wê hezkirina erd û baweriya bi xwedê bikartînin ji bo ku niyazên xwe yên rastîn aşkere bikin, bi binaxkirina xweda û welêt bi hevdû re û rakirina wê bi darbesta çavkariyê li gora wê yê dawî.

Berhinde em timî zordarî dibînin derbirîneke  li ser rewanê ezeziya komî yê ew ji navdariya bijardeyên desthilatê ne di rêvebirina kerî berve pîlanên xwe yên herî zîrek, û nêzik em cemaweran dibînin bi alavên desthilatê ve dilivin û bi hûrbînî şîretên wê yên dagirtî baweriya kor pêktînin û radestbûna ji desthilata heyî ku ew mîna xwestekeke narvînî û xwedayî ye çênabe mirov li hember wê raweste, beranberî tofekî tolhildar xwe dide bi aliyê dejberê wê desthilatê û ew jî bi awayê xwe kerî bi rêve dibe,û ev yeka ne rasthatineke , lê tevderbasbûneke naverokî ye ji sirûştiya herdû ropartan yên ji bîngehekê  dertên û ew pêşbirka li ser malgirtin û serdestbûnê bi rêya roparta xwedayî a nêrîtî yê ku di paşûla xwe de gurzekî ji pîlan û lîstokan rahijtî ye ji bo dehfandina cemaweran li hingemeya xwe yê naverokî , berhinde şerê takekesîbûnê  û nirxên  wê  yên rewiştî ew ji karên wan desthilatên netewî û olî ne ji ber ku ew li ser dîtina pergalên bedkar dijîn ji bo ricîmên fermandariya xwe û şêweyên rêveberîkirina xwe ji saziyan re û serkotkirina wê ji çi kesê ku ricîmekî demukartîk û azad armanc dike, berhinde em demukrasî û azadiyê dibînin  ku herdû du reftarên negîhayî ne bin siha dorpêçkirina vê desthilatiyê ji cemaweran re û qedexekirina xwe ji naskirina berketiyên takekesên wê ,yên hewil didin guhertina demukratîk pêkbînin û ev yeka wê azadiya jin û mêr ji bo sazîkirina jiyaneke nû pêkbîne, bê serkotkirina nêrîtî an serdestbûna reftar û reweştan yên tim hewil didin ku bibin rêgir li pêş hebûna nifşekî nû bi azadiya hilbijartin û xebatê bawer e, û çûna çiyê ew bi xwe  ji bo pêkanîna vê girêdana rastîn e û  beşdariya bi çêkirina jiyanek e azad bi rêya cenga mêr ligel jinê ji bo pêkanîna civakeke azad ku bikare bibe bîngehekî babetî ji destpêkirina jiyanek e hevpar ji bo sazkirina welatekî armancbûyî, di vir de derbirînek e li ser vîneke naye jinavbirin ji mirovekî bindest bin siha koletiyê bi dirêjî neqşeya Kurdistanê di her çar parçeyên wê bergiriyê dike.

Em dibînin ku cemawerîbûna kizîr ji xwe re bi rêya takekesên wê yên zanyar dikare cihderekî bibîne ji aloziyên partîtiyê yên bibûn derdekî derketî ji hilweşîna desthilatî  re ,a li jor cîgir e û li ser cureyê ramanê û pergalê wê  xwe vegirtî ye, derketin ji gendeliya  partîtî û siyasî bi rêya (cangoriya Kurdistanî) derbirîneke ji hebûna komkarekî cemawerî ku dikare pergalên desthilatî bimrîne li pêş pêla cemawerî a bêriya demukrasî û jiyana baştirîn durist bike.

Zelaliya hizrê şervan û bîrêkirina wî ji dayîna çi tiştê buha ji bo guhertina rewşa koletiyê û koletbûnê mîna derbirînekî ye ji giyanê pêngava berve pêş ji bo jiyaneke bîngeha xwe yeksanî û azadî ye, û li pêş sertiya fermandariya desthilatî mirov nikare tekoşîna siyasî bê ya leşgerî  bi tenê bidomîne.

Em dibînin hêz pir caran xêzên çareseriyê û çarenosên xelkê diguhêrîne û carne li ser ricîma faşî a ku li birca xwe yê dûr rûniştî sepa dike ku rêya rêzê bigre ji hêza dij re,  rastiya vê girtinheviyê cîgir e mîna nîşanekê ye ji wê girtinheviya kevin û girîng di navbera hêzên parizgehê û hêzên pêşveçûnê de, gelek tê dayîn  ji bo çeşpandina hindikekê di gelek caran de, û li pêş wê ezeziya a kokdayî hundirê cemawerên dabeşbûyî bi awayekî giyanî û di warê zanînê de wêranbûyî em xêzên çareseriyê û xebatê netebitî dibînin, li gorî rewş û encamên rûdanê, ji ber vê  binavkirina kêşeya  heyî  di rastiya hizra cemawerî de têkçûyî  bi encamê derzîkirina wê bi derziyên pîrozbûna olî a girêdayî bi rastiya ola siyasî  ve a ku bi dirêjî çaxan derketin û fermandariya  fermandarê tam bilind kiribû, û ev yeka gunokirineke zanyarî durist kiribû ji civakên kelepçekirî  re , yên gendelî û koçberîbûn ji her alî ve wê dorpêç kiribû, lê cemawerê yên ku bin siha alavên zorkariyê dijîn fêr bibûn ku vê yekê di hişê xwe yê kur de vexwin, bi hêsanî nikarin bi cureyê alavên ramanî yên nû bawer bibin ,nexasim ku bin siha nakokiya diyar di navbera alavên şêwazê, kîjanî jê ji guhertinê ve nêziktir e û kîjanê ji demborînê re vedigere.

Ew demborîna a di rastiya xwe de li ser bîngeha qutkirina ji demê niha ve cîgir e, û razana li ser palgehên dîrokê naskirî ye .

Li gor vê yekê em dikarin berbikevin ku cureya jiyana civakî pêdiviyê xwe bi demê ve heye ta bê veguhêztin û dibe ku li gor alavên wê tam ji fişara ricîma bavanî rizgar nebe, bi awayekî  ji awayan wê bê girêdan, di vir de em dikarin berbikevin ku vîna zanyarî a di giyanê cemawerê xort de ew dikare civakan ji serdemên bavaniya fermandar ve rizgar bike û ji cure û alavên kirdeyê xelas bibe, ji ber ziyanên xwe li ser xêza guhertina demukratîk di demeke ne diyar de dihêle û bi rêya şîrovekirina me ji rastiya rahijtina çekê ji bo bergiriyê li erd û destkeftiyan me dît ku rastiya wê derbirîneke ji giyanê zanyaran yên bi kokan ve girêdayî ne li hember metirsiya jinavbirinê an qirkirinê bi herdû şaxên wê yên gewdehî û rewşenbîrî ve, çendîn netew li berxwedabûn ji bo heyîn û şaristaniya xwe û ne di hizrên wana de bin serwerî û  serdestiyê li ser malên ji bilî xwe bikin û çendîn ceng hebûn armanca wêna jinavbirina şopên netewên şareze bûn , berhinde zoreng li ser erdnîgariyê di sirûştê xwe de zorengekî desthilatî aborî  ye,  mafiyayên yên li ser pere û çek serdest in wana birêve dibirin beranberî vê yekê cemawer bin siha gefxwarinê tên e guhertin, li gor wê rewşê li çareyên xuristî digerin ji bo vejîndana mirovê nû yê bi kokên xwe ve bawermend û ezberkirina avakirinê çareya komên aştîxwaz saz dikin di girêdana xwe de bi jiyana hevbeş ve û bi rengê xwe beşdar dibin bi bandorkirinê bi awayekî rasterast di naveroka hişmendiya rojhilatnavînî de, çare ne tenê hindek şîret û gotin in li ser tabloyên rêklaman û bernameyên partiyan de tên e danîn lê ew derbirînek e ji vîna jiyanê ye li cem gelên yên hewil didin di tebat û bergiriyê xwe de biserbikevin li hember ricîmên yên bibûn reşxewinekê di jiyana wan de û di ramana takekesên wêna yên nû de.

Û dibe ku girêdana bi kokan serkeftin be ji mirovê zanyar re û nirxên wî yê heyî li ser bîngeha avakirin û weşandina bedewbûnê di cih de bi rêya dîtina peywendiyên sirûştî di navbera xwe û henasê de yê hewil dide rizgar bibe bi rêya bikaranîna raberî û berketiyên xwe bê bend û celewkirin.

Û dibe ku em li gor vê yekê  cêwîbûna peywendiyê di navbera erd û mirov bi rêya zorengê ji bo hebûnê diyar bikin , ji hewildanên desthilatdarên nû ji bo saxkirina nêrîtiya pîroz dema bi olî û netewî re têkel dibe û ev yeka di çaxa buhara Erebî de hatibû xuyakirin û bi taybetî di rewşa Sûrî de, ji ber vê em derbirîn li ser cureya vê zorengê dibînin ku ew di rastiya xwe de serkeftinekî mezin e ji nirxên şaristaniyê re li ser nirxên dirindîtî û koçeriyê , berhinde mirov mezin dibe bin siha vê zorenga zindî û bêzarkirî di sirûştiya xwe de yê gelek pirs bi xwe re tîne ji cureyê du jiyanan yek cîgir e li ser rikberiya mirov di hêz de, jiyan û aramiya xwe de û a din dij e li ser bergiriyê li hember wan hêzên yên ku kedkarî û mirandina giyana serkeftinê li cem wî de durist dikin , di vir de em dikarin bihane bidin  vê zorengê ji bo rizgarkirina maf ji baskê deqa pîroz yê ku desthilat bi naverokên wêna dilîze ji bo kawşkirina kesên bê agahî ji nandoziyê re taku bên e bikaranîn mîna agirdeyên vala , ji ber vê yekê xebata azadîxwazan bin siha erdê ewa pêgirtina bi rastiya nirxên yên bi bergiriyê ve girêdayî ne  û dayîna çi buhayê ji bo diyarkirina hewildana zanyarî bi berzkirina afirandinê mîna rastiyekê ji xwesteka jîndarê azad re ji xebat û avakirina welêt, û xweda li gor rastiya vê pêgirtinê di evînê de cîgir e û ne di deqên xwînê yê mirov dihêvoje li nefret û pevçûna bi kesên cuda re, lê ew hebûn e bi bedewî afsûn û reseniya wê û ewa zanîn e bi rêveberina civakan ji rêyên geşepêdan, rengirtin û xebata li gorî mercên rabûn û avakirinê .

Û bi vegerandina me ji axaftinê ve li ser peywendiya başî bi siyasetê re ,em dibînin ku ew nikare koman biparêze yên ku derdê birçîbûn , cengên navxweyî û aloziyên herêmî dikşînin, berhinde hêzên aborî cengan birêve dibin, hewildidin têgeha parastina xweser red bikin yê ku bijardeya binketî hewildana vê yekê dike , ji bo berjewendiya serkeftina têgeha qezenc û sûdwergirtinê misoger bike .

Ligel wê demukratî  dibe wek sloganên gotinî , binpêkirinan li vir û wir dinixumîne, li gel wê ceng di naveroka xwe de liyangiriyeke ji aliyê serkeftî re, li pey xwe şopa dijwar dihêle ji neman, koletî û wêraniyê ve, ji ber vê pêşesazîkirina êş û mirinê ew vergirtin in , desthilatên gelemperatî ji cemawer û partiyên xwe re veguhêztibûn, û bibûn cureyekî ji bê rûmetkirina giyanî û ramanî re , ji bo pêşkêşkirina zêdetir ji qurban û gorînan re ji berjewendiya hebûna sitemkariyê ê bû kovanekî penceşêrî mezin û em dikarin li ser bêjin ku ew berberê kevin e ji çi derdekî civakî an rewşenbîrî an aborî re cîhan vê yekê piştrast dike, bê guman ku gotina cîhana sivîlbûyî an azad gumanî li ser heye , ji ber gelek car pabend dibe bi hîştina ricîmên zorkar ta berjewendiyên wê bên e parastin, ta veşartina tewana kujer û kuştî bibe jêra mîna karekî bêçaretî hevyaz.

Bêzarbûna ricîma dewletî ji bo van ricîman biguhêrîne pêdiviya xwe bi legerînê ji berjewendiyên wê yên daringî  heye di navçeyê de bi palpiştina xwe li ser tiştê ku ew ricîm encam dide ji kort û tîjandina mezin di navbera gelên vê navçeyê de di demeke dûr de.

Van kortan di nav xwe de nakokiyên olî  yên xwe nû dikin xwedî dikin û pevçûnên desthilatî zikmakên xwe ji demborîna dûr ve  werdigre têne nûjenkirin ji bo mêjî bi rêya wê bêne bergekirin.

Naxwe vejînkirina demborînê bi dîmenên wê yên dirindî hêzên mezin wana çêkiribûn  bi palpiştbûn li ser paşkîtiya gelên rojhilata navîn û nehestbûna wî ya komî, ji ber ku dîmenên kuştin û sotandinê  û lîstina bi kelaxan û birrîna serî û destan, hatibûn nûkirin ji jêderên dîroka kevin a li ser pevçûna desthilatî hatibû cîgirkirin , ew diyarbûneke zelal e ji hişmendiya desthilata nûjen bi dehfandina gelan li hêlûnên bizdan, tirs û reşepêşbûna hundirî, û metirsîdartir tiştê ku tê belavkirin  ji ezmûnên dîroka tije zorengên sert hatiye birin, yên xwestin cemawerên kirtanbûyî vegerînin zikê demborîna dirindî li ser heman kirêtbûn û sertiya xwe,ji ber vê hebûna ricîmên yên ji navendiya netewî û comî dixwin ew mîna rikberiyekê ne di riwê cîhanê teva de, eger newe tekoşînkirin, tiştê bi seyr ku hinek dewlet li dor wê dicivin bin bangeşpêça tekoşîndariya teror û tundirwiyê û ew dewlet bi xwe jêrder û biperebûyê herdûyan e, li pêş vê yekê pênûs nikare ti guhertineke berçav pêkbîne û çavên desthilatî yên xwedan hatin û serwerî  tenê berve çawaniya kolegirtina gelan diçe û  xwestinên wê taku azadî û vebûnê sînordar bike.

Wêrankirina jiyanê û dûbare dabeşkirina komên bazdayî û bicîkirina wan bi rêya guhertina neqşeyan vê yekê bi giştî bandora xwe li ser ricîma nirxên rewiştî dike û wê berve wêranî û windabûnê dibe, û bi encamê reşepêşkirina çêbûyî di cengên navxweyî de û zorenga li gel ricîmên sitemkar, em girsbûna lekeyên neyînî li ser civakê bi hemî bijardeyên wê  dibînin, dema em bûyerên bumbebaranê li ser gundên nêzî çiyê û çekdaran,qirkirina komek ji xelkê mîna diyarbûnekê ji berzbûna bûyerê dibînin .

Dirindîtiya desthilatê û terora dewleta tirk mîna felaketeke rastîn e e ji çi terorekê ku em li ser biaxivin di derbarê komekê an rêxistineke bi xwe,ji ber ku ti dewlet nikarin wêna mîna tewaneke terorî binav bikin mînak ( Yekîtiya Ewrûpa) dema di navbera wê û Tirkiyê de têkiliyên aborî qezencî hebin, ji Tirkiyê re rê vedike ku her tiştî bike , mînaka herî diyar hewildana wê ji qirkirina gelê Kurdistanê bi derbasbûna dîrokê herwiha qirkirina Ermen,Kildan û Aşûriyan di dema desthilatdariya Osmanî de, em vê dîroka xwînî binyadkirî û dirêjbûyî ta dema niha dibînin, vê yekê bêdengiya dewletên yên xwe dibînin demukrat û li ser mafê mirovan xwedî derketî ji Tûrkiya re vê yekê rewa dikin  ku binpêkirinan berdema bike .

Bi vî rengî em dikarin dûriwtiya navdewletî têbighin, herwiha şopandina êşa gelên yên hewil didin timî êş li ser milê xwe rabkin bi rêya bergirî û berxwedaniyê.

Armancên sitemkariya siyasî vejînkirina tirs û parçebûna civakî di navbera cemawerê yê ku li ser roparta desthilatê dijî , bişanhildanên netewî belav dike û pêdiviya miqatebûnê ji pêkhatiyên derve yên  wêna pesindan dikin mîna biveyekî li ser welêt , ev yeka roparta netewî ya Erebî pesindankiribû dema pêkhatiyên ne Erebî binavkiribû mîna ajan û yên ku hewildidin keysa xwe bînin ji xewinên yekbûnê herwiha bi peywendiyê ligel dijminên welêt ji bo parçekirinê  xwe amade dikin, herwiha roparta Tirkî a nijadperest yê hemî gelên yên li Turkiya dijîn mîna tek gelî binav dikin, ji bilî dîtina gelên ne tirk mîna gelên binî  ,xwe kirin e tirk û rehê xwe ne pak in bervajî kesên yên bi zikmakê xwe pak tirk in  , herwiha roparta Farisî yê hemî gelên ne faris , mîna gellekî Farisî dibîne, li pêş wê bermaya bîrdozî a ku bîngeha xwe nefretbûn û parçebûna giyanî ye di nav gelan de, em ceng û nakokiyan dibînin berdewam in û herdemî ne, û li pêş gurbûna wê zanistên mirovî hewil didin ku bi erkê çaksazê şermok rabin , bê guman ku roparta olî yê ragehî karîbû bi awayê xwe awantebûn û wêraniyeke girs durist bike, li hember vê pevçûna bizyayî em ti rol ji zimanê ronakbîrî re nabînin bi kanîbûna wê an bandora wê li pêş belavbûna penceşêra Islama siyasî a netewî yên herdû bi rêya desthilatên yên li berjewendiyên xwe digerin li ser qehfên hênikan  ceng û nakokiyan gurtir dikin .

Koçberî zêde dibe û hevgirtina civakî lawaz dibe dema tirs dibe mîna derziyekê bin sihên wê qêrîn tên e helandin, ta cemawer bibin bê ziman û berketin ji bo qet zorkarî li ser ranebe, ji ber rewşên qirkirina rewşenbîrî û bîrdozî yê ricîma totelîter bi riwê xwe yê faşî sepa kiribû, jihevxistina civakî bi rewşên herî bedkar di dîrokê de derbas dibe,ta bê nemankirin û bidawîkirin bi rêya ropartên yên bange şer dikin ji bo zêde dûrbûn di navbera pêkhatiyên wê, mîna mertalên mirovî an êzing ji cengên hundir û derve tên e bikaranîn.

Cengê ku desthilatdaran bi ser Kurdan ve tînin   tenê ji ber ku Kurd in û bi zimanê xwe dipeyivin û li ser axa xwe dijîn ew mîna berbadeke nijadî ye navdar e bi derbasbûna dîrokê , hesta bi milhurî û zorbaziyê zêdetir dike û hesta bi nefretê tojtir dike , gelên vê rojhilatê dibin jêre qurban, ji ber reşepêşkirina a ku ricîmên wan li ser wana sepandibûn û ew li ser wê wêneya niha ji wan tê xwestin ku gewdeh û hişên wan bibin alav bi destê wê ricîmê  ji bo berdewambûna vê cenga bê hempa , berhinde xemê desthilatdarê netewî kirîna henasan ,û zêdebûna alîgiran yên wana dikiribûn peykerên pîroz ji van şerên bê wate re, û em çûna berve parçebûn û girtinheviyê dibînin mîna nihadiyeke nûbûyî di nav gelên rojhilata navîn de mîna dirêjiyekê dighe  rojhilata binî û dûr, lê rehnîkirina me ji rohihilata navîn re mîna naskirina aloziyên wê ye yên herî tevlîhev û bi girêk ve nexasim ku çarem kevintir netew di navbera çar dewletan de parçebûyî dijî.

Hebûna Kurdistanê parçebûyî li ser navçeyê nearamiyeke demdirêj sepa dike, ji bilî girtinheviyên comî yên gurbûyî li vir û wir, herwiha bêzariya roparta netewî ya desthilatdar ku çareserî jêre bibîne, û binveçûna wê ya dijwar yê ku pêşeroja gelan dehf dide li heldêrê.

Em suriştiya parçebûnê jî diyar dibînin di nav civakên rojhilatnavînî de bi giştî û ya Kurdistanî bi taybet ve, ji ber ew navçeya gurbûyî dihêle bibe felaket li ser hevdû bê ku bighe  jiyaneke bêhtir rêxistin ta li hevdû rûnin  ji bo pişrastkirina xalên hevbeş yê ku lawên tek pirsgirêkê an tek zimanî ji hevdû nêziktir dike,lê çareya zanyarî di derbaskirina hişmendiya netewî de ye bi naveroka wê ya desthilatî ji bo vebûna hevbeş di nav van gelan de yên cîran û bi hevdû ve derbasbûyî bi sedemên dîrokî û erdnîgarî.

Dûrxistina huneran ji civakan ve ew derbirîneke bi kirina wê mîna êzing ji aloziyên ku ti kes têde bi sernakevin, berhinde çêdibe em zorengên rojhilatnavînî  têbigin ku ew di beşeke mezin de jê mirinkirineke gelerî ye ne bi rêk û pêk e ji hilweşandina ricîmên sitemkarî bi awayeke bê hêvî tije şikestin û hevgarî,  beşê din tê diyarkirin bi teqîna nakokiyên hundirî ji xuristiya ricîma siyasî û têkiliya wê bi derveyê herêmî  û navdewletî re, ev yeka bervajîbûneke bedkar dide civakên tar û mar yên li ser misoger dibe ku bi metirsî, pepûkî û mişextî bijîn, û em dikarin vê yekê bizanibin bi derketina çi şoreşgerekî hatiye çiyê û li paş wî çîrokeke pepûk heye, an bûyerên ku jêre piştrast kirin e  ku çi rê ji rizgarî ji dûriwtiya civakê û paşverotiya wê nîne jibilî dergeha sirûştê li wir zelaliya a  hatibûye winda peyda dibe , çendîn niştecîbûna mirov li deşt û zozanan destikek bû ji bo jibîrkirina hevgariyê din û zora wî, li pêş ew fişara desthilatî bi rêya şaxên wê yên dirêjbûyî ,mebesta min ji vê yekê kedîkarên reftar û rewşetan, em tenê kesên bazdayî an derdkêş dibînin yên kokê kêşeyê têdighin, koka kêşeyê: desthilata serkotker e ji ber ew serketibû di garyayîkirina civakê bi pere, ol û bahatînê û bizdandina wê bi destikên zordarî ,serkotkirin û jinavbirinê, li pêş vê fişarê yê tê pêkanîn ligel guhertinên demê û gîhiştina civakan ji jêhatîbûnekê bi giringiya tevgerê û armanckirina rabûn û guhertinê , em hêvî dibînin pêş dikeve û berve ew pêla bi liv û rizgarbûna armancbûyî ve diçe , li gel wê zorenga dîrokî di navbera cemawer û desthilata serkotker de li qonaxên din tê veguhêztin, di nav de tevderbasbûnekî di navbera berjewendiyên dewletên herêmî û navdewletî pêktê û serdestbûna aborî û guhertina neqşeyan li gor serweriya xwedî hêzê li ser desthilatê yê li ser hemî deverên rojhilata navîn dabeşbûyî, lê belê guhertina ramanî a zanyar bi kelemên rikberiyên serkotkirina desthilatî ve derbas dibe, ew rikberiyên yên ta radeyekî mezin van civakan dereng hîştibûn, zorkarî bû reweştê ricîmên rojhilata navîn û Kurdistan bû meydana herî kelyayî û tîjandî bi demê re, li gel dewletên yên hatibûn e çêkirin ji 1916 ve li gor hevpeymana Saykis Bîko, yê hîn bermayên wê wêraniyê di deroniya civakên tarûmarbûyî çêdike, yên hew dikarin ricîmên xwe biguhrin ji bilî bin sihwana destwerdana derveyî û xwestina hêzên mezin di guhertina neqşeyan li gorî berjewendiyên xwe, şûnda şanên rêxistinî yên dijber ji van desthilatan eynî reftarên sitemkar li ser takekesên xwe pêkanîbûn , yên tevlî xebata têkoşerî bûn ji bo armanca dûrxistina zorkariyên civakî û siyasî yê xwediyên hişmendiya nêrîtî a sert pêkanîbûn, û hebûna xwe pişrast kirin ji hebûna ricîmên navendî yên bihane dabûn e serweriya hişmendiya bavanî hundirê yek malbatê, ev hemî buhaya ew xortê derketî dabû yê ti kunekî hêviyê nedîtibû dikare bi rêya wê têkeve hundir, li gel wê yê dîl  fêrî kiryarê zîndanavan bû û  li ser kesê ji xwe  lawaztir pêkanîbû û herwisa.

Ev reftarên sitemkar mîna agir di gîha de di hundirê  li kirdeyê mirovê paşdeçûyî  hatibûn e veguhêztin , tiştek li pêş wî nabe rêgir ku fermandariya xwe pêkbînê, ji ber ku bindestiya wî rê nedayekî ku  li pêş de here lê bi kesên din re vê yekê dijî û herwisa.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5950