Mela Ehmedê Palo (1920-1991)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 09 íæäíæ 2023
Mijar: Nûçe



Birahîm Qasim

"Di piraniya helbestên wî de em dibînin ku êkser bi þêweyê Riyalîzim(Rasteqîne) hatine nivîsandin ji ber ku xwestiye xwe ji xewn û xeyalan rizgar bike, xwe tevlî pêþketin û avadaniyê, huner û zanistiyê û guherînên civakî bike."

Mela Ehmedê Palo helbestvan û dîrokzan tê nasîn, wî jî daye ser þopa nifþê berî xwe ji helbestvanên kevnar, helbestên xwe bi malikîne û çarîne li ser ritim û newaya pêlewazan bi þeweyê klasîk nivîsandine.


Qey tenê ez rênenas im da bizanim ev çi ye
Der newala û kort û kaþ im cane min bê hêvi ye
Palo jiyana xwe di feqîrî û perîþaniyê de borand helbet rewþa wî bandorek li ser þêweyê wî hebû.
Tu çend salan li vî gundî dimayî ber malatî da
Nedî xweþî nedî rindî çilo dirbaz dikî jînê
Di pevçûn û di bindarî di bêqedr û di bêkarî
Kiþandî derd û sersarî dirakî war û hêlînê
Di piraniya helbestên wî de em dibînin ku êkser bi þêweyê Riyalîzim(Rasteqîne) hatine nivîsandin ji ber ku xwestiye xwe ji xewn û xeyalan rizgar bike, xwe tevlî pêþketin û avadaniyê, huner û zanistiyê û guherînên civakî bike.
Hûrhûr dixwînî dibê heya kê
Bêcî bimînî bêwar û bê dê
Pey hov û dîn î naçî medresê
Tu min nabînî çira nabê hê
Çawa dimînî bê nav û rûmet
Carek nabînî cihan û dewlet
Bo çi naxwînî qe nakî xizmet
Derdan dibînî bin dare minnet
Palo wek mirovekî têkoþer dijî hejarî û perîþanî, paþverû û nezanînê bû, li aliyekî din dijî dijmin û neyarên netewa kurdî radiwestî, herweha Palo di warê þîretkarî û rexneyê de hiþmendekî zîrek bû.
Ger dê bimînî her wiha bindestê mar û ejdeha
Ber asitan û dergiha jar û pepûka berteþî
Ser ranebî darê sitem derba kul û derd û elem
Pê þa bibî tirk û `ecem tazî bilakî rûreþî
Bo Kurdê jîr û bendewar ger tengî bê ew tê hewar
Dijmin dike jev tarûmar tine diyarê zerteþî
Mela Ehmedê Palo yek ji wan helbestvanên ku gelek jiyana xwe, ji bo çareseriya kêþeya gelê xwe bûrandin, û berhemên xwe yên edebî, li dijî tarîtiya zordestên ser miov û mirovahiyê bikar anîn, kirin mûm û fener li pêþiya gelê xwe.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5946