Baxçeyê Birêveberiya Koçberan
Dîrok: ÇáÎãíÓ 08 íæäíæ 2023
Mijar: Nûçe



Li bajarê Þilêswîg (Schleswig) Birêveberiya Koçberan û bi beþdarbûna Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) baxçeyekî gulan hate danîn. Baxçeyê hevbeþ Kurd û Elmanan gul û kulîlkên li gora seqaya herêmê guncaw çandine.
Di roja cîhanî ya jîngehê de hem bi amanca parastin û ciwankirina jîngehê, hem jî ji bo têkilya Birêveberiyê digel biyaniyan tako tabloyeke pêkvejiyanê nîþan bidin.  Berpirsê navçeya Þilêswîg Herr Dr. Wolfgang Buschmann (birêz Dr. Volfgang Bûþman) li çalakiyê amade bû.


Birêveberê birêveberiya koçberan Herr Nils Wienke (birêz Nîls Vînkê) kurtegotarek xwend û tê de got: „Ez pir kêfxweþ im ko îro bi we re çalakiya çandina kulîlkan dest pê dikim û bi hev re em tiþtekî ciwan û rengîn biafirînin. Dawiyê bihar hat û tav dihêle ko xweza dîsa þîn bibe. Gelo çi ji çandiniya kulîlkan bi hev re rêyek ji bo pîrozkirinê çêtir heye?
Îro em komeka rengîn in, ko ji gelek welat û çandên cuda hatine. Her kes ezmûn û helwesta xwe bi xwe re tîne û ew tiþtek e ko ez bilind dinirxînim û rêzê  lê digirim. Ji ber ko tenê bi danûstandin û hevdîtinan em dikarin ji hev fêr bibin û bi çandeyê hev dewlemend bikin.”
Bi amanca parastina jîngehê û zindîkirina xakê pir giring e çalakiyên wisa bêne kirin, bi taybetî li Kurdistanê û yek ji amanca komleya Kurdî-Elmanî ko bikare li welêt jî piþtgiriya çalakiyên zindîkirina jîngehê bike û di sala derbasbûyî de bi rêka komeleya Kurdî- Elmanî gelek cûreyên gulan li Kurdistanê hatine çandin.

06.07.2023
Beþê Ragehandinê
Komeleya Kurdî-Elmanî
ÞILÊSVÎG.. BAXÇEYÊ CIWANIYA AVAHIYA RÊVEBERIYA KOÇBERAN - YouTube
https://www.youtube.com/watch?v=yRluUXyrCAs



















Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5945