Dr. Xelîl OmarQey karê min nema, bilî ko ez li ser vê riyê herim û bêm! Ev hivqas sal ez ruhê xelkên distînim, min kesek mîna Hemzo ruh bi dims nedîtiye! Dengê Melkemot ji der ve hat û pê re bû reqi-reqa diran û teþkên mêrikê nexweþ. Çima na; Hemezo bi çavên serê xwe li ber pencerê reþê Melkemotê ko mirov wî carekê bi tenê di jiyana xwe de dibîne!..
Vêca wê çi xweliyê li serê xwe ke? Mêrikê malê xwe amadenekiriye ji bo dilovaniyê û tew binêt bû, ko berî mirinekê, lawikê xwe yê diwazde salî bizewicîne û herwisa xistibû bala xwe, ko biçe hecê, nexasim îsal mûsim berbixêr bû! Gellek tiþt ji niþkê ve tên; lê ev mîrata han, ra lê nabe û mirov li ber, bê desthilane û Melkemot li tu pellan naxwîne! ..Ne wasîte li cem heye û zewac tew ne di bala wî de ye, ( min dikarîbû keçeke xwe dabayê û devê wî ji ser xwe gerandiba!).
..Dimîne ko ez xwe bavêjimê, bê dîsan li rojnama xwe meyzenake, belkî
di navnîþanê de þaþbûbe, þevê çûnî min bi qulla guhê xwe bihîst ,çawa
Ebaso li ser sicadê nifir li ruhê xwe dikir û dixwest ko Xewyê ruhê wî
bistîne çimgî kaxezên hevcivîna wî li Elmaniya qebûl nebûn!
- Ez
gorî, Xweda emrê te dirêjbike! Ka tê dîsan li rojnama xwe meyzeke? Ez
xulam, evaya ruh e ne sêniyek burxul e! Hemzo bi tirs û melûlî ji
Melkemot xwest û zîvirî ser kevaniya xwe û lê rabû: ma ruhê te wê
bêstendin?! Rabe ser xwe ji çayekê, ji qehwakê ji mêvanê me re çêke?
Melkemotê bejinzirav, yê ko bejn lê tewya ye! ..Xwediyê naperûþkên mîna
misasan û pirça `evorî û çavên berbijor aelaþtî nexasim çavê ortê, yê
sor bû ye û li hawakî dilîze dihêle ko mirov jê navqetandî bibe û ruhê
xwe bi hesanî bispêrê. - ..m..m. þaþtiyeke heye! Tu li ku û mala bavê
li ku! Ezê careke din bêm wî emanatê li cem te bistînim! Melkemot got û
rûpelek ji rojnamê jêkir û xiste bêrika xwe. Finikên bêvilê li Hemzo
fireh bûn û bû helk-kelka wî û ji kêfan re destên xwe avêt hibriya
Ferîda û di qirrikê de bada. Bihn li rebenê çikya û hustû lê xeliya û
heger ne ji Melkemot ba, ewê Hemzo bi destên xwe ruhê wê stendiba.
- Min dizanîbû ko þaþtiyeke heye, wilo nuqutîbû dilê min! Hemzo di gorrê de got û keserek rada û dîsan serê xwe danî.
××××××××÷÷÷÷÷÷÷××××××××÷÷÷÷÷