"Boyko lambovskî"
werger ji zimanê Bulgarî: Xorþîd Ilêwî
Ji we nefret dikim
tifî dîroka we ya tirsonek dikim
tifî ruwê we yê nandoz dikim
Û garana we bi kîn nefret dikim.
Kî ye xwedayê we? kî ya þeytanê we?
Kê bi dengê xwîsîgirtî gotiye:
"wê biþwetînin, vê keça dojehê biþwetînin!"
Nozdeh salan
Li gorî qanûnê we jiyam!
min li gotinên we yên genî û çort gohdarî dikir!
" Mûbarek be li kesên bê bext dengê pistepista we dikir.
Min dît ku qels ji wî bawer nakin
û hêzdar dengê wî nakin!
Bal bi yê niza derewa bikê ve çûm û bi xweþkayî :
" Bextewarî li wir nîne
ne dizî û ne jî xap"
Bi reqsa xwe ya dawî kêfxweþ bûm û ewe xwedanê sitirhan
berdewam li daholê dixîne
Rûniþtîbûm di herêma we de
Di tilismên we de hatim gevizandin û bi xwînmijan re min alastin
Ji bo we jehrbikim
we û jêmayên we
min tevhevîk ji zirindarê çêkir
Rehmê qet li min nekin-
heye yê paþîn bibe yê yekem
Lê hûn nabin ne yê yekmîn û ne jî yê dawîn.
Wê jiyana we mîna bezê mûmê biherike
lê ya gunihkar ez im
bi xortanî diþwtim û
hûn jî
Heger di demeke nêzîk de bi kul û hesretan hûn ne mirin
hûnê di jiyana xwe de mîna
teermekî genî bibin.
---------------------------------