Konê Reş Çima milet navdarên xwe bibîr tînin?! Gelo, wê jiyanê li wan vegerînin?! Bêguman na.. belê da ku reseniya xwe pêk bînin û nifşên xwe yên nûhatî serwextî ked û xebata wan bikin û zarokên xwe li ser şopa wan mezin bikin..
Di destpêka sala 1989an de, dema ku min û hevalê xwe (Abdulbaqî Huseynî), kovara (Gurzek Gul) diweşand, ez ji berê bêtir agahdarî kar û xebatên Bedirxaniyan bûm; min nas kir ku Mîr Miqdad Bedirxan yekemîn rojnameya kurdî bi navê (KURDISTAN) di roja 22ê Nîsana 1898an de li Qahîra weşandiye, Mîr Celadet Bedirxan kovara (HAWAR) bi tîpên latînî di roja 15ê Gulana 1932an de li Şamê weşandiye û Dr. Kamîran Bedirxan rojnameya (ROJA NÛ) bi tîpên latînî, di roja 3ê Gulana 1943an de li Beyrûtê weşandiye.
Bi weşana Hawarê re yekemîn care di dîroka kurdan de ku alfabeya
Kurdî Latînî bikar hatiye Û wiha min da ser şopa Bedirxaniyan bi tevayî
û Mîr Celadet Bedirxan bi taybetî.. Ta ku min di rêka Apo Osman Sebrî
re naskir ku (Rewşen xanim) kebaniya Mîr Celadet Bedirxan sax e û jiyana
xwe li bajarê Banyas derbas dike.. Di nav rojan re, min xwe pê ve
gîhand û her meh carekê diçûm serdana wê.. Di wan serdanan de, min gelek
pirs li dor Bedirxaniyan û Mîr Celadet Bedirxan jê dikirin.. min divîbû
pirtûkekê li dor jiyan û xebata Mîr Celadet û kovara wî Hawarê berhev
bikim.. Wê jî, texsîr nedikir ji min re digot û dibiland.. Di nav re jî
gazin û lome ji kurdan dikir.. û pesnê du hevalên Mîr yên xiristyan
dida, yek (Yûsif Melek) û yê din (Mensûr Şalîta). Û digot van her du
camêran du carî bi min re bîranîna koçkirina Mîr Celadet vejandin..
Piştî ku ez serwextî her du pirtûkên bîranîna Mîr Celadet bûm, min ji
xwe re got; çima em jî bîranîna koçkirina Mîr Celadet a 40 salî ku nîzîk
dibe di roja 15ê tirmeha 1991ê de ye, bibîr nayînin..? Û min ji bo vê
yekê kar kir; di destpêkê de min du hevalên xwe yên nêzîk; helbestvan
Xelîl Sasonî ji malbata Eliyê Ûnis û helbestvan Hadî Behlewî serwextî vê
rojê kirin, camêran piştevaniya xwe bi xurtî ji min re diyar kirin û di
encam de me bîranîna 40 saliya koçkirina Mîr Celadet pêk anî:
Di
roja (15/7/1991) de, me li taxa Xerbî, di hewşa mala (Mecîd Şêxo) birayê
Mihemed Şêxo de, dest bi programê xwe kir. Di destpêkê de avokatê
helbestvan Xelîl Sasonî bi çend gotinên Mîr Celadet Bedirxan yên bijartî
li dor giringî û şêraniya zimanê kurdî destpê kir.. Di pey re, min bi
kurtbûn naveroka pirtûka ku min li dor jiyan û ramanên Mîr Celdet
Bedirxan berhev kiribû, ji amadeyan re şirove kir.. Di pey min re
helbestvan Hadî Behlewî (Nûhat), helbestek delal avêt ser ked û karê Mîr
Celadet, Nivîskar Dilawer Zengî jî, di gotina xwe de ronahî berda ser
dîroka malbata Bedirxaniyan.. Seydayê Tîrêj jî helbestek li dor çûna
Beyrûtê û serdana Mîr Kamîran Bedirxan xwend.. Salihê Heydo helbestek
xwend, Diya Ciwan ku ji Şamê hatibû wê jî helbestek li dor Mîr got..
Keça Kurd jî helbesteke xwe xwend, Dildarê Mîdî jî helbesteke xwe
xwend.. Dawî mamoste Xalîl Sasonî gotina ku Mîrzade Rewşen Bedirxan ji
me re şandibû xwend.. werhasil, 12 kesan gotin û helbest xwendin. Ji
kesên ku amade bibûn; hin ji tevgera kurdî, gelek rewşenbîr û nivîskar,
helbestvan Bavê Narîn ji Şamê, kebaniya Seydayê Cegerxwîn Kehla û du
keçên xwe (Gulperî û Rojîn) û gelek zimanhez û welatparêz.. Vejandina
me ji vê rojê re, sêyemîn car bû ku Mîr Celadet tê bibîr anîn û yekemîn
care ku li Qamişlo di nav kurdan de tê bibîr aînin.. Wiha ji wê rojê ve
bîranîna welatparêzan di nav me li Cizîrê û Efrînê destpê kir..
Roj, meh û sal derbas dibûn.. 100 saliya rojbûna Mîr Celadet jî nêzîk
dibû.. Di dilê min de hebû ku em wê rojê, bi beşdariya kebaniya wî
(Rewşen Xanim), bibîr bînin..
Wek
her carê çûm serdana wê, min jê re got û soz jê stand ku bi me re di
rojbûna Mîr Celadet de li Qamişlo amade û beşdariyê bibe.. Ji min re
got; "baş e kurê min.. berî wê rojê, ez ê bême Helebê, şevekê bibime
mêvana (Ferîde xanim), kebaniya Dr. Nûrî Dersimî û ya dinî rojê, bi
balefire ez ê bême Qamişlo.." Me wilo li hev kir.. Û careke din min tev
hevalên xwe ji helbestvan û nivîskar agahdarî wê rojê kirin.. Herwiha
min cihê mêvandariya wê di vêla dostekî xwe de digel otomobîla wî ku di
xizmeta wê de be tekûz kir.. Lê sed mixabin, di roja 1ê hizêrana 1992an
de Rewşen Xanim koça dawî kir, ew projeyê ku bi me re beşdariyê di 100
saliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan de bike neçû serî û çavên wê bi
dîtina Qamişlo kil nebûn û ne cavên rewşenbîran bi dîtina wê li Qamişlo
xweş bû.
Berbanga 1ê hizêrana 1992an,
zingilê telefona min lê da.. bi rahiştina bihîstokê re, keça wê Usmeya
bi dengekî kelogirî ji min re got; "Konê Reş! Diya min zeea bû..(Anku
Mir), ji min re gotibû ji Konê Reş re bêje.. Saet 11 em ê wê bibin Şamê
li kêleka Mir Bedirxan û yabû Mîr Celadet veşêrin.. eger tu hazir
bibî..?".
Wê sibehê, balafira ku ji Qamişlo diçû Şamê bi dest min
neket, dîrekt min berê xwe da Helebê û ji Helebê çûm Şamê.. Bi rê de min
ev çend gotin nivîsîn û di eynê rojê de, gîham ser gora wê û min ev
gotina ku min bi rê de nivîsandibû got:
Erê Mîro! felek çerx û dewran e
Rewşen Xanim îro li te mêvan e
Bigerîne civateke Botanî
Digel Rewşen û Celadet û Xanî!
Rewşen Xanim wê bide te mizgînî
Îro şer e li Herekolê banî
Li Cizîra Bavê Têlî, li Şernax
Gelê Kurd mil dane hev bi yek rex
Şiyarbûne êdî nemaye ew xew
Bexwedan û serxwebûne û hew..
Ji bo bîranîna 40 rojiya Rewşen xanim jî, careke din min tev hevalên
xwe ji nivîskar û helbesvanên wê demê agahdarî 40 rojiya wê kirin, lê ji
ber tirsa ji emniyetê, ez û (Useyma Xanim) keça Rewşen Xanim tifiqîn,
ku ez afîşa 40 rojiya diya wê Rewşen bi navê malbata Bedirxaniyan
çêbikim û têde bêjim ku wê bîranîna wê li mala wê, bajarê Banyasê be,
tevî ku mala wê li Banyasê nema bû.. (Hingê keça wê Sînem xanim li
Kerkûkê û Bexdayê bû û a kurê wê Dr. Cemşîd li Almanya bû). Wiha min
çend afîşên bi wêneyê wê, di hin kolanên Qamişlo de, bi dîwaran
vekirin.. Di roja 11/7/1992an de, li Qamişlo, taxa Qenat Swês, hewşa
mala welatparêzekî kurd bi navê (Ehmed Gero) ji dostên helbestvan
Dildarê Mîdî, me 40 rojiya Rewşen Xanim bibîr anî.. Birêveberên bîranînê
helbestvan Dildarê Mîdî û rewşenbîra kurd Xanim bûn.. Di destpêkê de,
min bi kurtbûn serboriya Rewşen xanim û hin ji çavpêketinên xwe pê re
gotin.. hem jî, min ronahî berda ser Mîr Celadet û kovara wî HAWARê.. Bi
rastî gelek gotin û helbest di wê rojê de ji rex helbestvanan ve hatin
xwendin.. Her yekî/ê ji helbestvan û nivîskaran dewla xwe di ava bîra
Rewşen xanim de dakirin.. Tevan xweş kir, belê helbesta Seydayê Tîrêj
zor xweş bû. Lêborînê ji kesên ku min navê wan neanîbe ziman, dixwazim..
Ji ber ku nav tev nayê bîr min..
Piştî koçkirina Rewşen xanim bi
çend mehan, anku di havîna 1992an de, pirtûka min bi navê (Mîr Celadet
Bedirxan: Jiyan û Ramanên Wî), bi zimanê Erebî di rêka Dr. Mihemed Abdo
Necarî de, li Şamê hat çapkirin.. Di sala 1997an de careke din eynî
pirtûkê bi zimanê Kurdî li Stokholmê, di nav weşanên (Jîna Nû) de hat
çapkirin. Hingê ji nû xelkên me li Qamişlo Mîr Celadet Bedirxan û kovara
wî HAWARê bêtir naskirin.
Sebaretî vejandina me ji 100 saliya
rojbûna Mîr Celadet Bedirxan re roja 26ê Nîsana 1993an, dikarim bi
dengekî bilind bibêjim ku, ez bûm yê ku kar û xebat ji vejandina wê
sedsaliyê kir.. Belê bi alîkariya hin dostên xwe yên nêzîk ku li pişt
min sekinîn: Helbestvan û parêzer Xelîl Sasonî, helbestvan Hadî Behlewî,
Kamîranê Haco û helbestvan Dildarê Mîdî.. digel van hunermendên delal:
Hizniyê Selîm, kurê wî Adilê Hiznî, Behaa Şêxo, Hisênê Tewfo û
hunermendê fotografê Ekremê Derwêş.. Erê, min tev agahdarî vê rojê kirin
û giringiya wê ji wan re got.. tevan jî bi erênî û kêfxweşî pejirand..
Me xwest em wê bîranînê li (Sikrê Mizgeftê) pêk bînin, hem ku cihê
seyrana ye, hem ku em rêka xwe bi (Lata Mîr) xînin. Ew lata ku Mîr
Celadet Bedirxan di sala 1930î de dema ku ji bo serhildana Araratê li
gundê Mizgeftê, di mêvandariya mala Haco de bû.. diçû nêçîrê û gelek
caran li ber wê latê rûdinişt.. ji wê hingê ve xelkên herêmê navê (Lata
Mîr) lê kirin.. Hem jî ku em nêzîkê konê rehmetiyê Mecîdê Haco bin, yê
ku Mîr Celadet dîtibû û ew baş nas dikir, da ku ji me re hin serboriyên
xwe bi Mîr re bêje..
Dawî, wek ku min dixwest; sedsaliya rojbûna
Mîr Celadet Bedirxan bi gotin û xwendina helbestên di pesnê Mîr Celadet
Bedirxan de bi dawî bû û me rojek bi kêf û şahî derbas kir.. Bi rastî
rojeke dîrokî bû.. Ji dil û can spasiya tev beşdar û amadebûyên ku, di
her sê bîranîna de texsîr nekirin, dikim.. Ji wê hingê ve, ez bi
berdewamî li dor Bedirxaniyan dixepêrim, dinivîsim û wan bibîr tînim..
herwiha ku ji min bê, ez ê li dor tev navdarên me binivîsim û wan bibîr
bînim.. Ezbenî! Ku ez û te bi wiha bîranîn û çalakî ranebin, wê kî pê
rabe..? Berpirsyariya min û te ye.
Qamişlo 2/5/2021