Nizar YosifKesayetiya hunerî ew bi xwe zanistiye, zanîna azahiya karanînê ye, çêkirina karane, karên ku jîrîtî û têgihiþtin û dîtin û ramanên dahêner rave dike. Ew kesayetî bi tiþtên piçûk ên li dora xwe ve mijûl na be, lê belê ya jêre giring, dîtina cîhana dilnermiya xwe, li ser wan tiþtan berz bike, û xwezaya hunerî û spehîtayê bi cih bîne, û li ber çavan dayîne. Aferêner, berhem bi pêþdanê de di de, da ku bi guhdarvan re alîkar be, wî bigihîne cîhana guhêzê, di encam de verêja wî ya nuh, ji rexê civakê û guhdarvanan ve cî bigire, û bêt pejirandin.
Bê guman ew kesayetiya delametên avakirina hunerê, di hundire xwe de
peyda kirîn, di aliyek yê hunerê re, bi beþek tayet yê wî ve tê
naskirin. Weku tê zanîn gelek core yên huner hene, mijara me jî hunerê
deng û mûzîkê ye; Huner ê mûzîkê, ji bû biwêjkirina raman û hestên kesên
aferênere, ji lêdana giyanê mirov, ji ber nakokiyên dijwar û nerm, û
guhertinên di hundirê wî de çê dibin, tête der. Bi pêjna kesayetî, rolên
giring têde di lehîzin, nivîskar û helbestvanê Elman Ludwig Tieck* ew
tenê “ Mûzîkê wekî raveya herî jor a giyanî ya mirov dibîne”. Jîrîtî û
têgihiþtin ên mûzîkî hiþtin, ku mûzîk bi be yek ji derbirînên herî bi
hêz ên hunerê, û hosa jî tête hesibandin. Lewma tê zanîn ku mûzîk zimanê
herî xumal yê xwezayê ye, ew ji nava dengên wê, yên ku delamet dayîn
jiyanê, derketiye. Dema mûzîk bi peyvê ve tê girtin û honandin, ew
encama xweþ, dibe berhemek nemir, û tê gotin ew e ya herî aferêner di
nava hemî huneran de. Mûzîk wênekêþiya pêjnên giyanê mirovan yên
hundire, ew ji çavan ve xuya na be, di guhan re hestan di lêvîne, giyanê
kesên di bihîze de di herikîne. Xweseriyekê di aliyê spehîtayî de, di
derûniya guhdarvan de datîne. Ji ber vê yekê em dibînin ku aferên ji
hunerê mûzîkê yê taybet re tê gotin û li ser tê rawestandin.
Nimûne,
hunermend Mihemed Þêxo bi dengê xwe yê miþt hest, û stiranên xwe yên ku
janên netewê rave dikin, di guhan re rê digihîne, rehetiyekê di hundirê
mirov de çê dike, di derûniyê de li pêþber ciwaniyek birîndar datîne.
Bi tevlîbûna hestên herdu rexan- gotin û awaz- û lihevguhertinên
pêjndariyê, hiþtiye ev hunerê mûzîk û peyvan, hunerê hunermend M.þêxo,
li ser nexþeya kurdistanê bi be çiyayek bilind. Ji serê kopê wî çiya yê
bilind, stêra dengê qebe, tîrêjên ronahiya xwe nerm li herçar hêlan de
dirijîne, xaka birçî û niþteçî bi rewayê giyan di din.
Aferêner dimîne xwedanê resen û bingeh, yê çêbûna verêja afirandî.
Hunerê
mûzîkê ( helbest û peyv ) dema dibin cot, aferên hêzeke bê hempa ji
estetîkê, navbera derûniya mirov û xwezayê de dihone.
17.04.21