Konê Reþ Cejna Newrozê; ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21`ê heyva Adarê, destpê dike. Di vê rojê de; gera þev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21`ê adarê þev û roj hat qirarê). Ji bîst û yekê adarê û bi þûn ve, xak dest bi xeml û xêza xwe ya bûkanî dike û bi rengên keskesorê xwe dixemlîne..
Li gor ku ez serwextî tevger û rewþa Kurdên Rojava me, me Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Beriya Mêrdînê di sala 1956`an û 1957`an de pêþwaziya Cejna Newrozê kiriye. Berî hingê hayê kesî ji xelkên Rojava ji Cejna Newrozê nebû.. Ew aghadarî û pêþwazî jî, bi xêra helbestvanê netewî Hejarê Mukiriyanî destpê kir..
Piþtî herifandina Komara Demokrat li Mehabadê, helbestvan Hejar
Mukiryanî wek penaberekî siyasî di sala 1956`an de hatiye nav Kurdên
Sûriyê. Pêlekê mala wî li Tirbespiyê maye, paþê çûye Þamê.
Li Þamê,
çav bi welatparêz û ronakbîrên kurdan ketiye wek: Qedrî Beg Cemîl Paþa,
Ekrm Beg Cemîl Paþa, Memdûh Selîm Beg, Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewþen xanim
Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can digel maldar û
welatparêzan ji kurdên Þamê û qutabiyên ku wê hingê li Þamê dixwendin..
Ji wan re çîroka Newrozê gotiye û xwestiye ku ew jî wek birayên xwe
kurdên Îranê û Îraqê, 21`ê adarê, cejna gelê Arî, Newrozê bi aheng û kêf
û þahî pêþwazî bikin, derkevin seyranan û vejînin. Li gor ku min ji
gelek kesan bihîstiye; dostaniya wî û Dr. Nûredîn Zaza gelekî xweþ bû,
di 1956`an an 1957`an de birek ji wan welatparêzên kurd yên ku min ew bi
nav kirin, di serê wan de Dr. Nûredîn bi xwarin û vexwarin çûne (Xûta
li Þamêغوطة دمشق/), bi mebesta vejandina cejna Newrozê. Ev çûna wan
yekemîn car e ku kurdên Sûriyê pêþwaziya cejna Newrozê kirine. Belê ji
sala 1957`an û virde, piþtî damezirandina (Al-Partî), di nav Kurdên
Sûriyê de, wê partiyê endamên xwe serwextî cejna Newrozê kiriye.
Ji wê salê û pê ve, Cejna Newrozê di nav Kurdan de hatiye pêþwazîkirin.
Belê di warekî gelekî teng de bû û bi rengekî gelekî veþartî bû.. Vê
paþiyê, hin bi hin navê Newrozê di nav gel de belav bûye û gelek kesan
navê Newrozê li zarokên xwe kirine.
Bêgûman rola Dr. Nûredîn Zaza
serokê Al-Partî di þiyarkirina hestê netewî û belavkirina Cejna Newrozê,
di nav kurdên Þamê de zor mezin bû. Hem jî, di nav kurdên Efrîn, Kobanî
û Cizîrê de. Nexasim piþtî ku Al-Partî di sala 1957`an de hat
damezirandin û biryara Cejna Newrozê bi rengekî fermî ji rex Al-Partî
ve, bi serokatiya Dr. Nûredîn Zaza hat standin û dest bi vejandina Cejna
Newrozê di nav kurdên Rojava de hat kirin.
Lê di sala 1986`an de,
dema ku kurdên Þamê divîbûn derkevin dervî Þamê, Newroza xwe pêk bînin,
endamên emniyeta Sûriyê ew qedexe kirin û di encamê de, Silêman Adî hat
kuþtin. Ji wê hingê ve, serokomarê Sûriyê Hafiz Elesed, roja 21`ê Adarê
bi navê (Cejna Dayikê), wek rojeke bêhinvedanê binav kir. Ji wê salê ve
Kurdên Sûriyê Cejna Newrozê bi serbestî, di tev bajar û gundên Kurdên
Rojava de pêþwazî dikin.