Ebdulazîz QasimHer ji destpêkirina pêvajoya diyaloga kurdî-kurdî, me dizanî ku wê asengiyên mezin bikevin di pêþiya vê pêvajoyê de, lê bi rastî nedihat pêþbînîkirin ku ev diyalog bibe rengek ji rengên Dialogue Byzantine “Discusión bizantina”, hevdem ku her çiqas dem diçe wisa derfet jidest diçin, herwisa hêvî û daxwazên gelê kurd ji bo siberojeke baþtir sist dibin.
Roj biroj, nakokî di navbera herdu aliyên kurdî de (ENKS, PYNK) zêdetir dibin, ku ti wate ji bo danustandinên di navbera wan de nemaye, nemaze ji aliyê rêveberiya PYD ku hêjî berdewamiyê dide li ser heman siyaseta xwe ya berê, û xuyaye ku heta aliyên gerantor “Amerîka û Fransa”, tevî kombûna þanda Amerîkiyan ya berî çendekî li gel partiyên kurdî ji bo destpêkirina civînan, lê xuyaye ku þanda Amerîkiyan heman pîtedana berê bi serxistina diyaloga kurdî-kurdî nadin.
Ji aliyek din mana ENKS di nava opozisyona alîgira Tirkiyê de, ew jî
dibe sedema peydabûna nakokiyan, û dîtir partiyên kurdî guhdariya
gazind û gaziya xelkê xwe nakin, lewra reþbîniyek di nav civaka kurdî de
peydabûye ji egera xemsarî û bêpirsyaretiya partiyên kurdî yên bi
xemsarî serederiyê ligel rewþa xirab ya gelê kurd û doza kurdî dikin.
Daxuyaniyên
nerênî yên serkirdeyên partiyên kurdan reþbîniyê çêdikin û bûne egera
rawestandina danustandinên kurdî-kurdî, di dema ku rêjîm bi opozisyona
xwe ve li ser pirsa kurdî yekdeng e û bi harîkariya herdu dewletên
dagîrker (Tirkiya û Îran) ligel hev tevlî nakokiyên di navbera wan de
kar ji bo jinavbirina miletê kurd û guhertina demografî li herêm
dagîrkirî (Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê) dikin, ku rojane kiryar û
tawanên dijemirov li dijî gelê kurd li ser destên artîþa tirkiyê û
çeteyên wê nemaze li Efrînê têne pêkanîn, ku ligor hin amarên rêxistinên
mafên mirovî ku guhertina demografî 80% li Efrînê û 100% li Serêkaniyê û
Girêsipî hatiye pêkanîn.
Rewþa mirovî ya li deverên kurdî heta li
deverên di bin deshilatdariya PYDê de jî, bicarekî têkçûye, ku nan,
pêdawîsiyên xwarin û ardû (sûtemanî) peyda nabin û bihayê dolar li
hember wereqa Sûrî (lêre) gelekî bilind bûye, ku milet birsî û tihn bûye
û ketiye di bin hêla hejariyê de, hevdem ku birêveber û serkirdeyên
partiyên kurdî zengîn û dewlemend dibin û bûne rengek ji mafya siyasî.
Îro,
herdu aliyên kurdî ENKS û PYNK û di nav wan de bi taybetî PYD
berpirsyar in li hember rawestandina diyaloga kurdî-kurdî, herwiha divê
ragihandina kurdî bi erkên xwe rabe ji bo nêzîkkirina aliyên kurdî û
nabe nakokiyên kurdan zêdetir bibin û nabe xemsarî li ser qeder û
çarenivîsa gelê kurd bibe û pêdivî ye ku her aliyek bi berpirsyartiya
dîrokî serederiyê ligel rewþa hesiyar ya miletê kurd û doza wê ya netewî
wekî (niþtiman û milet) bike û berevajî vê yekê ji aliyê miletê kurd wê
nifret li van partiyan bibe û wê navên wan hetahetayê bikeve di
zibldana dîrokê de.