Keyhan MihemedînijadŞerê Çaldiranê ku bi şerê împitartoriya Osmaniyan û Sewewiyan tê nasîn, ew şere di sala 1514an de di navbera Osmaniyan û Sewewiyan qewimî.
Piştî wî şerî gelek alogor bi ser Kurdistanê de hatin û Kurdistan dibe bi du parçe bi ser Sewewiyan û Osmaniyan de.
Wê demê alogorek din jî ku pêkahat ev jî dûrxistina Kurdên bakurê Rojhilatê Kurdistanê bû ku di navbera salên 1598an û 1602`an de Şah Ebas destûrek da ku Kurdên vê deverê bo aliyê Xurasanê ve bêne dûrxistin.
Piştî împiratoriya Sewewiyan û hatina çendîn hikimdarên din di Îranê de û di encamê de hatina Qacaran bo ser desthilatê, wê demê dîsan wan dest avêtin bi serkutkirina Kurdan û nemaze Kurdên Xurasanê.
Lê malbatek jî hebû ku di Xurasanê de li dijî wan bisekîne û ev jî malbata Elahwirdî Begê bavê Ceco Xan bû.
Ceco
Xan Deregezî yek ji mezintirîn û netirstirîn Kurdê devera Xurasanê bû.
Ev di gundê “Hisar” ê ser bi bajarê deregezê de hatiye dinê.
Bavê
Ceco Xan ê bi navê Elahwirdî Beg dema ku wekî hakimê devera Miyankohê tê
diyarîkirin, wê demê Ceco Xan jî digel bavê xwe diçine wê devrê û li
gundê “Kebikan” û devera Miyankohê dimînin.
Ceco Xan kesek siyasetmedar, rewşenbîr û zana bû.
Her
lewma bavê Ceco Xan ew wekî piştevanê xwe dizanî û hertim bi wî re bû.
Ceco Xan li kêleka bavê xwe wekî çiyayekê piştevanî ji desthilata wî
dikir.
Dema ku bavê Ceco Xan diçe ser dilovaniya Xwedê, Ceco Xan cihê bavê xwe digre û dibe birêveberê wê deverê.
Ceco piştî mirina bavê xwe birêveberekî baş bû û xelkê wê deverê jê razî bûn.
Ceco Xan dixwest tev deverên Xurasanê bixe bin desthilata xwe û Kurdan ji bin destê dagîrkeran rizgar bike.
Her lewma desthilta Qaçaran li dijî vê biryara Ceco Xan bû û hertimî givaş dixiste ser xelkê devera Xurasanê.
Rojek
li rojan di devera Xurasanê de, dengê qîrîna zarokan û jinan û nalîneke
kûr li wê deverê tê bihîstin, axîn û nalîn û qîrîna zarok û jinan di
wan çiyayan de çend car deng dide, ew denge yê hawara hevkariyê ye, ew
gazî Ceco dikin.
Ceco Xan bi bihîstina qîrînan, xwîna wî xirab dibe û xwe diavêje ser pişta hespê xwe û çend çekdaran jî digel xwe dibe.
Dema
ku Ceco ji dûr ve mêzeyê gundan dike, dokelek bilind dibe, kadîn û
gidîşên ku xelkê bo ajelên xwe embar kiribûn tev dihatine şewitandin.
Dema ku Ceco digîje wê deverê tenê gundên şewitî û qirkirinekê dibîne.
Ev komkujî û wêrankariye dujminê hertimî yê gelê Kurd kiribû ew gundane ji aliyê leşkerê Qajaran û Ûrisan ve hatibû şewitandin.
Ceco Xan nedikarî wê qirkirinê qebûl bike.
Ji
aliyek din ve jî bi heman awayê Rûsan jî destdirêjî dikirine ser wan
deveran û ew serkut dikirin, vê yekê dengvedanek zêde li pey xwe ve
anîbû. Dijayetiya Ceco bi dijî Qajaran û Ûrisan roj bi rojê zêdetir dibû
û xwe amade dikir bo vê ku li dijî serkutkariyê bisekîne û xelkê xwe li
bin zilm û serkutê de rizgar bike.
Wî di demek kin de leşkerê xwe amade kir.
Wî
digel sê birayên xwe, Îso Xan, Elo Xan û Memo Xan û hejmarek din ji
şervanên qehriman serhildana xwe dest pêkir. Wî bi êrîşkirin li ser
binkeyên dujmin di wê deverê de bi awayekî qehrimanane karî wê deverê
heta Deregezê rizgar bike û sedan serbazê dujmin bikuje.
Bi wî awayî
navê Ceco Xan bibû peyva ser zarê xelkê Deregez û gundên derdorê wî
bajarî û xelkeke zêde tevlî leşkerên Ceco Xan bûn.
Mensûrûl Mulk ku
yek ji fermandê Qacaran bû û ji aliyê hêzên Ceco Xan ve hatibû
derxistin, car din bi leşkereke çend hezar kesî ve êrîş kire ser
desthilatdariya Ceco Xan, lê dîsan ew û hêzên wî ji aliyê hêzên Ceco Xan
ve rastî şikestê hatin.
Ceco Xan desthiladariya xwe berfireh kir û
heta Qoçanê xiste jêr desthilatdariya xwe, ev yeka bo hikûmeta navendî
cihê qebûlkirinê nebû û daxwaza alîkariyê ji Ûrisan kir.
Ûrisan çend
leşker û hêzên siwar bo alîkariya hêzên Qacaran şandin û wê carê, diba
Ceco Xan hevdem digel hêzên Ûrisan û Qacaran şer bikiriba.
Merema
Ceco Xan rizgarkirina deverên Xurasanê di bin destê dujminan de bû û
dixwast li wir hikûmetek serbixwe a Kurdî ava bike û nehêle Kurdên
Xurasanê bêne serkutkirin.
Hêzên Ûrisan û Qacaran çend caran êrîşê ser desthilatdariya Ceco Xan kirin, lê hertim ev rastî şikestan dihatin.
Ceco Xan bibû xewnek bo dujminan, Ûrisan bo binçavkirina Ceco Xan xelat diyarî kirin.
Hêzên
Ceco Xan roj bi rojê bihêztir dibûn û hêzên partîzen û şervan di çiya û
deşt, gund û bajarên devera Xurasanê de berbilav bibûn.
Xelkê wan
deveran bi hebûna hêzên Ceco Xan razî bûn û roj bi rojê xortên
nîştimanperwer tevlî hêzên Ceco dibûn ku bikarin berevaniyê ji ax û
namûsa netewa xwe bikin.
Ûrisan û Qacaran xwe bihêztir kirin û dîsan êrîşê ser hêzên Ceco Xan kirin.
Wê carê şerek mezin di deverên Deregezê de qewimî, şerek ku hin çavkanî dibêjin sê mehan pê çû.
Ceco
Xanê qehriman ji bo ku bikare xelkê vê deverê jiyaneke xweş û azad
hebin ya ku hewce ba dikir û li dijî dagîrkeran disekinî.Di wî şerî de
gelek hêzên Ceco Xan ji aliyê hêzên Ûris û Qacaran ve hatine kuştin û
Ceco Xan digel hêzên xwe kevtine dorpêça Ûrisan û ti rêyek nemabû ku xwe
û xelkê xwe jê rizgar bike.
Di encamê de û di nav şer de dema ku
Ceco Xan di nav gundekî de mijûlê şer bû pêyê hespê wî dikeve nava
qûbiya heriyê de û Ceco Xan bi gulleyê hêzên dagîrker ve tê şehîdkirin.
Ceco Xan di sala 1911`an de ji aliyê hêzên Ûris û Qacaran ve hate şehîdkirin.
Ûrisan
cenazê Ceco Xan di Qoçanê de pir kirin ji berf û bûz û ber bi Moskoyê
ve birin ku Tizarê Ûrisan wî serkirdeyê Kurd bibîne.
Hin çavkanî jî dibêjin Tizarê Ûrisan serê Ceco Xan dibire û di kiloxê serê Ceco Xan de şerabê vedixwe.
Ceco
Xan digel malbata xwe û xelkê Kurd ên devera Xurasanê, bi salan di nav
sir û seqemê, baran û sir, deşt û neval û çiyayên Xurasanê de bi
rijîndina xwîna hezaran xortên Kurd li hember dagîrkeran sekinîn û xebat
kir.
Îro rojê jî navê wan navdaran di devera Xurasanê û Kurdistanê de hertimî li ser zarê Kurdan e û ti carî wî ji bîr nakin.
Niha di Xurasanê de gelek awaz û stran û helbest li ser Ceco Xan û qehrimanetiya wî hatine afirandin.