Lokman Polat
Hem li bakur û hem li rojavayê Kurdistanê her diçe hejmara jinên romannivîser zêde dibe. Romannivîserên jin ên li bakurê Kurdistanê her yek du, sê romanên kurdî nivîsîne. Li rojavayê Kurdistanê jî di serî de romannivîsera jin Vejîna Kurdî û hinek romannivîserên jin ên din her yek çend romanên kurdî afirandine. Niha yek li wan romannivîseran zêde bû, ew jî Xanim Narîn Omer Seyfedîn e.
”Henasên Jiyanê” navê romana Narîn Omer Seyfedîn e. Roman di nav weşanên ”Sersera” de li Almanyayê derketiye û 164 rûpel e. Navê romanê ê tam ”Henasên Jiyanê – Koçberiya bêhenas”e. Nivîskar Narîn romanê diyariyê malbata xwe kiriye. Ebdulhekîm Ehmed Muhamed ji bo romanê pêşgotin nivîsiye. Biradostê Mîtanî jî bi sernavê ”Nêrînên taybet” gotarek nivîsiye û nirxandina xwe pêşkêş kiriye, pirtûkê û nivîskara wê bi kurtahî şîrove kiriye.
Ji navê romanê jî diyar dibe ku mijara romanê henasên koçberiyê ye.
Koçberî bûye qedera kurdan. Digel gelek sedeman, bi taybetî jî sedemên
siyasî û aborî, di esasê xwe de bêdewletbûnî bingeha sedemên koçberiya
kurdan e. Welatê mirov rizgar nebe, gelê mirov azad nebe, zimanê mirov
qedexe be, di welatê xwe de mirov li dibîstanê bi zimanê xwe perwerde
nebe, statuyeke netewa mirov tunebe, dê bi sedhezaran hemwelatiyên
mirov, gelê mirov ji neçarî, ji ber êrişa dagirkeran û dijminên hov bibe
koçber, koç bike here welatên Ewropayê, li wir bibe penaber û bi
hesreta welatê xwe binale.
Di romana Narîn Xanimê de zahmetiya jiyana
koçberiyê, hesreta welat, axîn û nalîna jiyana kambax a penaberiyê tê
rave kirin. Nivîskara romanê Xanim Narîn Omer Seyfedîn wek
mihendisê/endezyarê civakê, di nav civaka kurd a penaberiyê de neynika
hunera wêjeyê li ser civakê digerîne û berxwedana jinê a jiyanê pêşkêşê
xwendevanan dike.
Alozî û neheqiyên jiyana penaberiyê, di nav civakê
de pirsgirêkên malbatî, pêkanîna adet û toreyên tradîsyona kevnare di
berhemeke realîzma civakî û netewî de bi hunereke wêjeyî hatine hunandin
û bi şêweya romanê hatiye afirandin.
Roman bi devê vebêj/nivîskar bi
hezkirina ji pênûsê dest pê dike. ”Pênûs li ba wê hevalek dilsoz e.” Ew
pênûsa xwe dilorîne û pirsa jinan, derd, kul, keder û axînên wan tîne
zimên.
Romana Xanim Narîn Omer Seyfedîn romaneke li gor rêbaza şêweya
ekola realîzma civakî hatiye afirandin. Di romanê de cîhaneke xeyalî û
herweha leheng û kesayetiyên xeyalî tunin, ên rasteqînî hene. Henasên
jiyana malbateke bi şêweya realîzma civakî/sosyal realîzm hatiye rave
kirin.
Di romanê de mijareke pir girîng, birîneke kûr, êşeke civakî
tê qal kirin. Mijara kuştina jinan û herweha kuştina keçan ku alî bav î
birayên wan ve, kurapê wan ve têne kuştin di naveroa romanê de cih digre
û bûye mijara bingehîn a romanê. Simoyê Selîmo keça xwe kuştiye, hem jî
keçika ducanî, yekî bi navê Ferhad keçikê hemîle dihêle û wenda dibe,
direve diçe, xwe dide alî. Simoyê Selîmo jî ji bo ku keçik hemîle bûye,
Xwedêgiravî leke hatiye ser namûsa wan lewre jî keça xwe dikuje. Ma suc û
gunehê keçikê çiye? Ê tawanbar, sucdar Ferhad e. Dema mirov di jiyana
rastîn de bûyerên weha dibihîse yan jî di berhemeke wêjeyî/edebî de
dixwîne mirov gelek aciz dibe, nerehet dibe, nalet tîne.
Bûyerên weha
hov, ji bo Xwedêgiravê namûsê (!) kuştina keç û jinan netenê di nav
civaka kurd de heye, ev tişt di nav gelên rojhilata navîn de, di nav
kurd, tirk, afgan, arab û farisan de heye. Ev tiştê kirêj û hov bingeha
xwe ji ola Îslamê û ji adet, tore û tradîsyonên paşverû ên kevnar yên
civakê werdigre. Çi heyf ku herî pir jî di nav kurdan de heye.
Di
romanê de malbata ku bûye koçber û li welateke Ewropayê bûne penaber, di
nav pêvajoya jiyanê de keça wan ji yekî nemisilman/neîslam hez dike.
Bavê keçikê yekî îslamperestekî paşverû ye. Dema diya keçikê jê re
dibêje ku keça wan ji xortekî nemisilman hez dike, bav bi tundî li dij
derdikeve û keça xwe tehdît dike, dibêje; ”Ez ê te bikujim. Ez qet te
nadime wî gawirî.” Tirsa ku ew ê here cehenemê/dojehê wî digre û ji keça
xwe re dibêje : ”Ji Xwedê lêborîn bixwaze. Beriya li te were xezebê û
felaketê bi ser me de bîne.” De li vî misilmanê ehmeq binêrin, tu bijî
qey wekîlê Xwedê/a ye ku li ser navê wî/wê biryar dide. Li gor ehmeqên
weha tu dibêjî qey ew qulê Xwedê/a nîn in û Xwedê/a tenê Xwedayê/a
misilmanan e.
Keçik ji bavê xwe re dibêje : ”Yabo! Ew soz dide min ku
her yek ji me li gorî ola xwe bijî, heta zarokên me jî wê serbest bin
di ola xwe de, bivin li ser ya wî bimînin an jî li ser ya min.”
Bav
jî dibêje : ”Keçê, ew gawir lawê gawira ye, te divê heta zarokên te jî
bibin gawir?.” Keçika bêmiraz û belengaz li hember zordarî û sîtemkariya
bavê xwe lawaz dimîne. Bavê keçikê bi birayê xwe re diaxife û paşê ji
jina xwe re dibêje ”Min keçikê da kurê/lawê birayê xwe.”
Min jî di pirtûka xwe a bi navê ”Trajediya Evîndaran” de bal kişandibû ser mijara dramayên evîndaran. Min weha gotibû :
” Di dema berê de û niha jî dema dilê keç û xortên ku olên
wan cuda ne dikeve hevûdu, anku aşiqê hev dibin, gelek
pirsgirêk derdikeve pêşiya wan, evîna wan dibe evîneke qedexekirî û piraniya evîndarên ji olên cuda nagîhijin miradê
xwe.
Keç û xortên xaçperest, cihû û misilman nikarin bi hevûdu re bizewicin.
Kurdên misilman û yên êzîjî nikarin bihevre bizewicin. Evîndar jiyaneke
trajîk dijîn, trajedîya
evîndaran dil û kezeb li mirov dişewitîne.
Ev roman (Trajediya Evîndaran) bal dikşîne ser vê pirsgirêka qedîm ku hê
jî di nav civakên cîhanê de didome.” Belê, di derbarê vê mijarê de,
bûyerên dramatîk ku tê serê evîndaran çiqas pirtûk werine weşandin ewqas
baş e.
Di romana Xanim Narîn Omer Seyfedîn a bi navê ”Henasên
Jiyanê” de keçik ji kurikê xirîstiyan hez dike û bavê Xwedêgiravî
misilman li dije û dixwaze wê bi birarzê xwe re bide zewicandin. Zewaca
bi mirovên xwe re xeter e, piranî zarok seqet diwelidin. Lê kesên ehmeq,
nezan, cahil çi fêm dikin.
Bavê ehmeq, zircahil, dixwaze bi
zorê keça xwe bide kurê birayê xwe. Keçik li hemberê vê zewaca bêdil û
bizor derdikeve û ji malê direve, li pey dilê xwe diçe. Piştî çûyina
keçikê bav û apê wê lê digerin lê ew nabînin. Di malê de bav bi jin û
zarokên xwe re pev diçe, gotinên nebaş dibêje, wan tehdît dike.
Piştê
demeke keçik ji malbata xwe re name dişîne û sedemê çûyina xwe ku li
hemberê biryara şaş a bavê xwe derketiye û niha bi dildarê/evîndarê xwe
re ye û baş e, şad û bextewar e.
Bav bi bira û birarzê xwe ve fen
û futan û planan çêdike ku keçikê bigrin û bikujin. Piştî demeke derbas
dibe, kurapê keçikê ew dikuje û mizgîniya kuştinê ji apê xwe re tîne.
Bavê keçikê î kerê ehmeq jî wî pîroz dike. Li ser kuştina keçikê
masmediya wê welatî di Radîo, TV û rojnameyan de derbarê bûyera kuştinê
de nûçe û şîrove diweşînin. Dibêjin : ” Yê ew kuştî mirov e yan hov e.” Û
li ser vê bûyera hov netewa malbatê jî gunehbar dikin, wek neteweyek
paşketî û xwînmij didine nîşandan. Hinek jî şîrove dikin ku; nexwe ev
malbata paşverû van ramanên di mejiyê xwe de xwedî dikin çima ji sînoran
derbas dibin û têne welatên demokratîk û azad. Rastî jî ev kesên îslamî
ên hov çima naçin welatên misilman ku di gelekan de şerîata îslamî heye
û çima diçine Ewropayê û xwe davêjin bextê gawiran (!).
Di
romanê de netewa malbatê diyar nîn e, nabêje ku malbat kurd e, tirk e,
arab e yan afgan e. Lê diyar dibe ku misilman e, mêrê malê misilmanekî
ehmeq e, paşverû ye.
Ev tiştên ku min li jor di vê gotara xwe de
bahs kir, ango kuştina keçikê di beşa yekem a romanê de tê qal kirin.
Roman ji sê beşan pêk tê û di beşa du û sê de jî mijarên balkêş û girîng
hene. Ji bo nivîs dirêj nebe (min derbarê romana Vejîna Kurd de gotarek
nivîsî û weşand hinek xwendevanan ji min re meilname şiyandin û gotin
nivîsa te pir dirêj e.) û ji bo ku xwendevan beşa duyem û sêyem meraq
bikin, loma jî min behsa wan herdu beşan nekire.
Romana Xanim
Narîn Omer Seyfedîn ”Henasên Jiyanê” hêjayê xwendinê ye. Divê
xwendevanên kurd wê bikirin û bixwînin. Min xwend, hûn jî bixwînin.