Konê Reþ Ezbenî! Ez ji Beriya Mêrdînê; kezeba Mezopotamiyayê me.. Ev beriya ku ji destpêka mirovahiyê ve þûnwar lê hatine avakirin, hesip lê hatine kedîkirin, genim lê hatiye çandin, erebe û tekel lê hatine çêkirin.. Erê, ji mêj ve gelek þaristanî li ser xaka wê hatine avakirin, gelek nîjad têre derbas bûne, pêmayê xwe, þop û þûna xwe li ser xaka wê hiþtine wek; Til Helef (Waþokanî), Til Birak (Qehat), Til Bêder (Nabada), Til Erbîd (Aþnakom), Til Mozan (Orkêþ), Çaxir Bazar, Girê Êlûnê, Girê Bihemdûnê û bi sedan girên dîrokî yên din ku di Beriya Mêrdînê de belav in.
Di ser xaka wê a dîrokî re Sobarî, Somerî û Akadî derbas bûne..
Artêþên Hûrîyan, Hisîyan, Mîtanîyan û Aþûrîyan þerê hev kirine û tevan
tovê xwe di nav xaka wê de çandine.. Li ser xaka wê, gelek caran Firs û
Romê þerê hev kirine û hev westandine. Di esmanê wê çemê wê dûayên
xwedênasên Mîtanî û Aramiyan li hev vegeriya ye. Erê, eger Cizîra
Binxetê dilê Mezopotamyayê be, Beriya Mêrdînê kezeba wê ye û ez neferek
im ji vê Beriyê.
Ezbenî! Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di
buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên
nîsan û gulanê de, di nav þebnem û aviya gul û kulîlkên wê de þildibûm..
Di beyarên wê de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re
dinihirandin.. Bejna min bi þînahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min
bi xunava xaka wê sor dibû..
Îro, ez û toz û tirabêlka wê bûne dost û
heval. Cinarên me bi piranî hejar, belengaz, jar û xizan in.. Perîþanî
ji dêmê wan difûre. Erê xelkên wê ji tengezarî rêyên mala xwe þaþ dikin,
mîna bê xwedî û bê Xwedan xuya dikin..!!
Kî dikare çareseriyekê ji
vê penaberiya xelkên Beriya Mêrdînê re bibîne, ev penaberiya ku cihê xwe
di hundirê her malekê de çêkiriye..?!! Kî dikare min û gul û kulîlkan
li hev bîne! Kî dikare vê xaka tî, têr av bike.. û gurnijandinê li dêmê
xelkên Beriya Mêrdînê vegerîne?!
* * *
Ezbenî!
Zargotina me, folklorê me bi pend û gotinên pêþiyan dagirtiye. Ewên ku
ji encamên serboriya hezarê salan ve, di nav civaka xelkên Beriya
Mêrdînê de rûdane, baweriya gel bi wan hatiye û ji gel re bûne wek
yasayan mîna: "Kesê ne kes be nab ekes, kurtanê kerê nabe etles" an
"Gelekî nede ber dasê ku, das nemîne asê".
Ezbenî! Hêjî
rewþenbîriya me mîna çemê Ferat, Dicle, Xabûr, Zab û Hêzil diherike..
Ava gelek rûbar, zê, kanî û cogên Kurdistanî tevlê dibe û kes nizane
destpêk ji kû ye.. Belê ezbenî, îro roj, ti hêvî ji me Kurdistaniyan re
nemaye ji bil ziman û rewþenbîriya me û hebûna me a þaristanî di nav
xelkên cîhane de.. Pêdiviya me bi semyanekî rewþenbîrî heye, semyanekî
ku afirêner û spehî be.. Pêdiviya me bi pisporên ramyarî û rewþenbîrî
heye, ewên ku ronahiyê li pêþ gel vêxînin û gel di asoyên berfireh re
derbasî pêþerojên geþ û rojên ayende yên xweþ bikin..
Belê ezbenî,
neyar ji çar hawêr ve tixûban li ber me datîne.. rêka çûk ji ber me
digire, tev derfetên bêhinvedanê bi sînor dike. Welatî jî, ji neçarî,
berê xwe didin dergehên Xwedê; di sirgûn û zîvariyan de belav dibin..
Xwedê di hawara kesekî de nehatiye, aqil daye, mejî daye û ji ebdê xwe
re gotiye; Rab, ez bi te re..
Ezbenî! Dema ku ez di rewþa welat û
zimanê welatiyên xwe de diponijim, ji min ve diyar be ku zimanê me maka
gelek zimanên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ye.. Belê ezbenî, çendî em
zimanê xwe bikar bînîn; pê biaxifin, bixwînin û binivîsînin, em qenciyê
li xwe dikin, resenî û mezinbûna zimanê xwe diparêzin û di nav xelkên
dinyayê de berz û bilind dikin.. Ezbenî! Bawer bikin, tirsa gelek
dewletên cîran ji zimanê me heye..! Ji ber ku dîrok û hebûna me di
zimanê me de ye.. Gelek caran, di xaka welatê xwe de diponijim û ji xwe
re dibêjim; xak dayika me ye; her tiþtê me ji xakê ye û em ê li xakê
vegerin, pêwîste em li vê dayika xwe xakê miqate bin. Erê, xak dayika me
ye.
Qamiþlo 14/1/2021
Not: Di roja 29/1/2021ê di rojnameya Xwebûnê de li Diyarbekirê belav bûye.