Lokman PolatDi hêla afirandina berhemên edebî/şaxê helbestê de rojavayê Kurdistanê serî dikşîne. Wek hejmar helbestvanên kurd ên rojava ji helbestvanên parçeyên din ên Kurdistanê pirtir in û wek pirtûk jî pirtûkên helbestan ên helbestvanên rojavayê Kurdistanê ji parçeyên din pirtir in.
Min wek xwendevanekî wêjeya/edebiyata kurdî, herî pir pirtûkên helbestên helbestvanên rojava xwendiye. Niha jî di destê min de du pirtûkên helbestan ên helbestvan birêz Nîzar Yosif hene, ez dixwînim. Navê yekê ”Kêferata paytexta kor” û navê a din ”Kedera Min”e.
Çapa herdu pirtûkên helbestan di sala 2016an de bûye. Birêz Konê Reş
ji bo ”Kêferata paytexta kor” pêşgotin nivîsiye. Birêz M. Xelîl Mistefa
jî ji bo pirtûka bi navê ”Kedera Min” pêşgotin nivîsiye. ”Kêferata
paytexta kor” 126 rûpel e û tê de 53 cih girtine. Pirtûka ku navê wê
”Kedera Min” e 95 rûpel e û tê de 49 helbest hene. Di herdu pirtûkan de
li ser hev 102 helbest hene.
Ez nikarim yekoyek li ser naveroka hemû
helbestan bisekinim û nikarim mijara wan yek bi yek diyar bikim, rave
bikim. Ez ê bi gelemperî behsa hinek helbestan bikim û mijara wan, tema û
naveroka wan bi kurtahî rave bikim.
Ji pêşgotina birêz Konê Reş
diyar dibe ku 3 dîwanê helbestvan Nîzar Yosif hene. Dîwana wî ya yekem
navê wê ”Rêwiyê xewna efsûnî” ye. Herduyên din jî yên ku li jor min
navên wan nivîsiye.
Temaya bingehîn a helbestên Nîzar Yosif hezkirina
însanan, ziman û welat e. Kurdiya/kurmanciya wî jî resen e, zelal e,
kurdiyek pak e, paqij e û herweha zimanekî edebî/wêjeyî ye.
Helbesta yekem a pirtûkê ”Kêferata paytexta kor” e ku navê xwe daye pirtûkê.
”Vê serdemê
Kêliyên xewnên bêçare
Di hundirê tarîstanê de vêxistin
Kuştinê deriyê jiyanê vekirin
Textê bêbextiyê derizî
Paytext îro ji mirinê
Li dijber hatina rojê
Hêza dawî
Kêferatê vala dike.”
Binêr rûpel - 13.
Helbestvan/şaîr
Nîzar Yosif derbarê hemû parçeyên Kurdistanê de helbest nivîsiye,
hestên netewî rave kiriye û bal kişandiye ser rojhilatê Kurdistanê. Ew
di helbesta xwe a bi sernavê ”Çavdêrên Em” de dibêje :
”Bêhna xwînê ji rojhilatê Kurdistanê ve tê
Barana reş li xwezaya Zagrosan dibare
Siruşt kirasê xemgîniyê li xwe dike. ”
Rûpel – 22.
Li rojhilatê Kurdistanê, li Îranê her roj kurdan bi dar ve dikin,
dieliqînin, îdam dikin. Li bakurê Kurdistanê her roj li çiya û deştan,
lî navçe û bajaran kurd dikujin. Dewletên dagirker, dagirkerê komara hov
a îslamî û komara kemalîst/faşîst a Tirkiyê herr oj kurd dikujin.
Helbestvan
Nîzar Yosif di helbestek xwe de jî nakokî û têkoşîna li hemberê
kevneperestiyê tîne zimên. Nakokiyên di nav tarî û ronahiyê de, di nav
qencî/başî û xirabiyê de, di nav kevneperestî û nûjeniyê de, di nav
paşverûtî û pêşverûtiyê de, di nav dîktatorî û demokrasiyê de, ku di nav
hemû civakên cîhanê de xwe didine nîşandan taswîr dike, bi malikên
balkêş rave dike.
Ew di helbestek xwe de dibêje :
”Agirê kevneperestan
Gewdeyê nûjenan dipişîne
….
Viyan sehwa xwe bi êgir re dipekîne
Bi dûşewatê re
Li cîhanên veşartî
Şanê qehremaniyê
Û jehra nemirovan digerîne….”
Binêr rûpel – 29
Di
welatê dagirkeran de û li bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê de ji
ber tunebûna demokrasiyê, wekheviyê, dadiyê/adaletê û hebûna
dîktatoriyê, bêadaletiyê, welat û jiyana wir bûye wek jiyanek di zîndana
vekirî de jîyîn e. Nîzar Yosif vê di helbesta xwe a bi sernavê
”penceşêriya peykeran” de weha tîne zimên.
”Zîndan a vekiriye
Hertişt tê de qedexe ye
Bînandin
Bihîstin
Bihin kirin
Axaftin
Dest pêlandin
Tenê,
Tenê peyker bi sehw in
Bi ruxandinên wan re
Hestên mirî deng vedidin.”
Binêr rûpel – 39
Peykerên
dîktatoran dê di pêvajoya demê de yek bi yek bêne ruxandin. Çawa ku
peykerên Saddamê dîktator hatin xerabkirin dê peykerên Xumeynî, Hafiz
Esad, Mistefa Kemal jî dê werine şkestin, ji holê werine rakirin. Dê di
pêşerojê de di hersê parçeyên Kurdistanê de alên dewletên dagirker bêne
daxistin, peykerên dîktatorên dagirker bêne xirab kirin.
Di pirtûkê
de bi sernavê ”Hetav a Barzan” helbestek dirêj (6 rûpel) li ser serokê
netewa kurd, Barzaniyê nemir heye. Ev helbest jî weke helbestên din ên
di pirtûkê de cih girtine hêjayê xwendinê ye. Ji bo ku helbest dirêje
min negirt vir. Di helbestê de dibêje : ”Tu sembol î.” Bi rastî jî
serokê netewa kurd Barzanî sembola netewa kurd e, sembola hestên netewî
ye, sembola mêrxasî û berxwedana gelê kurd e. Divê kurdên herçar
parçeyên Kurdistanê serokên netewî Barzanî, Qadî Muhamed, Şêx Saîd û
Seyid Riza herdem bi bîr bînin, bi rêz/hurmet behsa wan bikin.
Helbestvanê
kurd î bin xetê, birêz Nîzar Yosif di helbestên xwe de digel mijara
evîna welat, azadî, rizgarî, têkoşîna li hember dagirkeriyê û
dîktatoriyê, bal dikşîne ser sînorên/hidûdên ku welatê kurdan Kurdistanê
bi xetên mayinkirî parçe kirine. Di wê demê de li cîhanê dewleta herî
bi hêz a dagirker ango dewleta Îngilîzan ji bo ku tola xwe ji Siltan
Selhadînê Eyûbî hilînin, newiyên Selhadînê Eyûbî bêdewlet hêştin. Wan
nehêşt ku kurd bibine dewlet. Wan ji areb û tirkan re dewlet damezrandin
û nehêştin kurd bibine xwedî dewlet. Kurdistanê kirin 4 parçe di nav
tirk, areb û farisan de. Lewre jî weke ku di helbestê de tê gotin :
”Sînor biraderan ji hev vediqetînin
Tixûban dilên xelkê me seyandin.”
Helepçe nayê ji bîr kirin û helbestvan Nîzar Yosif jî Helepçeyê ji bîr nekiriye. Wî li ser Helepçê jî helbest nivîsiye.
”Hilgirên jahrê
Barên şewatê barandin
Ji dojehê re vekirin derî
Gurmînê hertişt lawaz kir
Wêranbûn şûn û avahî
Toza jahrê ba lewitand
Zelalkaniyan don girtin.”
Li
ser giyanê nivîskar û siyasetmedarê kurd Mîşel Temo jî helbest heye.
Helbestvan Nîzar Yosif di vê helbesta xwe de gotinên hilçinandî (ji xwe
bingeha helbestan ji gotinên hilçinandi bi hunandina hunerî pêk tê)
hildibijêre û bi malikên hunerî pêşkêş dike û herweha nivîskar û
siyasetmedarê kurd Mîşel Temo bi bîr tîne. (Mîsel Temo bi bêbextî û bi
şêweyeke tarî li Rojavayê Kurdistanê hate kuştin. Pirtûkek edebî/wêjeyî a
Mîşel Temo a bi navê ”Gopalê Sor – kurteçîrok” li Stenbolê hate
weşandin û kete destên xwendevanên kurd ên bakurê Kurdistanê. Ciwanê
Avdal di derbarê pirtûka rahmetî Mîşel Temo de dibêje : ” Mîşel Temo di
vê pirtûka çîrokan bingehên çîrokî bi temamî saz kiriye, ango wî saz û
bendên çîrokan bi cih aniye. Ya rast di nêrîna min de, wî navdarî tu
kêmanî nekiriye, lê belê zêde kiriye, gava ev çende çîrokên xwe bi
hunereke afirandêr û bi raz û zêwek giranbuha rêz kiriye û bi hunereke
çak van kesên bêkes di ristina çîrokên xwe de ava kiriye, mîna xirnikan û
kûpan û dem û dîwar, sînor û zimanan….
Weke diyar e jî ku çawa gava
dest bi rist û hûnandinê dike bi zimanê hin leheng û qehremanên çîrokê
dide xuyakirin zor û sitema dagirkeran a li ser kesanê wî bûne, çi lêdan
û êşkence û girtin be û çi biyanîbûn û tûnebûn û qedexekirina gel û
ziman û dîrok be, ku her gav li gasîna welat pê dihisin û bi ziyan
dijîn…
Ev gava ku nivîskar Mîşel Temo avêtiye yektirîn ji hezar gavên riya dirêj e, di riya wêje û çanda kurteçîroka kurdî de.” )
Helbestvan
Nîzar Yosif li ser peymanên lihevhatinê di nav kurdan de jî helbestek
baş û xweş nivîsiye. Û Kobanî, navçeya berxwedana gelê kurd, bajaroka
navdar a rojavayê Kurdistanê. Li ser Kobanî çiqas roman, çîrok û helbest
bêne nivîsîn jî têr nake. Divê hîn pirtir werine nivîsîn. Helbestvan
Nîzar Yosif jî bi sernavê ”Pencereya Kobanî ye” helbest nivîsiye.
”Dorpêçkirina barana êgir
Ji leşkerên Xwedê dibare
Erd li ser Xwedanan digirî
Feryad li pey azadiyê dikeve
Pakrewanan ala welêt
Di tengaviyan de rakirin
Li pey azadiyê dikevin.”
Binêr rûpel - 79.
Di
pirtûka helbestên Nizar Yosif de ”Zîl dide Kurdistan” , ”Bêhna azadî ” û
gelek helbestên din hene ku min behsa wan nekir, hemû jî hêjayê
xwendinê ne. Helbesta dawî a di pirtûkê de ye li ser Kobanîyê ye.
Sernavê helbestê ”Zerî ya Kobanî yê” ye.
”Çima bi kensivîkî dinihêrî
Delala Kobanîyê
Bi çi dipûnijî
Şîrîna Kobanîyê
…..
Te xemla bûkaniyê girêdaye
Tu li hêviya siwarê Millîyî
Li bendî şahiya azadîyêyî
Li bendî mêranîya hemû kurdayî
Da ku şahiya bûkaniya te li darxin”
Pirtûka
helbestên Nîzar Yosif a bi navê ”Kêferata paytextê kor” ji 2 beşan pêk
tê. Di birê/beşa duyem de helbestên evînî û civakî cih girtine. Lêbelê
ez ê beha naveroka helbestên ku di beşa duyem de ne nekim. Ji xwe ji
navê beşê diyare, helbestên li ser evîn û civakê ne. Ez ê bi kurtahî
behsa pirtûka helbestên Nîzar Yosif a duyem ku navê wê ”Kedera Min” e,
bikim.
Di pirtûkê de 49 helbest hene. Birêz M. Xelîl Mustefa ji bo
pirtûkê pêşgotin nivîsiye. Pirtûka yekem ku min behsa wê kir nediyar bû
ku likur hatiye çap kirin. Lêbelê ev pirtûk li başurê Kurdistanê di nav
weşanên ”Çapxana Kurdistan / Hewlêr”ê de hatiye çap kirin û weşandin.
Wek
rexne na, lê wek balkêşî ez dixwazim bala M. Xelîl Mustefa bikşînim,
heger wî carek din ji bo pirtûkek pêşgotin nivîsî, bila weha neke,
tiştên gelemperî ku eleqeya wê, têkiliya wê bi pirtûkê ve tune nenivîse.
Bila behsa pirtûka ku derbarê wê de pêşgotin dinivîse bike û bal
bikşîne ser naveroka pirtûkê û mijara helbestan.
Pirtûka helbestên
Nîzar Yosif ”Kedera Min” bi heman sernavê helbestê dest pê dike. Di
pirtûkê de derd, kul û keder hene. Kurd bi derd û kul û keder in. Di
serî de, dema dewleta mirov tunebe, welatê mirov rizgar nebe, gelê mirov
azad nebe, mirov bi derd û kul û keder dibe. Derd, kul û keder herî pir
jî di hest û ruhê/giyanê nivîskaran de, rewşenbîran de, siyasetmedaran
de xwe dide nîşandan û bi devê helbestvanan tê rave kirin. Helbet ji
nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û helbestvanan mexsed ên ku welatparêz
û neteweperest in.
Di helbesta ”Kedera Min” de ku navê xwe daye
pirtûkê, kedera evînî tê rave kirin. Helbestvan di helbesteke de bal
dikşîne ser pîroziya serxwebûna Kurdistanê. Ew dibêje :
”Emê bikin
Ta kirasê
Bûkaniya te
Di şahiya çeperê re
Serxwebûnê pîroz bikin.”
Wek
tê zanîn ji sedî 95 (%95) serxwebûna Kurdistanê diparêzin. Li başurê
Kurdistanê referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê çêbû ji sedî 95
serxwebûnê parastin û ji sedî 5 li dij derketin. Li bakurê Kurdistanê jî
di anketeke fîrmaya anketsaziyê de di anketa ku hatibû kirin de ji
kurdên beşdarvanên anketê pirsîbûn wan jî di bersîvên xwe de ji sedî 95
serxwebûna Kurdistanê ango Kurdistaneke serbixwe, dewletek serbixwe a
Kurdistanê parastibû. Diyare ev sedî pênc ew kesên ku di bin bandora
partî û rêxistinên ne dewletparêz û ne serxwebûn parêz de ne lewre
naparêzin. Helbet dive li hemberê serxwebûnparêziya kurdan, leyistikên
dewleta dagirker a komara îslamîya Îranê û komara kemalîst Tirkiyê jî
neyê jibîrkirin. Ev herdu dewletên dagirker û Îngilîz bi tundî li dij
referanduma serxxwebûna Kurdistanê derketin.
”Û eniya serxwebûnê ramûsin
Serxwebûnê pîroz bikin”
Belê dê netewa kurd rojeke serxwebûnê pîroz bike.
Li
ser herêma Cizîra Botan, harêma serhildêrên kurdan, cih û warên
Bedirxaniyan helbesteke bi sernavê ”Şâhiya Cizîrê” heye. Helbestvan
Nîzar Yosif di helbesta xwe a ku sernavê wê ”Şahnaza Dil” e de dibêje :
”Te di şahtextê hestên xwe de
Ez vezilandim.”
Û di helbesta ”Dilopa Dawî” de jî dibêje :
”Ez di şevbuhêrka tenaya xwe de
Wekî mûmê heliyam.”
Keç
û jinên kurd narîn in. Di helbesta sernavê wê ”Narîn” de keçên narîn ên
spehî, bedew, rind, xweşik ku weke gulan bêhn didin, bejn û bala wan,
rûkenîn û xweşikbûna wan, reng û bêhna wan hişê evîndaran dibe, germiya
dilê evîndaran honik dike bi peyvên edebî û bi şêweya hunerî tê qal
kirin. Li Kurdistanê nave keçan Narîn datînin. Ji navên kurdî ên keçan
navên ku ez herî pir jê hez dikim Berîn û Narîn e. Bi nave ”Dîlbera
Narîn” pirtûkek min a helbestan heye, lê hêj nehatiye weşandinê. Ez
hêvîdarim ez ê di pêşerojê de wê pirtûka xwe a helbestan biweşînim.
Pirtûka
helbestên Nîzar Yosif a bi nave ”Kedera Min” bi helbesta sernavê wê
”Hêrs tevizî” dawî dibe. Herdu pirtûkên wî/dîwanên wî ên helbestan jî
hêjayê xwendinê ne. Xwendevanên kurd ên ku ji xwendina helbestan hez
dikin dive helbestên Nîzar Yosif bixwînin. Min xwend, hûn jî bixwînin.