Eskender CeiferîGelek caran jin yan jî keç, bi sedemên cuda dawiyê li jiyana xwe tînin. Lê ya rastî ev e ku xwekujî, heman çand e ku rejîmê bi awayekî nerasterast di nav xelkê de berfireh kiriye.
Di demên dawiyê de rêjeya xwekujiyê li Kurdistanê zêde bûye û li gora ku çalakvanên sivîl didin zanîn, rêjeya salane ya xwekujiyê li wir ne kêmtirî rêjeya salane ya darvekirinê ye. Piraniya wan kesên ku xwe dikujin jî, jin in.
Ji berê ve jin weke jiyan tê dîtin û bi rêjeya bilind a xwekujiya jinan jî em dikarin bêjin jiyan û mirovahî ji nav diçin.
Xwekujî,
kiryarek e ku mirov bixwe tê de biryarê dide dawiyê li jiyana xwe bîne.
Mirov dikare bêje sedema sereke ya vê kiryarê li hemû civakan bêhêvîbûn
e. Xwekuj, ji her çandekê bi her zimanekî û ji her neteweyekê be,
digihe astekê ku li gor wî/wê neman jê re bi mifahtir e ji jiyanê.
Li
gora zanyariyên ji çalakvanên Kurd, piraniya wan xwekujiyan ji ber
sedemên weke abûrî, tûþbûna bi madeyên hiþber û ji ber pirsgirêkên
malbatê ye.
Eger kerameta mirovan ji hikûmetan re girîngtir be,
divê kesekî sivîl nekare bi hêsanî çek û sîlahan bi dest bixîne. Hebûna
çek û sîlahan di civakekê de dikare fikra tundrew li pey xwe ve bîne.
Eger salane 200 welatiyên Kurd ji aliyê wezareta Dadê ya Komara Îslamî a
Îranê ve tenê darvekirin, zêdetirî 500 kesan jî dawiyê li jiyana xwe
tînin.
Hebûna hebên naskirî bi Birinc û Siyanor jî dikare rê li
ber xwekujiyê veke. Ew kîjan dermangeh e ku li Îranê, bêy biryara
pizîþkan, heban nefuroþe!
Salane 800 hezar kes heta milyonek kesan li hemû cîhanê bi þêwazên curbicur dawiyê li jiyana xwe tînin.
Rêkar
û rênimûniyên ayînî, dema ku tevlî siyasetê dibin, fikra mirovan jî
diguherin. Li gor ola Îbrahîm, jiyan tiþtek pîroz e lê xwekujî jî gelek
mezmûm nîn e. Japonî jî xwekujiyê weke qerebûya pêþîneya xirab dibînin.
Li Hindistanê jî jina ku zilamê wê dimir, dikarî xwe bavêje ser agirê ku
laþê zilam pê diþewtînin da ku ew jî dawiyê li jiyana xwe bîne.
Perwerdekirina
zarokan li gor fikrên qedîm jî dikare sedemeke din a xwekujiyê be. Hin
ji wan kesên ku bi vî rengî têne perwerdekirin, tevlî girûpên tundrew
dibin û xwe di berjewendiya wan de dikujin. Li Kurdistana Îranê asta
bilind a xwekujiya ji ber sedemên siyasî û abûrî, vê þêwaza xwekujiyê
vediþêre.
Li gelek ji welatên Rojava, êdî xwekujî yan hewla
xwekujiyê weke Tawan nayê hejmarkirin. Lê belê divê ji bîr nekin ku
hêviyên jiyana xelkê li welatên Rojava eger gelek jî baþ nebe, lê hêjayî
kerameta mirovan e.
Li hin welatan þêwazeke xwekujiyê bi navê
Xwekujiya Alîkar heye. Hin çalakvan dibêjin hikûmeta Îranê jî bi
kiryarên xwe ên abûrî û siyasî bûye alîkariya xwekujya qurbaniyan dike.
Êdî
li hin welatan þêwirmendên xwekujiyê jî hene ku hêsantirîn rê ji bo
xwekujiyê, nîþanî xelkê didin. Lê belê bi ti awayekî mirov nikare Îranê û
Kurdistana Îranê bi welatê Rojava re danî ber hev. Wê demê nirxandina
civakekê bi civakên din re çê dibe ku asta jiyana welatiyên wan jî weke
hev be.
Hin siyasiyên Îranê pêþniyar dikin ku termê wan kesên ku
xwekujiyê dikin, di qebristanên gund û bajaran de neyên binaxkirin. Lê
belê wan ji bîr kiriye ku divê çavkaniya xwekujiyê bê hiþkkirin.
Mentiqa
wan kesan Atêna berê ya Yonanê ye ku kesên bêy erêkirina hikûmetê
dawiyê li jiyana xwe tînin, ji binaxkirina di goristanan de dihatin
bêparkirin û bê navûnîþan li dervey goristanan dihatin binaxkirin. Dibe
ku ew kiryar jî bikarin meyl û heza xelkê ji bo xwekujiyê kêm bikin. Lê
dîsa jî nabe hikûmet ewqasî xemsar be ku li dewsa zuhakirina çavkaniyê,
qurbaniyan weke tawanbar bide nasandin yan jî piþtî xwekujiyê, hikûmet
dest danî ser milk û malên wî/wê.
Desthilata ku herî zêde bi
þêweyek radîkal li hemberî vê mijarê derdiket, Berîtanya di sedsalên
19’an de bû. Eger li ser kesekî/ê bihata îsbatkirin ku hewla xwekujiyê
daye, ew kes dihate darvekirin. Mentiqa desthilatdarên wê demên ên
Berîtanya ji bo îdamkirina kesên ku dest davêjin xwekujiyê ew bû ku
tirsek li cem xelkê çê be û li encama xwekujiyê bifikirin.
Ji
xeynî sedemên han, hin bûyerên din jî çê dibin. Çendîn caran heta niha
li Kurdistana Îranê bûyerên bi vî rengî derketine ku keçek ji aliyê
saziyên ewlehî ve tê girtin. Tê gotin ku hêzên navbirî di girtîgehan de
destdirêjiyê dikin ser wan keçan ku bi sedemên siyasî hatine girtin. Ji
ber vê jî, hin keçên Kurd piþtî ku serbest têne berdan, dawiyê li jiyana
xwe tînin da ku navekî xirab nekeve ser wan.