HEVÎR
Dîrok: ÇáÃËäíä 04 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe




Zagros Osman 


heman Nanpijên Dest nepak
Ji nu ve bi Xwîna Te
Hevîr distrên
wê dîsa Nan bipijin
dilê Te xweþ dikin ku Te ji Nanê Te bêpar nakin   
Kawiko pelu ne be


eger parîk Nan dan Destê Zaroka Te
ev ne qencî ye
Arvan ji Hesteyên Te ye
Xwê ji birîna Te ye
Tenur ji Axa Te ye
Ardu ji Gewdên Keç û Lawên Te ye
pelu ne be
xwe erzan nede destên Kiþtibançiyan
ji mêj de wan Tenur dadan  
Ardu ne ji kîsê wan ne
Hevîrtirþê wan sexte ye
Hevîr pê tirþ na be
haj ji xwe hebe
berya ku Nan derke ve
ewên bi Xwîna Te
Niçîrê bikin
pirs Tilyên xweyî tal
di Çavên xewnek þêrîn de radike
di bin Çandirek ku Ba ew zîvarzîvarî kirî ye Mendalek diazire
Jinbiyek Sêwiyan xwedî dike
Nan bidest nake ve
nifiran li Te dike
digrî Asîman guhnadê
Þekir nabarîne jibo Zarokekî haþ bike
bêhiþo Stêr ji derdê Te
matmayî Çiruskên xwe dikuje
dixwaze ku Mejiyê Te yê sert hênik bike
lê Têlbendên kînek kwîr rênadinê
Sêla Sedsalan disincire
Ji nu ve wê Welatan bipijînin
Milet dikelin
Netewên qerase wê ji nu ve
piþta Mirovahî biþkînin
ti Deng bi ser Dengê qirkirinê nakeve
Kawikno lihev vegerin
Jibo Nanê we ne þewite






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5401