Digot
Dîrok: ÇáÃËäíä 07 ÏíÓãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe




Brahîm Mehmûd

Bu Ezîz Xemcivîn

Digot
Min   "duh " xwe naskir
Dema devek zilindar bi jidayikbûna min ve çêbû
Yaw ma ewqas zilindarî ji ku derbû?
Yaw ma çima ew lerizandinek bi coþ di damarên min de  liba dibû?


Min " duh " xwe naskir
Dema jiyanek teres bav xwe bi ser min de avêt
Rêyek ji gumanan min hogirî xwe kir
Steyrikek hema bêje kor bû rêberiya min dikir

Min gelek kanî serrast kirin
Bi qazmên peyvên xwe
Min piraniyên rêyên derdora xwe li xwe pêçan
Bi dildariya hêviyên lihevhatî
Ma ka ew bi kude çûn?

Min " duh " xwe naskir
Dema ez mirim
Û bû çeqçeqa derewên semiyanên siloganan
Ku ew bi xwe amade bûn ji mêj ve
Ey welatê kerr û lal
Welatê ji rewrewkan ta niha xwe daye
Ez çipkim ku di goristaneke dilive û fireh dibe û nikarim jê qurtal bibim








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5379