Ebdulazîz QasimHewldanên rejîma Sûriyê her ji despêka damezrandina dewleta Sûriyê ve û heta îro ji bo vajîkirina dîroka gelê kurd berdewam in, bi taybetî piþtî salên 60`î yên sedsaliya borî, ku gelê Kurd heta di pertûkên xwendinê de wekî revend û koçber dihat nasîn, piþtî desnîþankirina Biþar Esed wekî serkomarê Sûriyê li þûna bavê wî di roja 17’ê Tîrmeha 2000’an de, ji aliyê wî ve hin soz ji bo guhertin û çaksaziyê hatin dan û qonaxekî bi navê “Behara Dîmeþqê” bi damezrandina çend rêkxisin û korbendên rewþenbîrî despê kir, û heta salekî berdewam kir, ku di Reþmeha 2001’an de dergehên wan rêkxisinên civakî û rewþenbîrî ji aliyê dezgehên ewlekariya rejîmê ve hatine daxisin.
Rewþa deverê ber bi guhertinên demokratîk diçû nemaze piþtî
rizgarkirina Îraqê di behara 2003’an de û beþdariya nûnerên Herêma
kurdisanê di deshilata demkî ya Îraqê de, vê yekê kartêkirin li nêrîna
siyasî ya Kurdên Sûriyê kir, û hizrek peyda bû ku dibe heman ezmûn li
Sûriyê jî dubare bibe, û di siberojê de Kurd bibin beþek ji hikumraniya
Þamê. Di sala 2003’an de, PYD ji aliyê PKK’ê ve bi navekî ne kurdî hate
damezrandin, wekî heman ezmûna damezrandina HDP li bakurê Kurdisanê, û
ji aliyekê din ve di navbera hin partiyên kurdî û hin aliyên opozisyona
Sûrî de têkilî û danûsandin hatin pêkanîn, rejîma Þamê ji aliyê xwe ve
hest bi metirsiya dubarebûna proseya Îraqê li Sûriyê kir û hewlên wê di
plana peydakirina cudahî û nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de
serkevtin bi destxisin, û ev yek bû yekem çirîska Serhildana Behara
2004’an ya navdar bi “Serhildana Qamiþlo” di roja 12’ê Adara 2004’an de.
Di
sala 2005’an de, “Cardana Dîmeþqê” ji aliyê hin partiyên Sûrî û çend
partiyên kurdî ve hate ragihandin, û ji aliyê grûpa “Ixwan Mislimîn”
hate pîrozkirin, ku ji aliyê hin partiyên kurdî ve ji ber nezelaliya
daxuyaniyê li ser mafê gelê kurd hate redkirin, ku pirsa kurdî wekî
pirseke hemwelatiyan hatibû ziman, ne wekî pirseke netewî ya xudan
taybetmendiyên cuda. Piþtî destpêka krîza Sûriyê di Adara 2011’an de,
PYD li þûna mafên netewî hizreke dûr ji rasiyê bi navê “netewa demokrat”
pêrew kir, lê tevî pêdagiriya piraniya partiyên kurdî li ser pirsa
netewî, mixabin nikarîn rêyeke cuda bipejrênin, û zû tevlî opozisyona
sûrî bûn bêyî ku danasînê bi mafên gelê kurd bike, ew opozisyona ku îro
bûye kopiyê rejîmeke dagîrker û alavek di desê Tirkiyê de ji bo
bikaranîna siyaseta wê û dagîrkirina navçeyên kurdisana Sûriyê û
cêbicêkirina heman siyasetên berê yên rejîmê li dijî gelê kurd li Efrînê
û Girêspî û Serêkaniyê.
Îro, herdu dewletên kartêker li Sûriyê,
Amerîka û Rûsyayê serederiyê ligel pirsa kurdî wekî pirseke netewî
nakin, Amerîka dixwaze tevgera kurdî bi opozisyonê ve bête girêdan, û
kurd bê hîç gerantiyek bibin beþek yê opozisyonê, û cext li ser
beþdariya ENKS’ê di nav rêzên opozisyona alîgira Tirkiyê de dike, û
Rûsya berevajî Amerîka dixwaze kurd bibin beþek ji rejîmê, hevdem ku hêj
çarenivîsa rejîmê bi xwe diyar nîne, tevî ku ne opozisyon û ne jî rejîm
berhev nînin ku danasînê bi mafên netewî yên gelê kurd bikin.
Tirkiye
di nav krîza Sûriyê de bi rolek herî metirsîdar li dijî gelê kurd
radibe, û nêzîkbûna wê ji Rûsya û ji Amerîka bi heman nêzîkbûnê,
meirsiya wê li ser siberoja miletê kurd zêdetir dike, ji ber vê yekê
baweriya gelê kurd bi Amerîka û Rûsyayê ya sist û lawaz e, lê kurdên
xwelîser li hember Rûsya û Amerîka ti çare nînin, piþtgiriya Fransa bi
tenê tevî giringiya wê têra me kurdan nake, nemaze ku Fransa senga xwe
ya navdewletî wekî caran nîne, û ji ber siyaseta Amerîka û NATO, ku
Fransa li hember Tirkiyê li bakurê Afrîka û Sûriyê û heta di derya Spî
de jî rastî ziyanên mezin hatiye, heta ku Fransa di krîza Qefqasiya de
jî têkþikest û ti deskeft bi destnexistin li hember serkeftina Rûsya û
Tirkiyê li Qerebaxê.
Îro rewþa kurdisana Sûriyê ji hemû aliyên siyasî
û aborî û heta ya tendirustî ve ber bi trajediyek mezin diçe, û hêviyên
kurdan yên girêdayî danûsandinên kurdî-kurdî sar dibin ji ber hin
daxuyaniyên nîgetîv yên di çapemeniya kurdî de, tevlî dirêjbûna heyamê
danûsandinan ku kêmtir ji gavên reqê (kêso) ne, ku bi tenê li ser
kaxezan dibe, û ti berhemê wan li ser erdê nîne, û ti encamên erênî yên
girêbesa kompaniya Amerîkayî ligel hêzên HSD ji bo berhemhênan û frotina
petrolê li ser jiyana xelkê Rojavayê Kurdisanê nîne.
Helbet ku
siyaseta Kurdî li hember rewþa tirajedîk di tengasiyeke mezin de ye,
nemaze ku opozisyon û rejîm kodeng in li ser dijminatiya gelê kurd, û
dixwazin pirsa kurdî ji naveroka kurdî bi rêya Tirkiyê û biryarên
navdewletî vala bikin, ku heta radeyekî ji aliyê kurdan bi xwe ve jî
pirsa kurdî ji naveroka netewî hatiye valakirin, ku pêdiviye kurd
pêdagiriyê li ser naveroka pirsa kurdî wekî pirseke netewî ya xwedan
taybetmendiyên cuda bikin, nemaze ku dibe guhertin di siyasetên Amerîka
de peyda bibin ku dibe rêveberiya nû ya Serok “Joe Biden” siyasetek nû
hebe derbarê krîza Sûriyê bi giþtî, ku nêzîk ji siyaset û hizra Fransî
be.