Bavê Zozanê
Bi rastî ji mêjve ev gotar -peyvên Erebî di helbesta Kurdî de -wek babetek e balkêþ bala min dikþand lê pirê caran min nedixwest di vê babetê de binvîsim ji ber pir sedeman.
yek jê tirsa min ew bû ku ez wek nivîskar nikaribim mafê vê babtê wek tê xwestin þirovebikim yan jî bi hemî þax û cûreyên wêve ber biçav û zengîn bikim.
Bi rastî hemî helbestvan ê wê çaxê wê demê wê qunaxê(Sed sala
þazdehan û berî wêjî) bi eynê reng û þêw e dinivîsandin wek ku çavhev
dikirin,ta ku naveroka helbesta wan jî nêzî hev bûn, mîna Eliyê
Herîrî,Melayê Cezerî û Feqiyî Teyran wisa ta Ehmedê Xanî jî û pirê din
jî,ku ev navê jorîn wek mînak ne wek jimar min nîþankirin.
Ji
xwe tevan bi wî rengê kilasîkî xuya helbestên xwe diristin,dihûnandin,
ta ku carna malikek yan jî movikek bi serê xwe bi tevayî bi Erebî dihat e
pêk anîn di helbestê de.
Lê pirsa me wek min diyar kir çima
gotin û hevokên Erebî û biyanî di helbesta xwede bi kar tanîn vajî wilo
jî ku helbestvanê me yên vê serdemê, gênc û xortên me dixwazin bi
zimanekî xirû, bi kurdîyeke zelal binvîsin,ta ku gotina Erebî di
helbesta xwede wek tiþtekî lewaz,þerm, dibînin ku pir caran gotinên
latînî li þûna ya Kurdî bi kar tînin heger rastî wê newên lê her û her
xwe ji ya Erebî dûrdikin,jê direvin ta ku esta helbesta xwe pê neþkênin
pê lewaz nekin, wisa ew di ramin û wek min got çi gotin be bilanê
dikarin bi serbilindî di helbesta xwe ya nûjen de bi kar bînin lê ji
gotina erebeî ciz dibin .
Di baweriya minde ev çend xalên jêrîn bersiva pirsa me ya jorîn çime? Dide:1-Bêguman helbestvanên me yê kilasîk hemiyan xwendina xwe li ber destê þêx û melan li ber destê feqeyên misilman tewa kirbûn xwendina wanî sereke ya Olî bû ,bi zimanê Erebîbû loma bi çavekî giran li zimanê Erebî di nerîn,didîtin ku zimanekî bi rêk û pêk e çiko zimanê Qura`na pîroz e , vêce cihê þanaziyê bû li nik wan heger pê binvîsin û bixwînin.
2- ji xwe tîpê Erebî di nivîsansina xwede bi kar tanîn lome ti piroblêm li nik wan ne dihate peyda kirin ku peyvekî yan hevokekî Erebî derbasî helbest xwe bikin.
3-Ev kar wê demê bûbû wek nîþana qûnqxa wan,wek hînkirina wan bi çendî zimanan ,wisa jî pirî gotinê wan girêdayî bû bi Xwedanê jorîn ve pesin û xisalên wî di helbesta xwede nîþan dikirin,evîn û heza dilber ê bi evîna wî ya mayî ve dihûnandin ku ji xwe mihr û Ciwanî ji xweda dest pê dike.
4-Pirê caran çav û qam û biskên yara xwe bi rengên tîpên Erebî ve girêdidan (qam wek tîpa A ya erebî dihat nîþan kirin, birû bi nûnê ve girê didan ,wisa bisk jî bi lamê ve .. û ta bdw)
5-pir caran jî helbestvan xwe wek kole didît li devê deryê dilberê ,xwe herî nimiz didît ,ev jî ji kiltûra Que`ranê hatibû ,pihtrî wisa jî xwe bi rengê Sa berhevdikir ku mîna wî li ber sîka devê deryê dilbera xwe rûdine û lavlavê jê dik e.
Çend malik û movik ji helbestên helbestvanê me:
Eliyê Herîrî(1009-1080)
Naxwazim
helbestan þirove bikim bi qasî ku tenê peyva Erebî ezê bi xêzekê di bin
de wê nîþan bikim,ji ew bi xwe ,xwe nîþan dide:
xelkno werin bibînin
çi hûsneke bi kemal e
heyran ji dil bibînin
ji sene` zewal celal e.
Dîsan ji nû eþqa berê
`Ecîb letîf û cindî ye ezman(ziman) nezan û Rûmî ye
Ageh ji eþqbazan niye mest û xumar û serxweþ e
E’niya bi nûr zilf têne ser
E’niya bi nûr zilf têne ser
Rengîn dibin þems û qemer
Melayê Cizerî(1570-1640)
Der heq me
husna te nizanim bi çi teþbîhê bikim
»Fî ehseni teqwîm« lew hatiye tefsîrê
Destê qudret
Destê qudret ko hilavêt ji bejna te niqab
Bi cemala ceberûtî me neman perde û hicab
Dilber þikêna þekerek Þikêna
Dil bendê dava zulfekê
Keftî kemenda ulfekê
Hel fî yedi l-meftûni þey?
Ew keyfe eþne` ya feta?
Sebahul Xeyr Xana Min
Ji xwe nîvê helbestê bi Erebî ye
Sebahul xeyr xana min, þehî þîrîn zebana min
Tuyî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min
Te alellah çihzatî tu çih wî þîrîn sifatî tu
Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu
Heyat û reheta can im"sebahul xeyr ya xanim!"
Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê
Feqiyê Teyran(1590-1660)
Min helbesta hebestvanê hêja Ey dilber ê wek minak bi tevahî ber bi çav kir ji xwe peyvê Erebî xuya û eþkerene bê ku ti xêza li bin wana deynim
Ey dîlberê, ey dîlberê
wey nazika dêm qemerê
qamet ji mûma fenerê
wêran ez im, malim xirab
Ey dîlbera gerden letîf
wey nazika qamet elîf
qamet ji reyhana zerîf
wêran ez im, malim xirab
Ey dîlbera bejin zirav
dêm þûþeya tijî gulav
wey esmera tilî zirav
wêran ez im, malim xirab
Ey dîlbera gerden ji `ac
wey nazika mislê zucac
qamet ji rey`hana qirac
wêran ez im, malim xirab
Ey dîlbera qamet mîsal
wey nazika dêmî þepal
`iþq û me`hebet min li bal
wêran ez im, malim xirab
Ey dîlberê, way dîlberê
feryad ji destê kederê
cur`ek ji ava kewserê
wêran ez im, malim xirab
Subhan ji þahê zulcelal
wey nazika sahibcemal
ji xwendinê kirim betal
weran ez im, malim xirab
Çavan hiltînî bi mest e
cindiya misrî bi dest e
l` kuþtina min te bi qest e
wêran ez im, malim xirab
Tu bi qesta min dikujî
tu kafira, dil nasujî
gelek sotim kirim rijî
wêran ez im, malim xirab
Gelek sotim, kirim kibab
kirye bi min, sed reng xirab
ya "leytenî kuntû turab"
wêran ez im, malim xirab
Ya "leytenî kuntû fexûr"
wey nazika min te ji dûr
bê hiþ kirim xalê di hûr
wêran ez im, malim xirab
Bê hiþ kirim xalê di qer
biskê siyah, zulfêd qemer
`iþq û muhbeta min li ser
wêran ez im, malim xirab
Sotim, birajtim bê `hisab
lê pirsî bo kirme kebab
kirye bi min sed reng `ezab
wêran ez im, malim xirab
Sub`han ji þahê bi tinê
xalek ji xala gerdenê
ez dîn kirim berdam dinê
wêran ez im, malim xirab
`Iþqa mecaz peyda bûye
îro li min dijwar bûye
hîvî dikim `heqîqî ye
wêran ez im, malim xirab
Ehmedê Xanî(1650-1707)
Mem û Zîn
Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah
Ey metle`ê husnê `iþqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya `iþq
ismê te ye neqþê xameya `iþq
Bê neqþê te, neqþê xame xam e
Bê namê te, name natemam e
Namê te ye sahibeytê meqsûd
Fihristê mukatebatê mehmûd
Medmûnê muraselatê la-reyb
Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb
Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb
Me`sûq tu yî, bi fexr û naz î
`Aþiq tu yî, lêk bêniyaz î
Mutleq tu mufîd û mustefad î
Bêþubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê `aþiqê zar
Þehîdê kerbrla
Fate ‘umrî fî hewa ke ya hebîbî kulle hal
Ah û nalem hem demem þod der fîraqet mah û sal
Ger benim kanim dilersin çokden olmiþtir helal
Dîn û ebter bûm ji iþqê, min nema ‘eql û kemal
Dila
Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî
Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî
Ey mutribê demsaz
Cana! Bide min boseyekî her we bi dil xwaz
Rûhê min û sirra di ruxê yarê bi yek ra
Roja ezelî bûne bi dil hemdem û hemraz.
Dawî:
Bi
kurtî dixwazin bêjim ku sedema yekê û dawî wek bersiva vê babetê ka
çima helbestvanên me serfiraz û þanaz bûn bi karanîna gotinên Erebî di
helbestên xwede ewbû ku Misliman bûn û zimanê Qura`nê wek zimanekî bala
û pîroz didîtin.