Vane kurd tev rabûn ** dane pey Dal û Nûn
Ser rêya serxwebûn:** bi hev re meþîn
Zend û dil: te Qewî ** çav û ser: na tewî
Destê me:b’destê wî: ** bi hev re meþîn
Vaye dem bo me hat** vaye roj jî halt
Xort û keç bo felat : ** bi hev re meþîn
Keç bi çavên dikil ** xort bi piþt û bi mil
Tev bi can û bi dil: ** bi hev re meþîn
Tevde canê xwe dan ** zar û kal û ciwan
Cahil û xwendevan : ** bi hev re meþîn
Piþta Nîhad
Eger tû binêrî li Piþta Nîhad
xetê þîn û sorin, nîþana Cîhad
Ji ber qamçiyan tim xuyaye eser
li sing û li piþt û li çav û li ser
Ne zaro, ne kal û ne xortên ciwan
ne ah û ne gazin kesî dî ji wan
Ne bermîl û sîtil, ne kîsên giran
ne qîr û dijûn û ne lêdana wan
Tewandin ji me : mûyakî pir zirav
sitûr bûne zend û qewî bûn hinav
Nizanin di rêya welat em hemî
mirin dê bibînin bi lêvek kenî
Me girtî bi destê xwe: kîn û edeb
bi lêdan û tirsê .. em nabin Ereb
Ji bo serxwebûnê bi tîpek meþîn
ciwan tevde xortin, serok: Nûredîn