Mamoste Derwêþ!
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 ÝÈÑÇíÑ 2018
Mijar: Nûçe




Konê Reþ

Gotin di dawiya þevê de digrîn..!
Bêdengiya me bi çûkên mirî yên vî heyamî re dilewite..!
Ev heyamê ku em ji bo wî distirên û
Ew, serê xwe ji bo me dihejîne..


Digirî û di ber xwe de dibêje pepûk.. Waweylê…
Mamoste! Em ê çawa wêneyê bav û kalên xwe
Winda bikin, kum û kolosê wan li ber ba bifeliþînin?!!
Çendî dayikên me gazinan bikin, çendî mîr Bedirxan,
Þêx Nehrî, Þêx Seîd ji me bi lome bin;
Em, di çayxaneyên bîranînan de qerebalixê dikin,
Bi dirêjbûn li ber dergehên bajarên giryayî radiwestin,
Lêborîn û pexþanê dixwazin û ji darên xûz û tewyayî dipirsin;
Gelo, em bi derengî ketine..?!
Tu çi dixwazî mamoste Derwêþ! Em çi dixwazin?!
Penaberiyê em di nav baskên xwe de hilanîne..
Rêkên çûn û nehatinê ji çûna me westiyane.
Wî li wî yê ku karibe bireve û kî berê kerwan didî kû, bela ew be..!!!
Em bi bêdengî û þerê hev de ne û bi zimanê biyaniyan dinivîsînin..!!
Çi þevek dirêj e, gelo dawî jêre nîn e?!
Kolanên rojhilata navîn ji hejariya zarokên me têr xwarin..!
Werin, em bi pêþ de herin da ku nifþên li paþ me bi pêþ ve bilivin.
Ax, çendî ev heyam bi kul û derd e..
Werin! Bila em ardiwê ronahiyê bin ne ardiwê tirava temirandî bin.
Werin! Kelek di orta deryayê de westyayî ye li hêviya me ye.

Qamiþlo, 12/02/2018







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4763