Þaxa Zeytûnê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 08 ÝÈÑÇíÑ 2018
Mijar: Nûçe




Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Çiqas pêkenînek tehl e
Ku bi þaxeya zeytûnê,
Rîþa zeytûnan derxînî!
Xewên zarokan biþkênî!
Xewn, xiyalan bihirfînî!


Çiqas þanoyeke tehl e
Bi navê xwe parastinê,
Hêriþ bibî ser cîranan
Gund û bajarên bêtawan
Bidî ber bombe û topan!
Bermayiyan hilweþînî!
Kew, kevokan bibecînî!

Çiqas durûtiyek tehl e
Ku eslê xwe de ruvî bî,
Lê xwe têxî dilqê þêran
Hicûm bikî ser zarokan!
Ziravê wan biqetînî!
Dawa mêrxasiyê bikî!

Çiqas þermeke mezin e
Ku nav xwe da pêpez bikî
Tu hemû sorgulên mafan,
Lê li ser erdê cîranan
Bi top û tang û pehbadan
Dawa mafê mirov bikî!
Efrînê þepirze bikî!

Erê Efrîn, erê rengîn
Keskesora wekheviyê
Xaka pîroz û serbilind
Landika þaristaniyan
Warê gelek bermayiyan
Bermayiyên bav û kalan,
Erê beriya zeytûnan
Deþta Cûmê, çemê Efrîn,
Erê sirûþta bêhemta
Erê avþara Meydankê
Erê lîlava Gumrekê
Kela Horî û Semanê,
Erê warê Cemîl Horo
Xemrevîna Bavê Selah,
Dîsa bi xwîna sora te
Gulên lalê hêþîn dibin!
Çavên nêrgizan derdixin!
Milk û maþan talan dikin!
Hêlînên te wêran dikin!
Gelo çiye tawanê te?

Çiyayê bilindê Kurmênc
Lêlûn, Hawar û Xastiyan!
Îro roj tek roja we ye,
Divê dengê norînên we
Li ser topên neyar kevin,
Divê dengê birûskên we
Cêt û Fantoman ker bikin,
Divê hun dijminên xedar
Di sîngê xwe da çal bikin,
Lewra ji bilî we çiyan
Kesek birayê me nîne
Kesek dilxwazê me nîne,
Divê hun vîna netewî
Bigihînin ser esmanan,
Divê xwe serê dijmin da
Biteqînin wek volkanan.

Divê Efrîn wek Kobanê
Bibe xîreta cîhanê,
Xîreta cîhana bêdad
Xîreta cîhana berbad,
Divê Efrîn wek Kobanê
Bibe kela berxwedanê
Bibe Dimdima dewranê,
Mirazê gur û çeqelan
Di çavê wan da bihêle.

Îro gelek in keç û xort
Ku weke Xabûr û Mîrkan
Mînanî Barîn Kobanî
Dibexþînin ruhê þirîn
Namûsa xwe diparêzin,
Waneya mirovahiyê
Waneya serbilindiyê
Keramet û azadiyê
Didine mirovên cîhan.

Îro gelek henin xwebexþ
Ku rûyê sitemkarên reþ
Bi cîhanê didin nîþan.

Cîhana me ya pêþverû!
Îro cîhana pêþverû
Ewa xayîn û pir durû
Pemûyê berjewendiyê
Di guhan da veþartiye,
Dengê top û tangên Sultan
Qet nagihîje guhên wan!

Îro cîhana pêþverû!
Ewa xayîn û pir durû
Berçavka berjewendiyê
Li ber çavên kor xistiye!
Pelçiqîna xewn, xiyalan
Di çavên me da nabîne!

Eva karê cîhanê ye
Cîhana berjewendiyan
Cîhana mafê mirovan!

Lê mixabin em bi xwe jî-
Em bi xwe jî tawanbar in
Em bi xwe jî pir xemsar in,
Lewra ku em bêtifaq in
Yekîtiya me qet nîne
Yekrêziya me qet nîne
Em hev û du nahebînin
Yek me pey yekî din naçe,
Divê ev nexwaþiya reþ
Pir zû ware dermankirin.

Divê konê yekîtiyê
Divê konê biratiyê
Yekrêzî û wekheviyê
Gelek zû ware vegirtin.

Þerm e, îro gelek þerm e
Þerma Rostem û Guhderz e
Ya Kawayê Hesinkar e
Ya Ker, Kulikê Silêman
Þerma Dewrêþê Evdî ye
Þerma Qeymezê Êzdî ye
Þerma Mîrê Lepzêrîn e
Þerma Mîrên Canpolat in
Þerma ruhê þehîdan in…

Warin em bibin yek hev ra!
Eger em bibin yek hev ra,
Hinde karesatên giran
Hinde bobelatên ecêb
Nikarin bêne ser me da
Nikarin bêne ser me da.

31/01/2018








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4760