Daristanên Zeytûnan
Dîrok: ÇáÃÍÏ 21 íäÇíÑ 2018
Mijar: Nûçe




Nizar Yosif

Li ber birîndîmen ên sirûþt a te
Leke li rûkê dîrok a mafwindaker dikevin
Bûk a di çeperê de xeman girtî
Wijdan ên herkesî ji te re razayî ne


Hemî çav di derbarê te de kore dibin
Þihîn* ên maf ji wekhevî dikevin
Derewên bêdengiyê bi beloqî rûdarin
Pê û destên me ji ked ê
Di zuhaya axê re zîl dane
Bi av a mirovên xwe
Darên meyweyan ji nem ê di çirisin
Çavkanî bi hemî rengan
di demarên me re diherikin
Siberoja vî welatî
ji mejiyê hestûyên xwedanan zîl dide
Gezû yê peldaran
ji xunava rûkê zarokan þirîn dibe
Ev e mîrate û ezmonên ku me
Ji bab û babpîran wergirtîn
Xweþikatiya xwezaya vê Behiþtê ye

Em li ber Siha giyanê pakrewanan dijîn
ji dilopên xwîna wan
momên me ronî didin
Me bi gorîdanê ve perçûm dikin
Buha yê jiyana kurdayetî girane!
Vegirtina Kon ê reþe
Þoret* ên darbestanin
Em di îskên zayînê yên dawî re derbas dibin
Niþtevano li daristanên Behiþt a Eden hayedarbin
navê sirîn ê kurdistane.

16.01.18

_____________________________________________________  
Þihîn : Mêzîn
Þoret : Qêr û halan   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4754