Vejîna Kurd
Çiqasî mejiyê mirov
têkildarî jiyana pêþketinan bibe, ewqasî ew fireh û dewlemend dibe û nexþeya
bikaranîna mejî rengîn dibe, û daku
asoyên têgihîþtinê fireh bibin, xwendin pêdiviyeke giring e. mirovê ku li
xwendinê miqate be, dikare bi hêsanî raman û nerînên durust di hemû mijar û
sirên jiyanê de pêþkêþ bike û bersiva demê jî bide, dikare têkiliyan bi endamên
civaka xwe û yên biyanî re li ser bingeheke durust û xurt deyne, pirsgirêkan
çareser bike, bazaran bike, û axaftinên
xwe bi zanîn û zanistê bixemilîne, ango ew girtî namîne û ji aloziyên jiyana
teng rizgar dibe, çanda miletê xwe û ya hemû miletan û þaristaniya gelan
nasdike û sûdê jê werdigire, û herweha dîwarên nezanînê di jiyana xwe de
hildiweþîne.
Ji bilî wê jî em dikarin bêjin ku dema mirov bi xwendinê mijûl dibe, dilê wî vedihese û giranbûna demê hinekî sivik dibe.
Lê pir cihê mixabiniyê ye ku, di vê serdemê, hejmareke mezin ji keç û xortên me dev ji xwendinê berdana, pir tiþtên normal nebihîstine û þaþîtiyan di bilêvkirina bêjeyan û nivîsandinê de dikin, agahiyan di derbara mijarekê yan pirtûkekê yan….hwd nizanin, ango ew ji çand û reþenbîriyê dûr in. Ma gelo çima ev nifþê nû giringiyê nade xwendinê û roj bi roj rêjeya xwendevanên pirkûkan di civakê de kêmtir dibe?!!
Hin zanyar dibêjin ku pirsgirêkên jiyanê û mijûlbûna xelkê bi jiyana aborî sedema sereke ye, hin jî dibêjin ku sedem alavên ragihandinê yên nûjen ji radyo, televizyon û internêt e, ji ber ku ew alav nûçe û agahiyan li ber destên mirov, bê westandin, datînin, û herweha rola pirtûkan kêmtir dibe.
Hin jî dibînin ku ew kêmasiya malbat û dibistanê, di çandina tovên hezkirina xwendinê û pirtûkan di dilê mirov de, ji dema zaroktiyê ve ye, zarok mezin dibe bê ku giringiya xwendinê bizanibe..
Sed mixabin, pir kes hene, piþtî ku ji zanîngehan der diçin, pirtûkan davêjin û her tiþtekî pêve girêdayî ji bîr dikin, tu dibêjî qey xewndin barek mezin bû li ser milên wan û niha ew jê xelas bûn!! Ev rûdawa jî pirsgirêkeke çandî mezin derdixe holê.
Em ji bîr nekin ku buhabûna nirxê pirtûkan û rewþa aborî ya xirab a milet jî sedemeke berçav e.
Pirtûk kaniya zanînê ya yekem e, û divê her mirovek ji ava wê ya zelal vexe, ma gelo emê çawa vê çandê di hiþê vî nifþî de biçînin?!!!