Vejîna Kurd
Di çiqina demê de
Havîneke kulek
Cixareyên azariyê dikiþandin
Bazinên þevê
Û gerdenê rojê
Ji vebrûsandinê þuþtin
Û di xwelîdanka temen de
Hawara kêlîkan
Leylanên keysebaz
Li ser lingan dihîþtin.
Pir caran
Min tiliyên demê diguvaþtin
Û tizbiya bîranînan dikiþand
Belkî..
Kenekî windayî biherike
Li memikên demê bibane
Û birînên helbestê bikewîne.
Belkî..
Baraneke bê wext
Bi ser giyanên tî de bibare
Û qermûçekên êþan dûz bike.
Belkî. .
Stêrkeke gerok
Ji berîka kadizê biþimite
Ronahiyê
Di þevên xeydok de peyda bike
Û rûpelên temen
Ji destê qedera xinzî rizgar bike.