Vejîna Kurd
Ey rêwiyo!
Min ji te re
buhara temenê xwe anî
pê agirê evînê gur bike
jîna rûreþ têxe xewê
û ji min re xewnan biþîne..
Lo delalo!
Ji bo þopa te rast bikim
û perperîkên eþqa te
di zeviyê kulîlkên dilê xwe de
biçêrînim
û.. li ber tava hêviyan
wan serxoþ bikim
tucarî.. deriyê dûrbûnê vemeke
Li paþ wî derî
tenêbûn
nêçîra perperokan dike
xeyalên min..
zarokên tavê.. xemgîniyê dihûnin
û tenê hêviyên beravêtî
bermayên çîroka me dimînin..
Ey rêwiyo!
Payîz çelmisî.. buharê gul dan
tu bi kû de diçî?!
Carekê vegere
nêrgizên xulmaþ berkenî bike
û bi kenê wan.. dilê min germ bike
Carekê were
wateya li rûyê min bixwîne
û bi awirên çavên xwe
hevdîtinên me bideng bike..
Rêwiyo vegere..
dûrî te
dareke bê sî me
yan min bike stêrk
û bi xwe re bimeþîne
yan jî…
xwe ji min re bihêle.