Gelo Armanca Pkk, PYD ji yên Kurdan cuda ye?
Dîrok: ÇáÓÈÊ 21 äæÝãÈÑ 2015
Mijar: Nûçe



Tengezar Marînî

Hêviyeke min, ew e, ku Pkk, PYD û layengirên wê, carekê tenê heye.. weke kurd, tenê weke kurd, bêy ku nûnertiya berjewendiyên partîtî û dûvelankî agendên dewletan bikin, ji xwe bipirsin: Çi sûde jê heye, ku hemî kurdan pîs dikin, þerê hemî hêzan dikin, êrîþî xwepêþandana dikin, û mirov ên çalak zindan dikin, an jî sergun dikin, an jî dikujin?
Gelo ew nebawer in, ku kurd dema yek bin, kesek bi wan nikare û dê bigihin armancê xwe? Gelo Armanca wan ji yên Kurdan cuda ye?

Rêz û hurmet ên min bo þêweyê gihana armancan, lê bêtund û tûjî di gel kurdan.
Di vê dema nazik û hestiyar de, mafê çu hêzekê nîne, ku kurdan li ber çav ên hev reþ bike û berê sefîna Serxwebûna Kurdistanê, berev geravên zor de bibe.
Eger hat û vê demê, her kesek bibe rêgir li ber yekîtiya gelê kurd û hêzên wê yê siyasî bo bidestxistina serxwebûna Kurdistanê, dê nifþên bihên bi sedan le,inet li yên berpirsiyar di vê demê de bînin.
https://www.facebook.com/tengezar.marini/posts/10153784497987372







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4195