XOÞEWÎSTA LÊVFÎNCAN
Dîrok: ÇáÎãíÓ 05 äæÝãÈÑ 2015 Mijar: Nûçe
Xizan Þîlan
perdeya cama sirên veþartî ji zingezinga zengilê dilê te re vedikim ji parzûna hesretkêþiya te êþa rojên tevizî dipale
bi lingên þemitok li dor xweþikiya bejna te semahê digerînim rîtma dilê xeþîm di tîra bijangên te yên tûj de serûbin bû hespê xwe yê kumeyt bi çargavî ber bi xeyala te ve dibezînim li xilmaþkiya xewnan bêhna porê te ya qurnefîlî mizdidim di noþîna meya eþqa te de sergêj û sermest li dor xwe dizivirim bedena reben li ber lêdana qamçiya ebrûyên te tarûmar bû qirika helbesta tazî li ber çemên rûyê te ya nûranî ji tîna qewirî demsalên îlegal ji hêlîna sebirê fîrar kirin dûmanê cixara xemkêþiyê di xwîna laþê min de hate meyandin zeviya daxwazên þîrîn hiþk û ziwa bûn hezkirina min di kemîna konê pîrikê de dîl hate girtin hêlekana dergûþa hêviyên min dernixûn bû tu di keserên giyana min de kewa guliyên spîndara yî xemla rondikên bûka piþtperdê yî çirûskên tendûra temenê xemgîn î tîrêjên keskesora êvarên bêdeng î ez wêneyên siya awirên te di albûma hinavên peritî de dicivînim ji bedewiya hinarikên rûyê te lezeta ava kewserê vedixwim ji biþirînên lêvên te yên qedîfe þerbeta þadiyê dadiqurtînim xunava kulîlkên hewþa te di êþa qolincên xwe de vediþêrim bêrîkirinên te li ser balgiya qefesa xwe radimedînim di fala fîncana destê te ya narîn de li çarenûsa xwe digerim birîna kul û kederên salan bi germa henasa te dikewînim were bibe stûna nav mala wêran bûyî periya îlhama hestên sêwî dermanê westîbûna çokên qerimî melhema qêrînên gewriya þewitî stargeha qefilandina canê cirifandî lihêfa bêxewiya þevistanên newêrek û bibe þewqa fanûsa odeya tenêtiya min 2013-05-10 Stockholm
|
|