Derfet
Dîrok: ÇáÃÍÏ 01 äæÝãÈÑ 2015 Mijar: Nûçe
Merwan GEDO
Derfet Roj li pey hev dimeþin Ne wek hevdû rûgeþin Bi saya keda rojê Jiyan û evîn xweþin. Roja xweþ ne diyar e, yê bixwaze dildar e.
Bi dest û hiþ û mejî, di gel ew bendewar e. Bendewarî hêvî ye, ew bê xebat sêwî ye Jiyan wisa dibûre, yê bê hêvî rêwî ye. Çavên me li defetê, ew timî ji dû ve tê Çivîk e tê ber derî, Ji nav hêviyê me tê Çivîka me ziman e, nasname û derman e Ku ji destan bifire, cihê wê li asman e Dema derbas bû hundir, çavên beloq bûne gur Rast û çep li hev nerîn, di nav wan de bû birbir Ji bo goþtê çivîkê, dest avêtin pêpîkê Hundir tije deng kirin: Ka mesef û sênîkê Nêvî bidin seroka, nêvî bidin zaroka Mamosta ne xuyane, negerin li geroka Ci zêrîn e ev derfet, civat tevde li hev ket Çivîk bi tirs û bi hêrz, di pencerê re derket .
|
|