Tengezar Marînî
Delaloka min,
ez, kî ji birîndarkirina awira te gunehbar nekim?
Çi stranê bo wî zarokî dibêjî?
Kî dê çîrokên kalo û pîrê bo te bibêje?
Li ser serê te sîber heye
dilê te miþt kovan e,
çavên min ji awira te miþt giriyê xwînê
tu li nav roniyê yî
De delaloka min,
birayê xwe li nav wî textî bilorîne,
û xwelî li serê me bike,
bila êdî em li darbestan bibin
Delaloka min,
bi wê toza bin lingê xwe, min binax bike
û cîhanê jî..,
hemî ên naxwazin li xwe mukur bihên
hemî ên li ser awira te û giriyê birayê te
bazaran dikin,
peyvan difroþin, binax bike
Ez, di çavên te de, welatekî gunehkar dibînim
Di awira te de, cîhaneke tawanbar
Bila pênaûsa min biþike
Bila çavên min birijin
Ka çi peyv wê zorahiya êþa te hilgirin?!