wehîd keleþ
îþev wekî her þevbû , lê çi çêbû ta ev þeve bû þeveka ne xweristî
guhê xwe bide min ez dê bêjim û tu bibihîze
mîdo jina egîdo bû , neh heyvên xwe derbaskirin , û çend roj jî bi ser de çûn
zigê wê mîna dehola gewenda mezin bûbû
ket ber demjimêrên xwe yên dawî da bi zaro bibe
lê kes nizane kî giliyê mandiyo kiriye ,tirimbêla leþkeran li ber deriyê bîstan rawestiya , û
mandiyo derlinga xwe hildabû û þîniyê xwe avdida
pê xwas û ling herî kirin di cêba leþkeran de û birin , lingê wî hildan û her darek lê diket dibû hawar û qîrqîra wî
diranên xwe bi serhevde diqerastin , mîna qeraseyê apê qaso dema li deþtê kevirên reþ dirakirin
çavê wî belîsbûn û tifa wî ziwabû
lê
hogirê piçûk hîn temenê wî ne bûye deh salî , û hîn goþtê wî siste , ji demjimêra dibistanê ya yekemîn ve , her du destên xwe hildane û li ser lingekî rawesiyaye , dilerize mîna qeramê di nava golê de , di mejiyê xwe yê piçûk de di got : ya baþ ez çenteyê memosteya xwe ya lêv sor birevînim û ji dibistanê birevim
lê
bûyer çibû ta cêba leþkerî mîna bablîsoka payizî toz bi ser diket , û çar zarok ji bênderên gund revandin , qîrên leþkeran û fîtên wan tevlî dijûnên wan dibûn , û piþtî ew girtin ji hev re di gotin : çêlîkên maran marin , çêlîkên mara bê jehir nabin , dê mezin bibin , dê bibin terorîst
delîlê piçûk li nav çavên wan dinêrî , û mezlûmêmê piçûk di guhê wî de dikir piste pist , û di got : ma em mezin nabin ?
di sentera polîsan de zarokan têra xwe û bavên xwe lêdan xwarin , û hindirê wan dagirtin zigreþî û kîn
min çiqasî dixwest di cîde zarok mezin bibin û bi destê xwe , bervaniya xwe bikin
lê
lê dibêjin di salekî de dê kongira nojdaran dê were danîn , dê li hev rûnin , û biryara xwe hildin jor li ber destê kongira gel ya netewî , dê tê de bêjin
: þirwal ne qedexeye û kesên li xwe dikin , ew jî nîv mirovin , dûvê wav tuneye , ne jibo dûvên xwe veþêrin þirwal û þalên fireh li xwe dikin
lê
lê mîdo jina gundîkîye , hîn hersal avise , û zigê wê her sal mezine û ji berî zaroka wê werê ew , þalekî û þirwalekî didê radan
îsal kêfa wê tê dibêje xwede bila cêwîbe
lê
hîn û hîn lingê mandiyo di darê lêdanê de ye
û hîn û hîn
hogir li ser lingekî rawesiyaye
û hîn û hîn
leþker wan çar zarokan didin dest hev , bi goþtê wan yê nazik fitbolê dileyizin lê û lê û lê û hîn û hîn û hîn kes na bêje sedema van tiþtan çiye ? û hîn biryara çareseriyê nehatiye standin