Xelîl kalo
Bi bitelaqê bê fitû û sûnda mêrê berê ,eger mêr hîna li dinya me kurdan mabin ji bilî cewamêrêns qenc...!! ,min nizanî ku kermirov di karin rêvebiriyê bikin û bibin serwer û þîretkarên civaka me û bi teybet di warê siyaset û rewþenbîriyê de. bi þeweyekî rêxistinî di bizav û tevgera siyasî û rewnþenbîriya kurdî de ya serdem, xala herî balkêþ ewe, çawa rêveberiya mirovên ku dibêjin em rewþenbîrin dikin.
tiþtê ku nayê pejirandin heta roja îro û sosrete bi hemû pîvanan ku niha çawa mirovek ji cûre û sinifê candaran bi hiþ û tedbîra xwe li gorî pîvanên siyasî, yan jî nêzîkî suxletên wane, karibin rêvebiriya me bikin û em wan qebûldikin. weke tê zanîn candar kêm tedbîrin û binav û dengin di bêhiþiya xwede. Hêjaye gotinê ye ku di heman demê de hemû zanist û tewriyên biyolojî vê rastiya sirûþtî di pejirênin û mikumdikin bê goman .lê dibe ku ew þert û merc li ser kerê me kurdan nayên bikaranîn û bê kontrolin.
Bi van gotinên giran ku heta radeyeke mezinin li ser bihîstinê û hiskirina wan zehmet tê ser guhan, lê nayê veþartin ku vê diyardeya ne sirûþtî cihê xwe di nava bizava gelê kurd de girtiye û xwedî bandoreke berçave li ser sîkolojiya mirovan. mixabin ev rastiya bê niþe û berevajî xwedî cihekî taybete û bi biryare di çarenûsa gelê kurde ya bi navê siyaseta netewî û partîtî.lê nexwe gelo çima em roj bi roj texepaþ dizîvirine qedera xwe , di dema xelkên cihanê ber bi pêþve diçin :.sedî sed sedemên sereke û bingehîn hene ku dibine asteng û nahêlin em weke hemo xelkên dinyayê ber pêþve biçin û xwe vejînin .
Eger êþa gelê kurd ne bingehîn bane û sedem jî ne ji fêmkoriya rayedar û rêveberên wî bin,siyasî û rewþenbîrî , ma gelo çi eger û ho hene ...? bi gomna min û gelek mirov jî vê ra û bîrûboçûnê dipejirînin û gelek caran tênine ser ziman û dibêjin :ma ne em jî weke hemû afrandarên _xulyaqet_ dinê xwedê em afirandine bi nihqulan..? lê gelo çima em ne weke xelkê dijîn û serbestin û bi sed qulîne ..ne me cihe û ne çî ware...ne rûmete û ne hurmete ..!! em dinava welatê xwede penaberin , bê nan û avin, bê serûberin . gelo sedem ji meye ...?? yan ji xelkêye ..na .? dibe ku sedem ji rêveberiya kerê me bê ....!!