Eger mirov hinekî di vê mijarê de birame wê pir tižtên balkêž û bi sûde zeft bike, lê eger tu kurd bî tu ne wek wan biramî, wê çaxê hemî rê dibin agir dibin sînor û te winda dikin,gelo kesê ku xwe dike mîrê azadiyê çima siwarên azad ji hewildanên pîroz bêpar dike û bi tenê lagirên xwe dinirxîne, lê eger ev rastiya han îro mafekî rewa be û ji erkê her kesî be ku xwe li gor vê rastiyê bižopîne, êdî ne sosreteke mezin e ku em civaka xwe bela-wela bibînin, ji ber dema em mijarê bi gižtî dipîvin em dighêjin encameke bêjî ,bê wate, sist û jihevketî, û êdî bila kurd xwež bizanin tu hêz di cîhanê de bi çavê kirînê li me nanere, bi tenê em di bazara firotinê de ne,û eger hin kes derewan li xwe bikin û bibêjin kurd bi van partiyên heyî dikarin di vê serdemê de tižtekî pêk bînin ew bi tenê xwe dixapînin.
Di nerîna min de, keda pîroz ku tu bibî bingehek ji civaka xwe re, ew jî dema ku xebat erkekî netewî be, û ji ber vê yekê gereke di serî de em taboyan ji kokê rakin ew taboyên ku derfetê nadin civakê qena êža xwe weke xwe zelal bike, êdî gereke em wan sedeman diyar bikin ew sedemên ku bûne astengî û kelem li hemberî civakê bi tevayî.Çima her dem em partiyan tewanbar dikin bi tevî ku pirojeyên wan sûdeyê nagihînin civakê, êdî kî dikare nimûneyekê ji wan bibjêre qena rêveberiya mafê kurdan bike? Ew nimûneyên ku bikarin zimanê kurdî biparêzin, nimûneyên ku xwendevanekî žareza ava bikin, nimûneyên ku bikarin zanyarekî kurd ava bikin, sivîlan û kelepûrê gelekî biparêzin nimûneykê ku bikare bibe dengê jinê, zarokan û pêžketina miletekî, pêdiviya me bi nimûneyeke bi vî awayî heye û em nema dikarin barên žažiyên wan werbigrin, welat ne kopalê derew û dijûnên arzan e, welat peyveke ji me tevan pîroztir e ,êdî gereke em bi çavê hezkirinê lê binerin.
Teqez gava yekem di her karekî de gaveke dijwar û giran e, û kesê ku bixwaze afrêner be di jiyana xwe de, gereke di destpêkê de armanca xwe ya sereke diyar bike armanca ku ew xwe tê de dibîne û xwe lehengê wê mebestê dibîne ji ber žoreža mirov ji mirov bi xwe destpê dike û eger em žorežên vê dawiyê weke nimûne bibjêrin gereke em li çavkaniya wê bigerin, gelo kesê ku xwe li Tûnisê žewitand û canê xwe kir pizota žorežekê ew kes ne ji malzaroka birçîbûn û belengaziyê derhatibû? ango wî bi xêzaniya xwe gellek milet žiyar kirin, lê em dikarin bipirsin : Çima žorežên van miletan beravêtî û bela –wela bûn? Û ta niha mirov di gerînoka van pirsan de li kesayetiya xwe digerin, ji ber žorež bû pêžbaziya xwestekên wan yên kirêt û jibîr kirin ku miletek li ber piyan diçe,lê bi tevî vê rastiya tal mirov dikare careke din xwe ji gerdena vê žêlûbêlê riha bike.Žorežê gellek kes diyar kirin û di heman demê de rastiya wan zelal kir, ew nivîskar,keysbaz , (polotîkvan) an jî siyasetmedarên ku li ser pižta miletên xwe azadî dikirin delîveya xapandinên xwe, bi tevî ku azadî di wateya xwe ya kûr de yaseyeke xwezayî ye ji ber ew mîna darê ye tu çiqasî guh bidî wê wisan jî ber dide te.
Kurd weke netew di cîhanê de gellek hewildan û žorežên pîroz bona xweseriya xwe pêk anîn û hêja ye ku mirov bejna xwe li ber bitewîne û serê xwe bi lehengiya wan bilin bike,lê ta kengî em ê di vê dîrokê de rawestin û hev bixapînin ji ber pêlên ku tên ew ji peyvê dijwartirin êdî gereke em ji vê rastiyê re amade bin ji ber tu milet di cîhanê de nikare me bi me bide naskirin û mafê me li me vegerîne,û ya herî baž ku em tûrikê xwe ji xweliya van partiyan dawežînin û berê xwe bidin destpêkeke nuh ji ber tižtê herî pîroz li ser rûyê zemînê mirov e,û gereke em bi xwe bawer bin.