Li dawiya þevê...
Yara min ji þoreþa þkestî vedigeriya
Navê þehîdan di tûrê wê de bûn
Nêrînên wê li peravên gazincan
dimeþiyan
Û vedenga nefesa wê
li deriyê dilê min dixist.
*
Yara min digot:
Çendîn bihna xiniziyê genîye
Fêde dimirin..
Û bazirganê laþê þehîdan serok in.
*
Giriyekî zengiloka wê diqoqiland
Çav bi cengan miþt bûbûn
Karwanê peyvan
li ser lêvên wê koçber dibûnb
Digot:
Þoreþ goristana belengazan e
Dizên dîrokê hêviyên wan didizîn
Û ji niþkave deng di devê yara min de
diçû ava.
*
Bûyer li ser lêvên wê hildiweþiyan
Þev weke xalîçeyekî sofiyan
li xwe dipêça
Û sîngê xwe dikir diyaka Zemîn.
*
Min nizanibû
çi bi dayka Zemîn re digot
çi nedigot
Gava dengê tirêna sibeyê
ji dûr ve dihat
Wê jî dengê xwe li dengê sibeyê
siwar kir
Û berî xwe dîsa da çiyan.