Eger
UNESCO di roja di 17.11.1999 de,
21ê sibatê bi navê “
Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” bijartibe û bi nav kiribe, yê me Kurdan, wek ku ji berî çend salan ve belav bûye roja
15 gulanê ye, û ev roj ji sala 2006’an vir ve tê pîrozkirin.
15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Þamê hatiye weþandin û di nav Kurdan de hatiye belavkirin.
Wek ku diyare ji berî 81 Salî ve; di roja
15ê gulana 1932an de yekemîn car di dîroka Kurdan de ku zimanê Kurdî (
Kurmancî û Soranî), bi alfabeya Latînî hatiye nivîsandin û ji wê hingê ve rewþenbîrên Kurd his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe anîne û tînin ziman..
Bi saya wê rojê û bi saya xwediyê HAWARê
mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û roja îro bi sedan, bi hezaran ji rewþenbîrên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin hene û bi dehan navend, enstîtu û komeleyên Kurdî hatine damezirandin û di xebatê de ne.. Her wiha bi sedan kovar, rojname û malperên internetê bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li seranserî dinyayê çêbûne..
Werin em bi geþbînî vê rojê (
15ê Gulenê), wek roja zimanê Kurdî pîroz bikin.. Wek ku çawa 22ê Nîsanê bi navê roja rojnamegeriya Kurdî hatiye bi nav kirin, bi me xweþ e rojê 15ê Gulenê jî li seranserî Kurdistanê, bi navê roja zimanê Kurdî bê bi nav kirin.
Zimanê me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye, kok û rehên zimanê me li hezarê salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Barzan, Zagros, Toros û Agirî re mezin bûye.. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji
Cizîra mîr Þeref di dinayê de belav bûye..
Sebaretî min û vejandina vê rojê ku keç û xortên me yên ku dûrî zimanê dayika xwe ketine li zimanê xwe vegerin, bi zimanê xwe biaxifin, bixwînin û binivîsinin.. Jixwe zargotina me, ya ku bav û bapîrên me, di nav çerx û dewranên salan de afirandine û li pey xwe hiþtine û roja îro gelek jê li ser zardevê kalemêr û pîrejina ye, ew zargotin li hêviya me û komkirin û nivîsandinê ye.. Di baweriya min de her ku kalemêrek an pîrejinek ji wan dimire, pirtûkxaneyek me pêre tê þewitandin..
Erê werin em vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar bikin ku, her sal di wek vê rojê de, vê gotina mîr Celadet Bedirxan bînin bîra xwe:
(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne wezîfeka þexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt..).Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Þam/1942.
(Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, þerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewþiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara ( 27 ) Þam,1941
Dr. Nûreddîn ZAZA jî sebaretî zimanê Kurdî di pêþgotina pirtûka
Memê Alan de wiha gotiye:
Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiþtî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêþ ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
Dr. Nûreddîn ZAZA
Tevî ku gelek salên xela û celayê bi ser zimanê me de hatiye, gelek caran tûþî talanê bûye û cîranan têra xwe jê dizînê, lê hêjî zimanê me xemla Mezopotamya ye, gulek rengîn û bi bîne di nav gulistana zimanê dinyayê de.. Erê werim, em di roja
15ê Gulanê de zimanê xwe li hev piroz bikin..
Konê Reþ
Qamiþlo, 12.05.2013