Demhat Dêrikî
Evîna ji dergûþa Farqînê û ji ziman û rengê sûrên Amedê
di bêrîkirina te de bêriya te dikim û ji bêrîkirina te têr nabim
esmera Amedî.
Dema tu dibêjî rojbaþ
bêriya êvarbaþa te dikim
û dema tu dibêjî êvarbaþ
bêriya rojbaþa te dikim can!
Di vê bêrîkirinê de li sînorên mirinê temeþe nakim
li dengên man û nemana feriyadan guhdar nakim
tenê bêriya bêhna bin baskên te dikim
bêriya þev ramûsan û geriyana tiliyên te li ser singa min dikim
bêriya kenbajarê te dikim berxika min!
Na na can, ne goman, ne çarmîx û ne konên þînê
û ne jî awir û peyvên Bekoyan karîn bibin çol û goristan ji
vê bêrîkirinê re....her kêlî dilê min wek rûbarekî ber bi te ve diherike
û dibe jiyaneke sermedî di dilê bêrîkirina te de.
Bêriya te dikim û di bêrîkirina te de tenê ji te hez dikim esmerê!